Durûtiya kesan çendîn xerab be, durûtiya dewletan hezaran car xerabtir e. Her wiha zerar û ziyana kesên durû/derewîn yek û dudu bin, ya dewletan, ewqas gelek e ku êdî derdikeve derveyî jimarê. Jixwe jiber durûtiya van dewletan e ku li hemû cîhanê alozî ewqas pir e, hema li çar aliyê cîhanê nûçeyên şer û cengê tên weşandin û lewma hemû mirovahî derdê vê durûtiyê dikişîne.
Ew şerên 1 û 2 yên mezin ên bi navûdeng ên cîhanê, encamê van durûtî û derew û xapandinan pêkhat. Li gel mirina bi dehan milyon însanan, ji ber giranî û mezinahiya zerar û ziyana mal û milk jixwe nikare werin jimartin. Û niha em di nava şerê cîhanî yê 3’a de ne. De kerem bikin em bala xwe bidin hinek mînakên durûtiya dewletan ên vê serdemê.
Hema em ji aloziya dawî ya Ukrayna û Rûsya despê bikin ku jixwe bi hemû germaya xwe ketiye rojeva raya giştî ya cîhanê.
Di 21’ê sibatê de Putin got “ez serxwebûna Donetsk û Luganskê dipejirîn im û îmze dikim”!
Li dijî vê biryara Putin, di despêkê de DYA, paşê li pey hev û bi taybetî jî dewletên bêhtir nêzî wê bi tundî bertekên xwe nîşan dan. Wisa diyar dibe ku dewletên mayî jî, yên li gel û yên li dij, her wiha yên nerm û yên hişk ew ê, di demek nêz de helwest û bertekên xwe nîşan bidin.
Ji van dewletan, bêguman ên bandora xwe him li cîhanê û him li ser têkoşîna gelê Kurdistanê hene, ka em çend mînakan bidin û şîrove bikin.
Hema em ji Rûsya ve destpê bikin. Dibêje “li dijî siyaset û kiryarên dewleta Ukraynayê li ser van herêman dikir û hwd.me ev biryar stand”. Li gel vê sedemê, him daxwaza Ukraynayê jibo beşdariya NATO’yê û xetera wê li ser Rûsyayê jî weke sedem nîşan dide.
Bêgûman sedema yekê, ne rast e, bi tunê veşartin e ji bo sedema duda, ya ji bo berjewendê dewleta xwe.
Her wiha bi kurtayî, li dijderketina DYA’yê ya vê biryara Rûsyayê jî, ne ji bo berjewendiyê Ukraynayê ye û ne ji bo berjewendiyên wan herdu herêmane jî, yên ku serxwebûna xwe ragihandine. Bi tenê ji bo berjewendiyên dewleta Amerîkayê ye.
Di encamê de hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin û weke li jor hat gotin durûtiyan dikin.
Hema di serî de, her heman herdu dewlet, gelo ji bo doza gelê Kurdistanê çi dibêjin û çi dikin? Hema mînaka Efrînê û li pey wê mînaka Serêkaniyê û Grêspî, siyaset û helwesta van herdu dewletan têra xwe bi zelalî nîşan nadin gelo? Her wiha van mînakan ji bo hemû Kurdistanê jî derbasdar in.
Ka em hinekî bala xwe bidin çend helwest û kiryarên her du dewletên nokerên van dewletên cîhanî ne jî:
Wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad, di van rojan de li Moskovayê bû. Îmzeya Putin a ji bo serxwebûna Donetsk û Luganskê, gelek rast dibîne û dipesinîne. Lê li ser pirsek rojnamevanekî ya ji bo Rojava dibêje “na xêr em gelê Sûriyeyê yek in, cudayî di nava me de nîne” û hwd. Durûtiya di dil û devê wan de, çawa xwe dide der diyar dibe ne?
Li ser bûyera Ukraynayê R.Erdogan, daxwiyaniyên nakok û aloz ên tam li gor mejiyê xwe da. Ji aliyekî ve bi gotina “em ê li gel herdu aliyan jî li gor berjewendiyên xwe têkiliyên xwe dewam bikin” xeşîmtiya xwe ya siyasî û bi vêna re berjewendiperestiya xwe jî dîsa aşkera da der. Li aliyê din bi gotina “em ê li gel NATO cih bigrin û biryara Putin şaş e” ve, him siyaseta xwe ya nakok da der, him jî aloziya di mejiyê xwe de jî nîşan da.
Li aliyekî din ve jî dema ku berjewendên wan tê de hebe, weke mînaka Qibrisê, dikare ji bo çend sed hezar tirkan dewletê ava bike, lê dikare ji bo 60 milyon gelê kurd, ne hebûnê belê mirinê bi pejirîne. Jixwe pir caran bi gotin jî dibêjin “Kurdistan nîne”. Lê heke ji bo vê siyaseta xwe ya kuştina kurdan pêdiviyê têde bibînin, hinek deman û hinek caran dikare vî navî bikar bînin.
Mînakek herî dawî li Konferansa Munchenê derket holê. Hulîsî Akar, berî demekê, bi xwe jî gotibû “Kurdistan tune ye”, lê ji ber ku di vê demê de ji wan re gelek lazim bûye, li Munchenê him bi Nêçirvan û him jî bi Mesrûr Berzanî re, bi xoşewistiyek mezin pêşewazî dikin û bi hev re civînan çêdikin. Bêgûman mijara wan a bingehîn dijberiya Tevgera Azadiyê ye. Jixwe êdî aşkera û bi dengê bilind dibêjin “ji bo qirkirina PKK’ê em bi hevre hemfikir in”.
Ya ku mirovan xembar û hêrs dike, van dewletên cîhanî û nokerên wan ên herêmî, vê siyaseta xwe ya lewitî û perpitî û durûtî, bi navê başî û qenciyê û mirovperweriyê didin meşandin.
Kurt kurmancî, divê mirov li hemû durûtiyan hişyar be û ji bo rizgariya ji wan; xurtbûna tevgêrê û xurtkirina rêxistinî devê!