Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Durûtiya Ewropayê ya li hemberî HDP û kurdan

Her ku dewleta tirk li derve winda dike berê xwe dide hundir. Li hurdir jî kî heye? HDP, kurd û hin dengên muxalîf ên hinekî demokrat hene. Parlamenter tên girtin, di meclisê de heqaret li wan tê kirin. Vê yekê jî bi zimanê civakî em bibêjin, desthilat bi seyên xwe vê (Soylû û hwd.) devdirêjiyê dike.

Em tenê mînaka herî dawî bînîn bîra we; ku piştî têkçûna dewletê û artêşa wê li Garê li hember gerîla, Soylû û Akar ên dixwastin Erdogan bikin qehreman lê serê wî bi erdê ve bû, derketin û çîrok gotin û di nava çîrokên xwe de gef li yên ji wan re bibêjin hûn têkçûne xwarin. Yekser HDP û endamên wê hatin hedefgirtin. Zêdetirî 700 kesî hat binçavkirin û derbarê hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de li ser 9 parlamenterên HDP’ê dosya amade kirin û gefa girtinê li wan xwarin. Ne dûr e ku sibê biryara girtina wan parlamenteran jî fermî bidin û wan bixin zindanê. Çima? Ji ber ku ji desthilatê re gotin hûn divê hesab bidin gel û dîsa têkçûna wan derdixin holê.

Em zêde dirêj nekin û werin ser helwesta Ewropayê ji rewşa Tirkiye û herêm û dîsa mijara ku li ser wê siyaset dikin. Mafê mirovan û Ewropaya demokrasiyê diparêze!. Dîsa gotinên qelew ên ku Ewropa xwe pê dinepixîne û dibêje ew li dijî dîktatoran in. Di demên dawî de mijara muxalîfê rûs Navalnî û jerîkirin û girtina wî hat rojevê. Di vê mijara binpêkirina mafên muxalîfetê de heta em dikarin bibêjin; Pûtin li ber Erdogan di êrîşa li ser dijberên xwe de dikare bibe şagirt. Li Rûsyayê mirov ji halîkopteran nehatine avêtin û keçên temen biçûk ji aliyê polîs û leşkeran ve nehatine tecawizkirin. Ne heqareta devkî li siyasetmedaran hatiye kirin û ne jî bi hezaran girtî aşkera aşkera rastî îşkenceyê hatine. Lê ev hemû li Tirkiyeyê bi destê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hatiye kirin û va ye didome. Ewropa ji van yekan hemû li ku ye? Ma Rûsya û Tirkiye ewqasî dûrî hev in û Ewropa wê nabîne!.

Duh nûçe hatin belavkirin ku Yekitiya Ewropayê ji ber girtina muxalîfê rûs Navalnî  ceza li Rûsyayê biriye û dîsa di mijara birîna ceza li ser desthilata Vanziwêla û Çînê de wê gavan biavêje. Çima? Ji ber ku dûrî nirxên demokrasiyê dikevin û mafê mirovan bin pê dikin.

Baş e. Çi ferqa Navalnî û Selahttîn Demîrtaş ji hev heye. Ma ne herdu jî serokatiyê ji muxalîfetê re dikin. Ma bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin û êrîşa li ser mirovan ji ber ku bi kurdî fîkandine ne binpêkirinên mafê mirovan e?. Ma ya li Rûsyê bibîne û ya li Tirkiyeyê nebînî ne durûtiyeke raste rast û bê veşartine?

Li aliyê din Amerîka jî heye. Serokê Amerîkayê yê nû John Biden berî ku fermî bibe serok li ser ekranan got ew ê destekê bide muxalîfeta li Tirkyeyê ji ber ku Erdogan zêdegavî kirine. Ê ka li hember vê rewşa li Tirkiyeyê çi kiriye û çi helwest heta niha nîşan daye. Hin cara nêrîn derdikeve ku Ewropa li benda helwesta Amerîkayê ye û heta ku ew jî helwest li hember Tirkiyeyê nîşan bide ew ê jî deng derbixe. Lê ev jî li gorî min xwexapandineke din e. Ewropa çima di mijara danîna helwestê li hember Rûsyayê li benda Amerîka namîne, ew ê di mijara Tirkiyeyê de li benda Amerîkayê be. Bi van gotinên ku ew li benda helwesta Amerîka ne dixwazin kurdan bixapînin û bibêjin na em ne pê helwestin li hember kuştina we.

Ewropa ji rewşa ku niha li Tirkiyeyê heye berpirsyar e û ya dike durûtiye. Mafê mirovan û demokrasî ji xwe re kiriye maske û pê rûyê xwe yê bazirgan vedişêre. Ewropa di mijara kurdan û HDP’ê de durûtiyê dike û durûye.

Nûçeyên Têkildar