Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Durûtiya Erdogan û yên şîrîkên wî

Piştî êrîşa hovane ya Hamasê, Îsraîl jî bi heman hovîtiyê bersiva Hamasê da. Di vî şerî de bi hezaran însan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan sivîl bûn. Hamas bi êrîşeke tund avêt ser bi erdên dagirkirî ya Filistîn û gelek sivîlên îsraîlî qetil kir. Îsraîl jî di du rojan de serûbinê Gazeyê bi hev xist. Belê, sedema vê hovîtiyê siyaseta dagirker û nijadperest a Îsraîlê ye. Di vê de tu şik nîne. Lê tiştê ku Hamas kir jî ne helwesteke şoreşgeran e bû. Ew, bi rikdarî berê xwe da qadên sivîlan û wan bi awayekî nedîtî qetil kir, dîl girt.

Ev şer çawa derket? Kî piştgiriya Hamasê kir? Îsraîl bi zanebûn pêşî li Hamasê vekir? Bêguman, di rojên pêş de bersîva van pirsan û yên din ew ê zêdetir zelal bin. Niha şik li ser Îranê ye. Jixwe berpirsek leşkerî ya Hamasê jî ji bo piştgiriya Îranê ji wan re sipas kir. Her wiha tê gotin, Îsraîl û Amerîka ji bo li hember Îranê eniyek berfireh çêbikin, rê li ber êrîşên hov a Hamasê vekir. Belku bawer nedikirin hinde însan bimirin. Lê axir, êrîşên hovane ji xwe re kirin hincet. Niha Îsraîl amadekariya êrîşa bejayî jî dike.

Beriya şerê domahî ya Hamas û Îsraîlê, dewleta tirk dest bi êrîşek din kiribû. Di 3’yê cotmehê de bi balafirên bêmirov ên biçek û bi balafirên şer, bajarên rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Dewleta tirk, ji bo van êrîşan çalakiya HPG’ê ya li ser wezareta navxweyî sedem nîşan da ku ev çalakî jî di 1’ê cotmehê de pêkhatibû.

Piştî vê çalakiyê ewil car Hakan Fîdan derket pêşberî raya giştî û bi awayekî vekirî îtîraf kir ku ew ê hemû heyiyên binerdî û sererdî ya rojavayê Kurdistanê armanc bigirin. Çalakiya HPG’ê jî wekî sedem ragihand.

Em li vê derê navberek kurt bidin û her du çalakî û êrşên di heftiya ewil a cotmehê de pêk hatin, binirxînin. Gelo mirov dikare bêje ev çalakiya HPG û Hamasê, dişibin hev? Çima vê pirsê dikim, wê jî bêjim! Bi taybet li Tirkiyeyê gelek aliyên çepgir û heta hin ‘dostên’ kurdan jî çalakiya HPG’ê mehkumkirin. Hinek bi aşkerayî wekî ‘çalakiyeke terorîst’ binavkirin. Balkêş e, yên çalakiyên HPG’ê mehkumkirin, hinek ji wan piştgirî dan êrîşên Hamasê.

HPG’ê, bi du gerillayên fedayî ve êrîş bir ser navendeke şer. Di çalakiyê de pozê yek sivîlek bi xwîn nebû. Behsa keseke li Qeyserî hatiye kuştin tê kirin ku ew jî ne zelal e. Dibe ku ev yek ji alî dewletê ve wekî hinceteke şerê taybet jî were bikaranîn. Heta dibe ku dewlet wî kesî bi destê xwe kuştibe. Em ji kiryarên bi vî rengî ya dewletê re ne xerîb in. Lê axir di çalakî de armanc diyar bû. Ev armanca ji alî fermandariya Navenda Parastina Gel jî hate aşkerakirin. Bi mealen gotin ku “Heke me bixwesta, em dikaribûn bi hin gûherînên biçûk çalakiyek din jî bikin. Lê me vê nekir. Me xwest ku peyama me were famkirin.” Ango derdê PKK’ê ne kuştina însanan bû. Ew gotin, “Em dikarin li navenda Tirkiyeyê êrîş bibin ser navendeke şer. Ev hêza me heye. Hûn bi şer nikarin me biqedînin. Heke hûn biaqilbin deriyê Îmraliyê vekin û rêya çareseriya bê şer biecibînin.”

Dê ka li ku derê êrîşên Hamasê dişibe vê çalakiyê? Hamas rasterast êrîşîê sivîlan kir. Ev têr nekir, gelek kal û pîran, însanên bêçek dîl girt, kuşt û wan li kolanan gerand. Ev têr nekir, wêneyên wan jî ew bi xwe bi raya giştî re parve kir. Hemû kes dizane ku ev cûre êrîş, bangek e ji Îsraîlê re ye. Ew bi xwe rê li ber çareseriya bêşer girtin ku Hamas heta îro jî dijberiya çareseriya siyasî dike. Ew Îsraîl wekî aliyeke nabîne.

Evana li alîkî. Beyanek balkêş jî ji devê Erdogan derket. Ev beyan tam rûreşî bû. Erdogan êrîşên Îsraîl wekî dijmirovî bi nav kir û hinek mînak dan. Got: “Ew însanan bê kareba û bê av dihêlin, nexweşxaneyan bombe dikin. Ev kiryarek dijmirovî ye û li dijî zagonên mafên mirovan yên gelemperî ne.”

Rojbaş ji Erdogan re! Wezîrê wî bi xwe îtîraf dike, dibêje; “Em ê li sererd û binerd tiştekî nehêlin.” Piştî vê beyanê artêşa tirk êrîş dibe ser rojavayê Kurdistanê. Li nexweşxaneyan didin. Di nav de jin û zarok dehan sivîl qetil dikin. Santralên karebayan bombebaran dikin, mîlyonan însan bê kareba dihêlin. Êrîşê asayîşê dikin 29 cengawerên asayişê bi awayekî hovane şehîd dikin. Lê heman Erdogan ji xwe fedî nake dijberiya Îsraîlê dike.

Tê gotin, dibêjin; “Yên mala wan cam be bila keviran neavêjin şibakeyên kesî.” Erdogan ê ku derdora wî hemû cam e, ne bi keviran, bi zinarên mezin li şibakeyên Îsraîlê dide. Mixabin dinyaya durû jî vê durûtiya hov temaşe dike. Ya herî xerab jî, yên hovîtiya li ser cîranê xwe nabînin, leşkeriya Hamasê dikin.

De ka werin em ji van durûtiyan re çi bêjin?

 

Nûçeyên Têkildar