Mem Avba |
17 sal li ser destwerdana DYA’yê ya Iraqê re derbas bû. 17 sal berê DYA’yê bêyî destûra NY û NATO destwerdana Iraqê kir, Sedem Huseyîn darve kir û rê li ber pêvajoyeke kaotîk vekir. DYA’yê ev destwerdana xwe bi hinceta ku ‘rejîma Sedem Huseyîn çekên kîmyewî çêdike û bikar tîne’ pêk anî. Piştî 17 sal di ser vê destwerdanê re derbas bûyî, dîsa serokê DYA’yê Trump daxuyanî da û got, ‘Rejîma Sedem Husen çekên kîmyewî û komkujiyê nebûne!’
Ev gotina Trump jî, bi qasî gotina rayedarên swêdî ku piştî 34 salan gotin ‘Olof Palme ji aliyê PKK’ê ve nehatiye kuştin’, sosret e.
Baş e di nava van 17 salan de li Iraqê çi bû? Qeyran û aloziyeke kûr a civakî ku hilweşîneke mezin a ji her alî ve pêk hatî çêbû û hêj jî ev qeyran û alozî bi kûrbûnî didome. DYA’yê hemû çavkanî û dewlemendiyên sererd û binerd ên xaka Iraqê derxistin ji bo xwe bikar anîn. Li şûna rejîma dîkta ya Sedem ku rewabûna vê destwerdanê li ser wê pêk hatibû, neqediya, berovajî sîstema dîktatorî dîsa bi şêwaz û rêbazên cuda domiya. Çi ji aliyê olî, çi jî ji aliyê neteweyî û mezhebî ve hemû pêkhateyên Iraqê bi hev ketin, bûn dijminên hev. Aliyê siyasî kirin dijminên hev, bêbawerî di nav wan de çandin ku ti kes nekare li ba hev rûne û bawerî bide ku gel û welat rêve bibe. Zemîn çêkir ku dewletên cîran di serî de Tirkiye, Îran, Sûriye û welatên Erebî destê xwe bixin nav kar û barên Iraqê û li gorî xwe teşe bidinê…
Ango bi awayekî giştî rewşeke kaotîk a mirovî, civakî, siyasî, îdarî, exlaqî, çandî, aborî û hwd li Iraqê derxiste holê!
Çi wijdana mirovahiyê, çi raya giştî ya demokratîk, çi jî hêzên navneteweyî di vê pêvajoyê de têgihiştin ku ev destwerdana DYA’yê ya li ser navê demokrasî, azadî û mafê mirov û rûxandina dîktatoriyê pêk hatî bi rastiyê re ti eleqeya xwe nîne!
Ji wê demê heta niha her çar hikumetê hatî ser kar bi destûr û pesenda DYA’yê ku xizmeta berjewendiyên wan bikin hatine qebûlkirin.
Piştî li Iraqê qaşo ‘aramî’ pêk hatî, sala 2008’an rêkeftineke stratejîk a di navbera DYA û hikumeta Iraqê de pêk hatibû. Li gorî bendên vê rêkeftinê;
Divê li Iraqê aramî bê misogerkirin û di her şert û mercan de DYA piştevaniya wê bike.
Destwerdana derve ya di nav kar û barên hundirîn ên Iraqê (îdarî siyasî, aborî hwd) bê sekinandin.
Rêxistinkirin û rêkûpêk-kirina artêşeke neteweyî ya Iraqê.
Li beramberî van, divê hikumeta Iraqê jî li Iraqê berjewendiyên DYA’yê biparêze.
Lê ji sala 2008’an ve encama derketî holê, ne li gorî daxwaz û armancên DYA’yê û ne jî yên hikumeta Iraqê ye. Niha jî Mistefa Kazimî ji bo bikaribe hikumeteke rêkûpêk ava bike, divê bibe xwedî helwesteke wisa ku hem hêz û dînamîkên hundirîn, hem jî yên derveyî razî bike.
Beriya niha DYA’yê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî Mehdî Muhendis û Fermandarê Sipayê Quds ê Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê kuştibûn. Vê jî nerazîbûneke tund a aliyên Şîa çêkiribû û daxwaz kiribûn ku hêzên DYA’yê ji Iraqê bên derxistin. Lewre Kazimî divê hem aliyê Şîa, hem jî DYA’yê razî bikira.
Ji bo DYA’yê razî bike Kazimî bi rayedarên Heşdî Şebî re rûnişt û di encamê de hate diyarkirin ku divê tevlî karên siyasî nebin tenê karê xwe bikin…
Mijara dîtir piştî Kazimî Desteya xwe ya hikumetê temam kir, gera xwe ya destpêkê li Musilê pêk anî. Ev jî tê wateya ku çareserkirina pirsgirêka Musilê, çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ye.
Ango bi mijara Heşdî Şebî ya dûrxistina ji siyasetê DYA, bi Musilê jî Heşdî Şebî razî kir. Daxuyaniya DYA’yê ya ku gotî ‘çekên kîmyewî yên Sedem Huseyîn nîne’ jî dilê Suniyan xweş kir. Heke di encama lihevkirineke wiha de ev nehatibûya gotin, divê aliyên Kurd û Şîa bertekeke mezin nîşanî vê daxuyaniya Trûmp bidana. Lewma Kurd û Şîa bi çekên kîmyewî yên Sedem hatibûn qetilkirin. Civîna herî dawî ya DYA û dewleta Iraqê bi hev re pêk anî nîşan dide ku ev hemû li ser rêkeftin û hevbeşiyê hemû aliyan hatine kirin. Ango DYA li Iraqê dimîne û aloziya Iraqê dê bidome!