Hate ragihandin rayedarên DYA, Rûsya û Israîlê di meha hezîranê de ji bo ‘pirsgirêka ewlehiyê ya Rojhilata Navîn’ gotûbêj bikin. Civîn dê li Qudsê were li darxistin
Qesra Spî bi daxuyaniyekê ragihand Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rûsya û Israîl dê di meha hezîranê de li Qudsê wê kom bibin.
Hate diyarkirin li ser navê DYE’yê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ê Trûmp John Bolton, li ser navê Rûsyayê hevtayê Bolton wê Nîkolay Patrûşev û li ser navê Israîlê jî Meîr Ben-Shabbat wê hazir bin. Di daxuyaniyê de hate gotin sê rayedar wê ‘ewlehiya Rojhilata Navîn’ gotûbêj bikin. WASHÎNGTON