Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dûrmaz: Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin ne însanî ne jî exlaqî ye

Siyasetmedarê Kurd Şerîf Dûrmaz ani ziman ku AKP bi rêya tecrîdê civakê dike dijberê hev û wiha got: “AKP bi tirs û dijminatiyê tecrîda li Îmraliyê giran dike û bi rêya tecrîdê dixwaze civakeke welê biafirîne ku serî li ber ditewîne."

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk siyasetmedarê Kurd Şerîf Dûrmaz li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Dûrmaz tîne ziman ku hikumet bi rêya tecrîdê bêhiqûqî, nelirêtî, bêedaletî, neserketî, birçîbûn û xizaniya li welêt, pirsgirêk û bêkarî zêde kiriye û got: “Mafê şermezarkirinê ku mafê herî bingehînî yê destûra bingehîn e, tê astengkirin. Ji bo mirov nikaribin bi rengekî azad fikrên xwe bînin ziman, ji bo jin daxwaza wekheviyê nekin, ji bo tirs û dijberiyê berde nava welêt, ji bo nasnameyan ji hev cuda bike, ji bo her kes serî li ber wan bitewîne, ji bo kes hesab nepirse, ji bo van sûcan hemûyan binixumîne polîtîkaya tecrîdê dimeşîne.”

Dûrmaz bi bîr xist ku tecrîd li ser kê dibe bila bibe sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin ne însanî, ne wijdanî û ne jî exlaqî ye. Bi taybetî tecrîda li ser birêz Ocalan polîtîk e û 25 sal in didome. Ev 3 sal in nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. CPT di mehên bihurî de ziyaret kir, lê der barê hevdîtinê de tu daxuyanî nehat dayîn. Piştî telefona dawî ya bi birayê wî re qut bû tu agahî jê nehat. Polîtîkaya ku bi komploya 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir, hilweşiya. Pêvajoya aştiyê ya ku di sala 2013’an de dest pê kir û di sala 2015’an de bi dawî bû îspata herî mezin a vê yekê ye. Bi banga birêz Ocalan hêviya aştiyê li welat mezin bû. Bi rastî di du salan de aşkere bû ku li vî welatî çi dikare were kirin û ev pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe. Ji ber vê yekê pêwîste tecrîda li ser birêz Ocalan rabe, bila bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li gorî Destûra Bingehîn ev mafê her kesê girtî ye. Ji bo hevdîtina bi malbat û parêzerê xwe re tu astengiya hiqûqî nîne.”

Dûrmaz hilbijartina 7’ê hezîranê bi bîr xist û ev tişt got: “Piştî 7’ê Hezîrana 2015’an, bi taybetî dema ku AKP’ê desthilatdarî winda kir, ji destpêkê ve Erdogan bi stratejî û taktîkî xwest ku tevgera siyasî ya kurd di pêvajoya aştiyê de biqedîne. Lê belê ji ber ku HDP zêdetirî ji %13 dengan girt, encama ku Erdogan û AKP’ê dixwest û plan kiribû bi ser neket. Piştî hilbijartinê Erdogan demeke dirêj nikarîbû hikûmetê ava bike û ji ber vê biryara nûkirina hilbijartinê da. Beriya hilbijartinên 1’ê mijdara 2015’an li gelek navçe û bajarên herêmê şer rû dabû û bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji vir şûn de AKP’ê polîtîkaya tecrîdê xist meriyetê. Li ser birêz Ocalan tecrîda girankirî destpê kir. Li dijî hemû mûxalîfên li welat, bi taybetî tevgera siyasî ya kurd HDP’ê û hemû saziyên kurdan, çapemeniya azad, saziyên sivîl, jin, ciwan û hemû saziyên sivîl şer îlan kir.”

Dûrmaz anî ziman ku piştî bûyera 15’ê tîrmehê ku weke ‘Xêra Xwedê’ pênase kirin rejîma yek zilamî hat qebûlkirin û wiha axivî: “Kurd û hêzên demokratîk li dijî feraseta nîjadperestî konsepta neteweya demokratîk diparêzin. Ger mirov nikaribin xwe azad îfade bikin, ger siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hiqûqnas û akademîsyen ji ber fikrên xwe bavêjin zindanan. Ger jin her roj dibin qurbaniyên kuştina mêran, ger ciwanên zanîngehê qedandine hêviyê li derveyî welat digerin, ger ku cotkar nikaribin zeviyên xwe biçînin, eger esnaf nikaribin kirêya xwe bidin, fatûreya ceyran û gaza xwezayî bidin, ger mirov nikaribin debara mala xwe bikin, ger ev pêk neyê divê were zanîn ku ji ber polîtîkaya tecrîdê ye. Divê em vê rewşê rawestînin, nexwe ne welat û ne jî gel ew hêza wan nemaye. Gel roj bi roj feqîrtir dibe, dewlet çav bera bêrîka welatiyan daye.”

Dûrmaz da zanîn ku ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya welat êdî nikarin bi hêvî li paşerojê binêrin û wiha got: “Ji ber vê yekê em weke tevgera siyasî ya kurd weke hemû hêzên demokratîk divê weke kedkar, jin û ciwan ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin. Tecrîda li ser birêz Ocalan li hemû girtîgehan tê meşandin. Bi deh hezaran hevalên me weke rehînên siyasî tên girtin, tecrîda mutleq weke polîtîkayeke li dijî destketiyên kurdan ên li derveyî sînorê me tê bikaranîn. Divê em bi hemû hêza xwe daxwazên xwe yên demokratîk ji bo rakirina tecrîdê bînin ziman. Ji ber vê yekê ez ji hemû hêzên demokratîk û hemû gelê me re tekez dikim ku ji bo ev pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve bibe divê em têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar