Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

DYA’yê ji bo bazirganiya zêran a Erdogan-Maduro gef xwar

Rayedarekî payebilind ê amerîkî da zanîn ku ji bo şopandina sepanên li dijî Venezuelayê wan dest bi lêkolînkirina bazirganiya zêran a di navbera Tirkiye û Venezuelayê de kiriye. Rayedar got ku ger ev yek bê tespîtkirin dê bikevin nav tevgerê

Rayedarekî payebilind ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di hevpyevîna xwe ya bi Bloomberg’ê de anî ziman ku ji bo venihêrîna sepanên DYA’yê, wan dest bi lêkolîna bazara zêran a di navbera Tirkiye û Venezuelayê de kiriye. Rayedarê amerîkî got ku ger sepanên wan hatibin binpêkirin, dê ‘DYA bikeve nav liv û tevgerê’.

Li gorî nûçeya Bloombergê, berpirsyarê têkoşîna fînansmaniya terorê ya Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê Marshall Bîllîngslea dê roja înê li Enqereyê bi rayedarên dewleta tirk re hevdîtinan bike. Li gorî îdiaya rayedarekî payebilind ê Amerîkayê, DYA’yê ji bo tespîtkirina binpêkirina sepanên wan, der barê bazirganiya zêran a di navbera Tirkiye û Venezuelayê de lêkolîn daye destpêkirin. Rayedar diyar kir ku ger ev binpêkirin bê tespîtkirin, dê DYA bikeve nav liv û tevgerê.

Ji ber helwesta Erdogan mat bûne

Rayedarê amerîkî da zanîn ku di hevdîtinên di navbera Billingslea û Enqereyê de yek ji mijarên nîqaşê jî Îran e. Rayedarê Amerîkî got ku piştgiriya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi serokê dewletê yê Venezuelayê Nîcolas Maduro re ew mat kirine. Di berdewamê de jî rayedarê amerîkî wiha dibêje: “Di hevdîtinên me yên bi hikûmeta tirk û yên bi hikûmetên din re me ji wan re ragihand ku rejîma Maduro rewa nabînin. Her wiha me ji wan xwest ku tev li me bibin. Lê heta niha jî dewleta tirk bersiveke erênî nedaye.”

Li gorî daneyên fermî Tirkiyeyê ji bo dawerîn û xebitînê, ji sala 2018’an ve ji Venezuelayê bi qasî 900 milyon dolaran zêr hawirde kirine. Rayedarê DYA’yê da zanîn ku beşek zêrên ku ji Venezuelayê tên hawirdekirin, di binpêkirina sepanên li dijî Îranê de tên bikaranîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar