Meclîsa Nûneran a DYA’yê pêşnûme qanûnek qebûl kir ku pêşnûme pêkanînan li Serokkomarê Tirk Erdogan û şîrketên bi artêşa Tirk re dixebitin ferz dike.
Pêşnûme qanûna li dijî Tirkiyeyê li Meclîsa Nûneran ku baskê jêrîn ê Kongreya Emerîkayê ye pêşkêşî dengdanê hate kirin û bi dengê piraniya parlamenteran hate pejirandin. Li Meclîsa Nûneran 403 parlamenteran dengê ‘erê’ bi kar anîn û tenê 16 endam li ber rabûn.
Parlamenterekî ji Partiya Komargeran der barê dengdanê axivî û destnîşan kir ku ew ji ber êrîşa dewleta Tirk a li dijî ‘hevalbendê wan Kurdan’ bi ‘fikar’ in. Qiseker destnîşan kir ku divê rê nedin binpêkirina mafên mirovan ku bi destê dewleta Tirk tê kirin.
Pêşnûme qanûn beriya pêşkêşî Serokê DYA’yê Donald Trump bê kirin divê li Senatoyê jî pêşkêşî dengdanê bê kirin. Di pêşnûme qanûnê de pêkanîn li ser Tayyîp Erdogan, wezîrên wî, gelek rayedarên dewleta Tirk û saziyan tê ferzkirin. Pêkanîn bi taybetî li Tayyîp Erdogan, artêşa Tirk û şîrketên pê re dixebitin tê ferzkirin.
Erdogan, alîkar û wezîrên wî di lîsteya pêkanînan de ne
Rêveberên Tirk ên ketin ber pêkanînan: Serokkomar Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, Wezîrê Parastinê yê Milî Hûlûsî Akar, Wezîrê Karên Deve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û Wezîra Bazirganiya Rûhsar Pekcan.
Artêşa dagirker û şîrketên pê re kar dikin ketin ber pêkanînan
Di pêşnûmeyê de artêşa Tirk a dagirker û şîrketê pê re kar dikin jî ketin ber pêkanînan.
Di pêşnûmeyê de her wiha alîkariya însanî, tenduristî û îstîxbaratê ya bi van kes û saziyan re ketin ber pêkanînan, her wiha tê qedexekirin ku DYA yan jî artêşa wê çek, cebilxane nefiroşin artêşa Tirk.
Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku vîze ji Erdogan û wezîrên wî re neyê dan. Balkêşe ku der barê sermayeya Erdogan de raporek hatiye xwestin.
Tê payin ku pêşnûme qanûn li Senatoyê jî bê pejirandin. WASHÎNGTON