Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

DYA ji bo astengkirina nêzîkbûna Îran û Siûdiyê dixwaze Îsraîl û Siûdiyê nêzî hev bike

Hevrikiya Erebistana Siûdî û Îranê li ser ewlehiya herêma Kendavê dibû gef, di heman demê de garantiyên ewlehiyê yên ku DYA'yê didan hevalbendên xwe yên Ereb jî sînordar bûn. Ji ber vê yekê lihevhatinek bi navbeynkariya Çînê di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de pêk hat.

Di noteke siyasî de ku Navenda Stimsonê di Sibata borî de derxistibû, hate gotin diyardeya Peymana Brahamê bandoreke girîng li hizra stratejîk a Îranê kiriye. Li gorî pisporan, ev yek ji wan faktoran bû ku hişt Tehran di sala borî de lihevkirinan di çend waran de bi Moskovê re bike.

Her wiha hate gotin “Îran bi rêya bidestxistina çekên nû yên wekî moşek û balafiran hewl dide pirsgirêka di hevsengiyê de ku ji ber pergala erebî-îsraîlî-amerîkî derketiye, derbas bike. Di heman demê de Îran hewl dide hegemonyaya xwe ya stratejîk li herêmên nêzî erdnîgariya DYA’yê wekî Amerîkaya Latîn zêde bike.”

Li ser mijarê rojnamevanê lubnanî Elî El Emîn diyar kir ku  biryara rêveberên Amerîkayê ya ku hebûna xwe li herêmê sînordar bike û girîngiyê bide herêma Hind-Pasîfîkê, rê li ber Çînê û Rûsyayê vekir ku derfeteke nû bi kar bînin.

Elî El Emîn got: “Ruxmî vê biryarê jî DYA hevkarê ewlehî yê herî baş û girîng ji bo dewletên Kendavê ye. Lê dema mijar girêdayî dozên siyasî û aborî be, em dibînin ku li cîhanê gelek qutb tên avakirin. Li ser vê bingehê biryara Erebistana Siûdî ya ku bi Çînê re bide û bistîne, ne gaveke taktîk e, lê biryareke stratejîk e.”

El Emîn ji ANHA’yê axivî û lihevkirina Pekînê ya normalîzkirina têkiliyên Îran û Riyadê mîna jinûve avakirina hevalbendî û dijminatiyan bi nav kir.

El Emîn destnîşan kir ku amerîkî ku di çareyeke sedsala borî de wekî lîstikvanên sereke yên Rojhilata Navîn bûn, lê niha li aliyekî mane û ji guhertinên girîng dûr ketine. Her wiha anî ziman ku çînî ku rola wan li herêmê ya duyemîn bû, niha bûne lîstikvanên nû.

Rojnamevanê ji Lubnanê Elî El Emîn bi domdarî got: “Koşka Spî li pêşiya ragihandinê lihevkirina siûdî-îranî pêşwazî kir. Lê bi awayekî eşkere fikarên xwe ji ber rola Çînê ya ku her du alî li hev anîn, venegot. Lê di axaftinên taybet de alîkarên Biden amaje bi vê yekê kir ku têkildarî serkeftinên dîplomatîk gelek analîz hatine kirin û qerfên xwe bi pêşniyarên der barê kêmbûna bandora Amerîka ya li herêmê de kirin.”

Medyaya Îsraîlê têkildarî normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de ragihand ku Erebistana Siûdî ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re şertên giran danîne ku divê Îsraîl erê bike. Ji wan şertan; dewlemendkirina uranyumê, avakirina reaktoreke nukleerî bi mebestên aştiyane, her wiha avakirina hevbendiya berevaniyê di navbera Riyad û Washingtonê de.

Li gorî rojnameya Washington Post a amerîkî jî, serokê Amerîkayê Joe Biden şêwirmendê xwe yê sereke şandiye Erebistana Siûdî da ku bi welîehdê Siûdiyê re mijara normalîzekirina têkiliyên Riyad û Til Evîvê nîqaş bikin.

Heman rojnameyê ragihand ku Erebistana Siûdî got, heta pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê çareser nebe, ew ê bi fermî Îsraîlê nas neke.

Elî El Emîn li ser vê mijarê ev nirxandin kir: “Rayedarên Îsraîlê dilgiran in ku lihevhatina Erebistana Siûdî û Îranê li ber hewldanên Îsraîlê yên avakirina hevbendiyeke herêmî li dijî Îranê bibe asteng û ev yek jî dê dibe sedema sereke ya li pey Peymana Brahamê û israra Îsraîlê ya ku Erebistana Siûdî li dewletên têkiliyan li gel wê normalize dike, zêde bike. Rayedarên Îsraîlê ji îhtîmala zîafbûna rola Amerîka li herêmê bibe cihê fikran, nemaze ji ber Çînê ya ku di çend salên borî de ji bo Tahranê bûbû damarê jiyana siyasî û aborî, êdî dikare valahiyê dagire. Her wiha tevgera dawîn a Erebistana Siûdî ku bibe şirîkeke di rêxistina Tevkariyê ya Şangahiyê (Rola Îran tê de çavdêrî ye) û pêşwazîkirina Hemasê ji aliyê Siûdiyê ve fikarên Îsraîlê zêdetir bike. Lihevhatina Siûdiye –Îranê piştî avêtina moşekên Îsraîlê li ser Xeza, Lubnan û Sûriyeyê pêk hat. Ji ber vê yekê metirsiyên Îsraîlê hene ku Peymana Pekînê cesaretê bide Îran û hevalbendên wê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar