Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Durûtiya 10’ê Mijdarê!

Ev sal di roja mirina Mustafa Kemal de tiştêk balkêş çêbû. HDP û partiyên din ên kurdistanî ne tê de, hema bêje hemû aliyên siyasî yên Tirkiyeyê, rehmet ji Mustafa Kemal re xwestin. Temam Perînçek ê Nasyonal Sosyalîst, TKP’ê nû, MHP’ê nijadperest, CHP, Îyî Partî û ew partiyên din ên xwedî heman nêrînê ne, her sal di vê roja xwe ya ‘xemgîn’ de peyamên xwe bi heman rengî didin. Hinek navê çep, hinek navê demokrat û hwd. li xwe zêde dikirin, lê axir di tirkperestiyê de ji hev cuda nebûn. Em heqê wan bidin. AKP’yî di destpêkê de ji ber îdeolojiya xwe ya olî ne wisa bûn. Ew jî wekî HDP bi îhtiyat tevdigeriyan. Her wiha HDP jî tê de hin partiyên çep û demokrat an jî rêvebirên van partiyan carina mecbûr diman peyamên xwe bidin. Ji peyamên wan diyar bû ku peyvên xwe hildibijêrin û dinivîsînin an diaxivin. Belê ya rast takiye dikirin û takiyê wan dihat famkirin.

Îsal ne wiha bû.  Ew AKP’yiyên ku îsal rehmet dixwestin, te digot Mustafa Kemal hê nû kifşkirine. Berî niha hinde ji dil rehmet nedixwestin. Hin aliyên çepgir jî ji AKP’ê kêm neman. Peyama herî balkêş jî ya TÎP’ê bû. Di peyama xwe de digotin, “Di 83’êmîn salvegera wefata wî de em rêberê têkoşîna serxwebûnê ya welatê me, damezirênerê komarê Mustafa Kemal Ataturk bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Ji hemû peyaman re ehlen ve sehlen! Kî, rêberê xwe çawa û bi çi rengî bi bîr tîne, ne xema me ye. Bila rêberê xwe bi bîr bînin. Lê divê em jî xwedî rêbazê xwe bin. Gotina me belkî ji nijadperestan re tunebin, lê ew aliyên ku xwe wekî dost nîşan didin re, divê çend gotinê me hebin.

Na, ez ê Mustafa Kemal ji nû ve kifş nekim. Ew, li ser bakiya Osmanî welatek nû damezirand. Wê demê kurd jî pê re bûn û di şerê azadiyê de li hember dagirkeriyê bi hev re şer kirin. Di meclisa ewil de jî bi nasnama xwe cih girtin. Meclisa ewil ne meclisa tirkan bû; Meclisa Tirkiyeyê bû.

Hemû tişt piştî 1924’an guherî. Bi destûra bingehîn a 1924’an rûyê xwe yê eslî nîşan dan. Rejîma Kemalîst ku cihê xwe qaîm kir, dest bi siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê kir. Êdî herkes tirk û misilman bû. Mahmut Esat Bozkurt ê hevalê Mustafa Kemal ku her wiha di damezirandina komarê de wekî wezîrê dadê wezîfe girtî bû, vê polîkayê aşkera bi nav kir û got: “Li vî welatî herkes tirk e. Yên ne tirk in tenê xwedî yek mafekî ne; Dikarin ji tirkan re bibin kole.” Serkêşê vê siyasetê Mustafa Kemal bû.

Kurdên ku bi Mustafa Kemal xapiyabûn, vê siyaseta nijadperest red kirin û li hember rejîma Kemalîst serî hildan. Mixabin, di destpêkê de xapiyabûn, pişt re jî hêza wan têr nekir û têk çûn.

Bi êrîşên mezin bi ser kurdan re hatin. Zikê dayikan qelaştin û ji malzarokên wan zarokên wan derxistin û şerjêkirin! Hovîtiyên herî mezin li hember kurdan pêk anîn. Bi sedhezaran kurd qetil kirin. Serkêşê vê siyasetê jî Mustafa Kemal bû.

Niha em dîsa vegerin peyama TÎP’ê. Ew partiyê ku niha bi sê wekîlan li parlamentoyê tê temsîlkirin, gelo vê rastiyê nizanin? Her wiha, ew parlamenterên ku niha bi dengê kurdan wekîltiyê dikin, nizanin ku kurd ji alî wî kesî ku rehmet jê re dixwazin hatine qetilkirin?

Na! Heşa! Ez nabêjim bila jê re rehmet nexwazin! Bila bixwazin. Lê bila peyvên xwe jî hilbijêrin. Pêşî û paşiya peyvên xwe hesab bikin.

Ahmet Şik ê wekîlê vê partiyê çendê hanê di medyaya dîjîtal de kurdan kiribû du alî û nîvê kurdan jî wekî xayîn binav kiribû. Di destê wî de ji bo nîvê kurdan xayîn îlan bike, çi dane hene ez nizanim. Lê ez dizanim ku ne partiya wî, ne jî ew partiyên din ên ku ji xwe re dibêjin em çepgir û demokrat in, tu mafê wan tune ye ku ji pêşengê siyaseta qirkirinê re methiyan rêz bikin.

Durûtî heta bi ciyekî! Durûtî piştî ciyekî, ger ên wê dikin li xwe venegerin dibe dijminatî! Tu ferqa wan ji dijmin namîne.

Nûçeyên Têkildar