Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Durûtiya DYA û Rûsyayê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Erê weke tê xuya kirin û jixwe li ber çava ye ku, dewleta yekemîn a qirker û mêtinger a li ser Kurdistanê desthilatiyê dide meşandin dewleta tirka ye.

Bêgûman vê xwînxwariyê li ser gelê Kurdistanê, ne bi tenê pêktîne. Hema pêşî vî karê qirêj, bi her 3 dewletên mêtingerên din Îran, Iraq û Suriyeyê re birêve dibin.

Her wiha, hêza herî bi kêrhatî ji bo xizmeta van dewletên dujminên mirovahiyê, xiyaneta welatê me ye û serkêş jî MALBATA BERZANÎ ye.

Mirov dikare bibêje, ev xiyanet, ji çekên kîmyewî û hemû cûre çekên dewletan xerabtir, zerar û ziyanê dide têkoşîna doza gelê Kurdistanê.

Lê divê hêzên herî mezin ên cîhanê ku di nava vê plana gemar û xwînrij de ne, neyên jibîr kirin. Jiber ku gelek caran tên jibîrkirin. Serê van hêzên hegemon ên cîhanî DYA û Rûsya dikişîne. Divê van dewletan, êdî ji berê xurtir werin naskirin.

Bi taybetî van her du dewletan, nêzî sed salan e ku vê sîyaseta dijî berjewendên gelan, bi hostayî û kotekî didin meşandin.

Erê, her çendîn di vê serdemê de, ev siyasetên wan ên malxerab/malwêran pir hatine aşkerekirin û dijberiya wan mezin bûbin jî, lê dest ji ew hewldanên xwe yên kevnar ên xapandinê bernadin.

Heta ku karibin rayagiştî cîhanî dixapînin, lê dema rûyên wan ên reş derdikevin holê, dest davêjin darê zorê.

Belê ji bo van dewletan jî, çeka herî bi kêrhatî dîsa xiyanet e, ku temenê serweriya wan jî, ya li ser welatê me dirêj dike ev xiyanet e.

DYA, Erbîl ji xwe re, him kiriye bingehek navenda desthilatiya xwe ya Rojhilata Navîn û him a Kurdistanê.

Rusya jî, hema bi heman naverokê Şam ji xwe re kiriye navend.

Ji bo ku wî rûyê xwe yê bêxêr veşêrin, dîsa wan gotinên xwe yên kevnar, ji bo xapandinê bikartînin.

Herî dawî, fermandarê leşkeriya Rûsya yê li Sûriyeyê General Çayko û Berdevkê DYA’Kirby, ji aliyekî ve HSDê weke dost/hevalbendê xwe nîşan didin, ji aliyê din ve(yê giring vira ye), dewleta Tirk mafdar dibînin(xwedê giravî parastina ewlekariya dewleta xwe dikin).

Derewa wan a mirova pir têşîne ev e; “ji bo em êrîşên dewleta tirkan li ser we bidin rawestandin û em wan iqna bikin, divê hûn ji sînor 30 km dûr bikevin”! Ev tê wateya; radestkirina hemû ROJAVA, ji faşîzma Receb û Bahçeli re!

Wexta ku xeter ji bo wan hebe, iqna lazim nake, hema yekser dikarin dewleta Tirk bidin rawestandin(bi fermanekê)! Jiber ku mînakên van di jiyanê de hatin dîtin.

Mînakên van derewên wan en ji bo gelê me jî, li Efrînê, Serêkaniyê, Girêspî û hwd.me dîti ne. Jixwe dagirkirina Cerablûsê, Ezazê, Babê û hwd.hatine jibîrkirin. Dixwazin bi vê siyaseta malxerab, hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê jê bistînin.

Îca, ‘diz û xwediyê malê bi hevdu hesiya ne’, divê aşkere ev durûtî, van fêlbazî û lîstokên bê exlaqî ji xwedanên wan re, yekser werin gotin. Her wiha divê gelê Kurdistanê jî, li goreyî van xeteran, xwe li ser derfetên heyî amade bike.

Nûçeyên Têkildar