Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

DYA, çima kredî da Kazimî û Erdogan?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji ber ku hîn her du jî ji bo wan lazim e. Li gorî daxuyanî û helwestên DYA û hevalbendên wan, Çîn û Îranê xistine armanca xwe.

Îran ji mêj ve ye, bi Înkilaba Îslamiya Xumeynî re, dest bi hinardeya/ixraca inkilab û bi cihkirina rejîma îslamiya xwe kir ye; bi taybetî li Rojhilata Navîn û paşê li giştî cîhanê.

Çînê jî di vê serdema dawî de; bi giranî di dawiya sedsala 20’î û destpêka sedsala 21’ê de, bi giranî şaxê baziraganiya xwe li cîhanê berfireh kir. Gihişt astek wisa, ne bi tenê ji aliyê aborî-bazirganî ve, ket pêşiya DYA û gelek deweletên emperyal ên din, belê bi piralî êdî bandora li ser siyaseta gelek dewletan jî destpê kir.

DYA û YE, di 14’ê Hezîrana 2021’an de, li Brukselê bi civîna bilind a NATO’yê re, ev mijar bi bingehîn xistin rojeva xwe û biryarên dijwar li dijî Çînê  standin. Piştî vê civîna Brukselê, Biden û Putîn li Cenevreya Swisreyê li hev rûniştin. Guman heye ku xalek girîng a rojeva wan jî dibe ku ev mijar be.

Li gel ku Mustefa Kazimî ne endamê NATO’yê ye jî, vexwendibûn Brûkselê û beşdarî civînên xwe kirin! Jixwe piştî van civîn û hevdîtinên girîng M. Kazimî, di 26’ê tîrmehê de vexwendin Washingtonê. Li wir yekser li gel Biden rûnişt û paşê bi gelek rayedarên têkildarî vê mijarê hevdîtin pêkanî. Di daxuyaniyên wan de diyar dibe ku têra xwe destek wergirtiye.

Di heman civîna Brûkselê de, R.Erdogan û Biden jî hevdîtin pêkanîn. Her çendî çavpêkeftinek kurt be jî lê li gorî gotin û kiryarên piştî van hevdîtinan, xuya dibe ku li ser mijara behsa wê hat kirin, axivîne û lihev kirine.

Di encamê de, ev krêdî ji bo dijberiya Îran û Çînê dane van herdu kabiran; an jî bi gotinek din mirov dikare  bêje ev proje dane destê wan, ev kar dane ser milên wan!

Jixwe di çarçovaya vê projeyê de, berî van hevdîtinan, bi hev re peymanek qirêj a bi navê PEYMANA ŞINGALÊ çêkiri bûn. Erê dûre weke bi tenê li dijî hebûna gerîla û Heşdî Şabiyên li Şingalê ne. Lê bi gelemperî li dijî Tevgera Azadiyê û siyaseta Îranê ye. Jixwe di gelek axaftinên xwe de jî, rayedarên wan, bi zanebûn her du hêzan hevpar didin xuya kirin û wisa vê armanca xwe ya gelemperî destnîşan dikin.

Li aliyên din bi rêya R.Erdogan, dixwazin li Kabila Affanistanê, roleke mezin bide ser milê dewleta tirk, da ku li wir dijberiya Çînê bi xurtî bidin meşandin. Li wir hem rêya cîhadîstên wir, hem DAIŞ’î û hem berhemên El Nusrayê yên ji Libya û Sûriyeyê bikişîne wir, dibe ya herî giring jî ew be ku bi saya tevgera îslamî ya tirkên Uygurê herêma Sîncanê, şer li dijî Çînê bide meşandin! Jixwe R.Erdogan, ji aliyê talîbanan bê xeme û dibêje “em û ew xwedî heman ideolojiyê (zihniyetê) ne”!

Bêgûman R.Erdogan, weke ku derfet bi dest ketibe, gelek ‘kirê’ dixwaze. Bi pereyên ku DYA û hevalbendên wan bide tenê ranaweste. Erê bi navê koçberan li Tirkiyeyê bide rawestandin, ew ê hinek kirê bidin. Lê wisa diyar e ku R.Erdogan ji gelek alî ve, bendewarê gelek qezenca ne.

Ew herêm ji aliyê heşîşê û hilberîna eroînê di cîhanê de yekemîn e. R.Erdogan jî, weke tê zanîn ji vî alî ve, ‘eşedûbillah’ ew jî di cîhanê de dibe ku yekemîn be!

Ji aliyekî din ve ku Kurdistanê yekser têkildar dike ev e; hem ew kesên ku dikişînin (nabe ku gotina koçber were bikaranîn), bi giranî tirkmenên  wir ne û girêdayî ne bi General Raşîd Dostumê navdar e bi komkujiyê (ne Peştûn e) û bi zanebûn wan dikişînin, hem wan li Kurdistanê bi cih bikin û li vir li dijî Tevgera Azadiyê bidin xebitandin û her wiha dikarin bişînin Sîncanê li gel tirkên Uygur, li dijî Çinê bidin şerkirin!

Heta niha bi hezaran kesên wisa kişandine Tirkiyeyê û tê gotin ku ji bo heman armancê di navendên NATO yên li Tirkiyeyê de perwerdeya wan dane destpêkirin jî.

Erê weke bi gotin ev siyaseta malxerab ketiye meriyetê û birêve diçe. Lê gelo ew ê çiqas serkeftî be? Êdî ev jî mijarek din e û şîroveyek din dixwaze. Lê ger bi kurtî be jî mirov dikare çend gotinan wisa rêz bike:

Hema di serî de Rûsya, gurê siyasetê ye û weke rovî hewl dide. Her wiha Çîn jî êdî ne gelek xeşîmê vê siyaseta moderniteyê ye. Jixwe van hewldanan ji nêz ve, ne bi tenê dişopînin belê dikevin nava hewldanên amadekariyan ji bo peşiyê li vê siyaseta DYA û hevalbendên wê bigirin. Hema di destpêkê de du heyêtên payebilind û berfireh ên Talîbanê vexwendin Moskov û Pekînê. Hinek gotinên wan aşkera jî bû; Çînê gotiye ‘nebî nebî hûn têkileyên xwe ji tirkimenên Uygurê neynîn’ û hwd! Serokê Leşkerê Rûsyayê Sergey Şovgu jî gotiye ‘em zanin Tirkiye mirovên DAIŞ’ê û hwd. ji Sûriye û Libyayê dikişîne Afganistanê!’

Her çendîn xeter hebin ewqas jî rêyên çareseriyê hene. Lê divê hişyarî û amadekarî, lêgerîn û pêkanîn jî hebin!

Nûçeyên Têkildar