Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Duran Kalkan ji bo hêzên Başûr hişyariyên girîng kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di hevpyevîna xwe ya bi Medya Haberê re agahî û hişyariyên girîng dan. Kalkan got ku divê PDK nebe hevkarê dagirkeriya dewleta tirk û ev hişyarî da: “Ger ku PDK ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bê, dê ev rê li ber şer veke. Em bi zelalî hişyar dikin. Bila tu hêzên Başûr nebin hevkarên dagirkeran. Bila werin û em bi hev re li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.”

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê û têkiliya hikûmeta Başûr a bi dewleta tirk re bi Medya Haberê re axivî. Kalkan bêdengiya PDK û YNK’ê ya li dijî êrîşên dewleta tirk rexne kir û got ku ew amade ne bihev re li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Duran Kalkan anî ziman ku tevî armancên leşkerî, siyasî û stratejîk, armancên cuda yên dewleta tirk ên li Xakûrkê yên ji bo kurdan hene û wiha domand: “Lewma Iraq bêdenge. Xuyaye lihev kirine. Li cihên ku bombe lê tên barandin, leşkerên Iraqê lê ne. Balafiran li pêşmergeyan xist. Diyare ku wan destûra vê dane. Biryargeha me ya navendî daxuyanî da û got ku ger hikûmeta Iraq û Başûr dest nedabûya, dewleta tirk ji van êrîşan nedikarî tenê yekê jî pêk bîne.”

‘Dixwazin Kurdistanê vala bikin’

Di berdewamê de jî Kalkan bi lêv kir ku artêşa tirk bi armanca dagirkirinê êrîş dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku di hilbijartinên Stenbolê de dengên xwe zêde bikin, herêmê dagir bikin û kurdan qir bikin van êrîşan dikin. Di rewşeke bêçare de ne. Ciwanên tirk diavêjin nava agir. Dixwazin kurdan qetil bikin, koçber bikin û Kurdistanê vala bikin. Di sala 1994’an li bakur gund çawa şewitandibin, niha li vir jî heman tiştî dikin.”

PDK û YNK hişyar kir

Kalkan bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Başûr û wiha derbirî: “Rêveberiyên PDK û YNK’ê hê jî tu helwest nîşan nedane. Lewma em van hêzan hem hişyar dikin û hem jî em dixwazin bangawaziyekê ji bo wan bikin. Êrîşeke dagirkeriyê heye. Ev li dijî hemû kurdan e. Em amade ne bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Divê em bibin yek. Em dibihîzin ku PDK bi dewleta tirk re di nava têkilî û tifaqan de ye. Dibêjin dema ku dewleta tirk hewl dide çiyayên bilind bigire, PDK jî dixwaze gir û çiyayên miqabilî wan ên li Başûr bigire. PDK dixwaze Xeta Goşîne, Gewriya Berbizinan,cihê jê re dibêjin Kanî Qirêj, girên bilind ên jora Sîdekan û herêma Biradostê bi pêşmergeyên xwe bigire.”

‘Ger PDK mîna berê piştve li gerîla bide ev tê wateya şer’

Duran Kalkan daxuyand ku ger rewşeke wiha hebe, ev tê wateya ku PDK û dewleta tirk li dijî PKK’ê operasyoneke hevbeş pêk tînin û wiha pê de çû: “Ger ev gotin rast bin, ev lîstikeke pir xetere ye. Ger rêveberiya PDK’ê dîsa ketibe nava planeke weke ya sala 1997’an, bila baş bizane ku bi karên xetere re mijûl dibe. Ger hewl bide wan deverên navborî bigire û bi armanca ku berxwedana gerîla û gel a li hemberî dagirkeriya dewlet tirk ji milê Başûr ve sînordar bike bikeve nava hewldanan, ev tê wateya şer. Encama vê hewldanê dê şer be. Bila herkes vê bizane. Ez vir bi aşkerayî dibêjim, ger PDK hewl bide weke 97’an bi tifaqa dewleta tirk re ji pişt ve li gerîla bide, dê şer derkeve. Ma em ne zarok in.”

‘Ger PDK ber bi herêmên gerîla vê bê dê şer derkeve’

Di berdewamê de jî Kalkan bi lêv kir ku PDK ev 12 sal in hemû baregehên PKK’ê yên li Başûr bi tifaqa dewleta tirk û Amerîkayê dide bombekirin û ev nirxandin kir: “Ji ber van êrîşan bi sedan ciwanên kurd dan kuştin. Tu dibêjî qey erdnîgariya Kurdistanê û mirovên kurd kîsê xîzin û dewleta tirk çiqas bixwaze ewqas dê bide ber bombeyan. Bila hemû raya giştî û bi taybet jî ya Kurdistanê vê yekê baş bizane û piştre jî me tewanbar û sûcdar nekin. PDK ger ji baregehên xwe yên heyî derkeve û ber bi qadên gerîla, qadên Parastina Medyayê ve bikeve nava tevgerê, ev dê bibe şerê li hemberî gerîla. Li hember vê bersiva gerîla jî bêguman dê şer be.”

‘Nebin hevkarên faşîst û qetilkeran’

Kalkan destnîşan kir ku vê hewldanê dê bi vî awayî fam bikin û wiha got: “Ji bilî berxwedanê rêyeke din li ber me nîne. Em naxwazin ku tiştek wisa bibe. Em we vedixwînin, kerem kin werin em bi hev re li hemberî dagirkeriya dewleta tirk şer bikin û gundên kurdan biparêzin. Ger ku bi şewitandin û tarumarkirina gundan a dewleta tirk re hevkariyê bikin, dê bibin şirîkên sûcê dewleta tirk. Em bi aşkerayî PDK’ê hişyar dikin. Em ji bo tekoşîna hevbeş amade ne. Em teqez li dijî pevçûnên navxweyî û şerê birakujiyê ne. Lê belê ger weke cehşên li Bakur bikevin pêşiya dewleta tirk a faşîst, qirker, qetilker a ku bajarên Bakur şewitand û wêran kir, Efrîn tarûmar kir û niha jî dixwaze were Sîdekanê bişewitîne, wê demê bila li xwe vegerin û li halê ku ketinê binihêrin. Li hemberî hêzeke wisa encax şer dibe. Bila kes nekeve rewşeke wiha.”

Banga ji bo gelê Başûr

Duran Kalkan axaftina xwe bi vê bangawaziyê bi dawî kir: “Ji bo gelê me yê Başûr, rêveberiya me bangawaziyek kir. Em tev li dibin. Bi rastî jî divê bi ruhê Şeladizê li ber xwe bidin. Bila berxwedanê belav bikin û li gelên Biradost û gundên wan xwedî derkevin. Em bang li gelê xwe yê Biradostê jî dikin. Dostên me ne û em hemûyan silav dikin. Wan ji nêz ve nas jî dikin. Rastiya dijmin baş bizanin û hêza miqabilî xwe zanibin. Me jî rewşeke wiha nedixwest lê dijmin êrîş dike. Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne. Dibe ku em êşên giran bijîn, derbe bixwin, zehmetiyên mezin bikişînin. Lê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Gerîla dê we biparêze. Divê hûn jî piştgiriyê bidin gerîla, wan biparêzin û li dijî nokerên wan derkevin. Dewleta tirk pir qels bûye û teqez dê bin bikeve. Di vê mijarê de bila kes netirse, xwe paş de nede. Ger em bibin yek û li ber xwe bidin, nikarin li van qadan gavekî jî biavêjin. Dê neçar bimînin ku birevin. Lewma li hemberî lîstikên AKP’ê û xayînên di nav de yên ku qaşo ji bo xapandina eşîran hatin, hişyar bin. Guhdar nekin û biqewitînin. Li dijî dagirkeriya faşîst a qirker hûn jî bi gerîla re bibin yek û li ber xwe bidin. Ev rûmet e, şeref e, pêşeroj e, azadî ye. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û biser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar