Ev sernivîs, ji sernûçeyên çapemeniya Rûsya û Tirkiyeyê hatiye girtin.
Diyar dibe ku êdî DYA, gelek ji têkiliyên Rûsya-Îran û Tirkiyeyê nerihet bûye û hêrs bûye. Bêguman li gel têkileyên siyasî, bi giranî ji peymanên bazirganî û leşkerî aciz e.
Ev demek dirêj e, peymana sîstema bergirî ya fuzeyên S-400 a li gel Rûsyayê, di rojeva raya giştî de ye. Di van rojên dawî de, bûye kêşeyek mezin di navbera DYA û Tirkiyeyê de.
DYA, gotina dawî ji Tirkiyeyê re got û 15 roj wext dayê da ku dev ji kirîna vê sîstema bergirî ya S-400’an berde. Di roja 7’ê hezîranê de ev wext bi dawî dibe. Îca, hinek şîroveger dibêjin “ev roja 7’ê hezîranê, rojek dîrokî ya watedar û balkêş e. Ji ber ku ev roj, roja destpêka ‘Seferên Xaçperestiyê’ ye.”
Weke tê zanîn seferên bi vî navî, di navbera salên 1095 û 1272’an de pêk hatine. Lê sefera destpêkê ya ku di 7’ê heziranê de destpê kirine, gelek derbên mezin li misilmana dane û gelek deskeftiyên wan jî ji destê wan girtine.
Li gorî nûçeya tv ya CNBC ya amerîkî, ger Tirkiye ji vê bazarê paş ve nezîvire û li gel DYA’yê ji bo fuzeyên Patriot peymanê çêneke, DYA û NATO, dê gelek biryarên giran li ser Tirkiyeyê bidin meşandin. Her wiha di serî de ew ê Tirikiyeyê ji wê program û projeya F-35’an bixin der.
Ez bawer dikim armanca DYA, ne ev tenê ye. Weke tê zanîn nakokiyên bazirganî yên navbera DYA û Çînê jî bi hemû dijwariya xwe di rojevê de ne. Her wiha weke berê jî gelek caran hate gotin, bi bingehîn dixwaze Tirkiyeyê bajo ser Îranê.
Bi vî awayî armanca DY’yê berfireh û mezin e. Hem dixwaze bazirganiya xwe ya gelemperî û bi taybetî ya leşkerî xurt bike, hem rê li pêşiya bazirganiya Çînê bigire û hem jî desthilatiya Îranê bi tevayî; hem li herêmê û hem jî ger karibe li nava wê bi xwe de jî birûxîne, hilweşîne.
Bêguman ev plan û programa berfireh a Amerîkayê hema hema biqasî Îranê, Tirkiyeyê jî tengav dike û her du lingên wê dixe yek pêlavê!
Helbet ew hewldan û êrîşkariya bi lez û bez a qirkirin û dagirkirinê ya li ser xaka Rojava û Başûr a R.Erdogan û D.Bahçelî, ji ber vê tengavbûn û tirsa têkçûna wan e.
Ji alîkî ve ew hevalbendiya wan a li gel Rûsya û Îranê, dilerize û li ber hilişandinê ye. Li aliyê din ve derbeyên mezin ji gerîla, HSD û hwd. hêzên çekdarî dixwin. Bi vê re hevalbendên wan DAIŞ’ê derba mirinê ji HSD’ê xwar, Rûsya jî li gel Sûriyeyê êrîşên giran dibe ser hevalbendên wan El Nusra û hwd. Her wiha berxwedana grevên birçîbûnê û çalakiyên piştgriyê yen dayikên çalakgeran û bi giştî ya gelên bi rûmet, ew tengavî û tirsa wan mezintir kiriye.
Dîroka 7’ê hezîranê, dibe ku wê hilbijartina ew ji desthilatiyê anî xwarê jî tîne bîra wan. Lewma şaşo maşo bûne û nizanin ew ê çawa derdê xwe derman bikin. Ji bo Stenbolê bistînin baz didin ber her derî. Ew çûyîna wan a ber deriyê Îmraliyê jî, bi vê ve girêdayî ye. Lê weke tê zanîn Rêber Apo jî tevgera wî jî û gelê Kurdistanê jî, heta garantiyê nebînin, bi gotin û sozên wan baweriyê nînin.
Helbet divê ew wahşet û komkujiyên ku di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de pêkanîn jî neyên jibîrkirin. Ji xwe Soylu, Bahçelî û Akar gefên kuştin û qirkirinê dixwin.
Helbet divê li hember her bûyerê, her kes hişyar be; hem li hember firset û derfetan, hem li hember xeflet û xiyanetan jî. Lewma lazim e baldarî û hişyarî her hebe.
Bila ji tehdîdên DYA’yê zêdetir, ji berxwedana gelên me bitirsin.