Wezîrê Berevaniyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) Patrîck Shanan ew ne ji bo şer leşker li Rojhilata Navîn bi cih dikin, bêhtir dixwazin Îran jêvegerînin
Shanana têkilî rageşiya ku ji heftiya bihurî ve ya bi Îranê re û li ser bicihkirina leşkeran a li Rojhilata Navîn got ku armanca wan ne şer e û wiha axivî: “Armanca me ya sereke ew e ku em pêşî li hesabên şaş ên Îranê bigirin. Em naxwazin krîz zêde bibe. Armanca me ne şer lê jêvegerandin e.” Shanan piştî civîna bi parlamenterên DYA’yî e ya têkilî Îranê ev axaftin kir.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo jî got ku bi rêveberiya Îranê re gelek qenalên diyalogê hene. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî duh gotibû şertên berdest ne li gorî danûstandinên bi DYA’yê re ne. WASHÎNGTON