Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

DYA’yê keştiya petrolê ya Îranê xiste lîsteya reş

Wezareta Xizîne ya DYA’yê ragihand ku keştiya petrolê ya Îranê ‘Adrian Darya 1’ xistiye lîsteya reş û dê ceza li kaptanê wê ferz bike.

Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku tîma keştiya Îranê ya bi navê Adrian Darya 1 rêgeha xwe guherand û ber bi Îskenderona Tirkiyê ve diçe. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî diyar kir ku keştiya petrolê ya Îranê ber bi Lubnanê ve diçe.

Wezîrê darayî yê Lubnanê Alî Hesen Xelîl tekez kir ku agahiya Lubnanê ji rêgeha keştiya Îranê, ber bi benderên Lubanê ve tune ye û wiha got: “Agahiya Lubnanê ji rêgeha keştiya Îranê ya petrolê tune ye.”

Kanala El-Hura jî ragihand ku Wezareta Xizîne ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê got: “Keştiya Adrian Darya 1 li gorî benda 13224’an ku têkildarî terorîst û kesên destekê ji terorîstan werdigirin, hate rawestandin û dê ceza li kaptanê wê Akhilesh Kumar li gorî heman madeyê were birîn.”

Wezaretê diyar kir ku keştiya petrolê nêzî 2.1 milyon bermîlên petrola Îranê hilgirtiye û ev jî Artêşa Pasdaran a Îranê ku ji aliyê DYA`yê ve di lîsteya terorê de ye, sûdê jê werdigirin.

Wekîlê Wezareta Xizîneyê Kar û Barên Terorîst û Îstixbaratên Darayî Segal Mandelker got: “Keştiyên wekî Adrian Darya 1 derfetê didin Pasdarên Îranê ku bi petrolê ne yasayî destekê dide rejîma qirêjî û terorê belav bike.”

Wekîl diyar kir ku kesê destekê bide Adrian Darya 1 dê rastî cezayan were, rêya rehetiyê di guhartina rêgehê û rê li pêşiya sûdwergirtina Pasdarên Îranê ji petrola ne yesayî ye.

Tê zanîn ku piştî Tehranê ragihand ku sotemeniyê  ji ber cezayên Yekitiya Ewropayê li ser Sûriyê heye dê radestî Sûriyê neke, desthilata Cebel Tariq keştî serbest berda.ROJHILATA NAVÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar