Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...
Cuma - 18 Ekim 2024

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

DYE, Çîn û Rûsya

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji bo di vê serdema nû de yan jî bi gotinek din di sedsala 21’an de, ji nû ve dizaynkirina cîhanê, sê dewlet derdikevin pêş; Amerîka, Çîn û Rûsya. Bêgûman em ê li vir balê bidin ê têkildarî xwe; rola Kurdistanê!

Weke tê zanîn heta niha pêşengtiya vê desthilatiyê, DYE û Rûsya dikir. Bêgûman dîsa van her du dewletan dest ji rola xwe ya serokatiyê nekişandine. Lê Çînê jî xwe gihandiye asta wan û dikare were gotin ku di pir aliyan de ew derbas jî kiriye û wan ditirsîne jî. Kurt kurmanci, niha her 3 dewlet ji bo serokatiya cîhanê ketina nava pêşbirkek/rakêşeyek dijwar.

Heta radeyekê li dijî DYE’yê, Çîn û Rûsya weke eniyekê tevdigerin. Belê hîn em di salên despêkê yên serdemê de dijîn, dibe ku di salên pêş de ev hevsengî, bi hinek rengên din ve were guhestin.

Jixwe heta niha Çîn bi bêdengî tevdigeriya. Piştî civîna 18’ê Adara 2021’an a di navbera wezîrên derve yên DYE’yê Antony Blînken û yê Çînê Wang Yi de, li Alaskayê, ew bêdengiya Çînê rabû. Di vê hevdîtinê de, her du wezîran siyasetên dewletên xwe li hev aşkera kirin, bi gotinek din ‘şûrên xwe yên dîplomasiyê li hev kişandin’ û raya giştî ya cîhanê jî agahdar bû.

Hema piştî vê gefxwarina li hev kirin, her du wezir jî derketin gerên girîng ên cîhanî, ji bo ku bi lezgînî hevalbendiyên xwe li dora xwe bicivînin.

A.Blînken berê xwe da Japonyayê, Koreya Başûr û hwd.

W.Yi jî berê xwe da Tirkiye, Îran, Siûdî, Bahreyn, Umman, Emîrtiyên Ereban û Wezîrê Çînê yê Bergiriyê jî çû Yewnenistanê û hwd.

Li gorî agahî û şîroveyan, bi giranî polîtîkaya rêveberiya nû ya DYE’yê wisa ye; armanca wan a sereke Çîn e. Lê niha bi giranî û yekser êrîşî ser Çînê nake, pêşî Rûsya xistiye armanca xwe ya yekser. Ji alîkî wisa, ji aliyê din ve jî bi xurtkirina hevalbendên xwe; bi taybetî dixwaze bi Yekitiya Ewropayê re tevbigere û bi vê şewazê/taktîkê dora Çînê vala bike û bê bandor bihêle.

Hilbet Çîn û Rûsya jî vala nasekinin. Rûsya niha di rû re diranê xwe nîşan dide, lê Çîn bi lezgînî ketiye nava xebatê. Ji alîkî ve dixwaze di navbera hevalbendên DYE’yê de nakokiyan derxe, yên heye jî zêde bike; weke Tirkiye û Yewnanistanê û hinek dewletên ereban.

Li aliyê din ve jî, dewletên nakokiyên wan ên dijwar hene li gel DYE’yê; mînak Îran û hwd. re têkilî û peymanan çêbike. Jixwe bi Îranê re peymanek berfireh a 25 salan çêkir. Tê gotin ku di ser Îranê re dixwaze xwe bigihîne Hindistanê û hinek welatên din jî.

Di van nakokî û rakêşa siyasetên desthilatiya cîhanî de, yê girîng û bingehîn bêgûman aliyê têkildarî gelên herêmê û kurdan çi heye? Her wiha di serî de çi rol dikeve ser milê dewleta Tirkiyeyê û berjewendê Tevgera Azadiya Kurdistanê li ku derê ye?

Weke tê xuyakirin tu rolekî mezin nakeve para dewleta Tirkiyeyê. Ji ber DYE’yê, şûna wan hewcedariyên xwe yên bi Tirkiyeyê re hebûn, niha di asta mezintir de, navendên xwe yên siyasî û baregehên xwe yên leşkerî hem li Başûr, hem li Rojava û hem li Yewnenista, Qibris û Urdunê ava kiriye, ava dike!

Weke tê zanîn, li herêmê armanca wan a herî bingehîn rûxandina rejîma Îranê ye. Li vê qonaxê, ji bo berjewendên xwe, Kurdistanê ji Tirkiyeyê pêştir dibînin. Qasî ku diyar dibe jî baweriya xwe, ji rejima AKP-MHP’ê bêhtir, bi tevgera kurdan tîne.

Ji aliyê tevgera kurdan jî, qasî ku derfet derketine holê, zemînekî ji berê berfirehtir û baştir çêbû be jî, divê gelek bi hişyarî û bi hostayî û bi amadekarî tevbigerin. Jiber ku di dîrokê de gelek derev û bêwijdanî bi serê kurda ve hatiye. Wa ye mînaka Komara Kurdistanê (Mahabad). Mînaka Mele Mustafa Berzanî, Agirî, Zîlan, Sason, Koçgîri, Şêx Seîd, Dêrsim û hwd.

Lewma divê Tevgera Kurd, ji dîrokê pir û pir dersan karibe derxe. Weke zanist û serpêhatî û rêberî û rêxistinî ne pir lawaz e. Mirov dikare bibêje xurt e jî. Lê bi tenê têkilîi û tifaqa navxweyiya neteweyî lawaz e. Mirov wisa jî dikare bawer bike ku eger hema bila şerê navxweyî/şerê xwekujî dernekeve di navbera rêveberiyên tevgera ku niha heye, dîsa jî gelê kurd dikarê bi ser bikeve. Ji ber ku îradeyek bi hêz û rêberiyek hemdemî derketiye holê, tahma azadiyê jî hildaye, bi tenê şerê navxweyî dikare bandora nebaş li ser bike, şerê derve na!

Helbet daxwaza herkesên welatparêz û serwext ew e ku; yekitî û tifaqek xurt, di navbera hêz û rêxistinên gelê kurd de pêk were û êdî bila ev sedsala 21’an, bibe sedsala azadiya gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê!

Nûçeyên Têkildar