Erdogan tezkereya şer ji meclisê derbas kir. Berî niha HDP ne tê de hemû partî piştgiriya şer dikirin. Lê ev car bi tevî HDP, CHP jî tezkere erê nekir. Alîgirên Alî Babacan jî, berê biryara erêkirinê girtin, dû re bêalî man.
Bêgûman der barê tezkereyê de nêrînên CHP û HDP gelek ji hev dûr in. Lê ev helwesta CHP jî ji me re nîşan dide ku êdî dubendiya navbera hêzên statuparêz a Tirkiyeyê aşkera ye, naye veşartin.
Di tezkereyê de cudayî ev car wadeya tezkereyê ye. Berî niha tezkere ji bo salek dihate derxistin. Ev car ji bo du salan derxistin. Sedema vê yekê tê zanîn. Di pêşerojê de hilbijartin hene û naxwazin rewşa leşkerên xwe yên li derveyî welat, bi taybet yên li Sûriye û Iraqê, bi paşvekêşanek zarûrî re rû bi rû bihêlin. Her wiha Erdogan bi vê tezkereyê, dixwaze heta hilbijartinên 2023’an tehdîda şer di destê xwe de bihêle.
Tehdîda şer jî ji du alî ve ji bo Erdogan girîng e. Yek, Erdogan bi neyartiya kurdan li ser hukum ma. Bi van destkeftiyan dixwaze, siyaseta xwe ya neyarane bidomîne. Dudu, her diçe lawaz dibe û diyar e ev lawazbûn eger tedbîrek negire dê dawiya Erdogan jî bîne. Şer, ji bo vê yekê jî wekî tedbîrek diparêze. Pir kes di wê baweriyê de ne ku Erdogan dema ji bo hilbijartinan were mecburkirin, ew ê carekî din haleta şer biceribîne. Bi rêya vê şerî jî, heta ji wî were ew ê desthilatdariya xwe biparêze. Tê dîtin ku amadekariya vê yekê dike.
Di bîra we de ye. Erdogan çend roj berê serçeteyên xwe yên li herêmên dagirkirî bi cih kiriye, li Enqereyê civand. Bi wan serçeteyan re amadekariya plana şerên rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Tiştên li gorî çapemeniya Erdogan dinivîsîne, bi tevî leşkerên tirk û çeteyan herî kêm 35 hezar çekdar ji bo êrîşên bejayî hatine amadekirin. Di hedefa wan de jî Minbic, Til Rifat, Til Temir û Eyn Îsa hene. Ew ê bi beşdariya hêzên hewayî, ji du aliyan êrîş bibin ser rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Beşek çete û leşkerên tirk ew ê ji ser Girê Spî û Serêkaniyê ber bi Eyn Îsa û Til Temir ve biçin; çete û leşkerên mayî jî ji ser Efrîn û Cerablûsê ve ber bi Minbic û Til Rifatê ve biçin. Armancek vê êrîşê jî ew e, xeta Kobanê û Herêma Cizîrê ji hev bibirin, Kobanê tenê bihêlin.
Ev plan, her wiha amadekariya şereke mezin e. Her çiqas ew di propagandayên xwe de, wekî hedefên hêsan nîşan bidin jî, dizanin ku êrîşeke ev qas berfireh ew ê bi hêsanî tevnegere û li hemberî wan ew ê berxwedanek mezin hebe. Ji bo wê yekê jî geh li deriyê Rûsya, geh jî li deriyê DYA’yê dixin. Ji wan hem dixwazin korîdora hewayî heta dawiyê ji wan re vekin, hem jî dixwazin li hember êrîşan bêdeng bimînin.
Ev ji bo wan rêya hêsan e. Lê hê jî ew ê DYA heywestek çawa bigire, ne diyar e. Rûsya, tê dîtin ku ji dewleta tirk re hêsanî nîşan dide. Sedemên vê yekê jî tê zanîn. Hem dixwaze li Idlibê rê ji rejîma Sûriyeyê re veke, hem jî dixwaze kurdan mecburî Sûriyeyê bike. Amerîka heta çi radeyê ew ê pêşî li vê siyaseta qirêj veke, ew jî ne diyar e. Ew xwe berêve ber bi sînorên Iraqê ve dikişîne. Diyar e, li Hêrêma Cizîrê ew ê li hin cihan hebûna xwe biparêzin. Lê eger ev helwesta xwe bidomînin, bi tundî dijberiya êrîşên dewleta tirk nekin, ew ê Erdogan vê derfeta demildest bikar bîne. Ev helwesta Amerîkayê jî ji bo wî nîmet e.
Ev tiştên hanê hesabên malê ne. Lê ew ê li bazarê çi derkeve hemberî wan, divê ew jî were şîrovekirin.
Tiştên ku hatine plankirin, heta niha meriyetê de ne û leşker û çeteyên dewleta tirk ji vê yekê sûd wergirtine, sedan car êrîşî rojavayê Kurdistanê kirine. Lê di yek êrîşên xwe de jî serneketine. Daxuyaniyên ji alî fermandariya HSD û rayedarên Xweseriya Demokratîk tên jî gelek zelal in. Ew, bang li hemû cîhanê dikin da ku piştgiriya rejîma faşîst ê Erdogan nekin. Eger hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê pêşî li êrîşê negirin jî, ew ê bi tundî li ber xwe bidin.
Erdogan, mecburî vê şerê ye. Ji bo xwe ji bandora lawazbûnê xilas bike, her wiha bi ceribandina şerekî nû carekî din bikaribe desthilatdariya xwe ya faşîst biparêze, jê re şerek nû lazim e. Niha şertên şer pêkneanî ye. Şertên şer pêk bîne, îtîrazan ji holê rake ew ê dest bi êrîşan bike. Eger îcaze negire, ew ê dîsa şer biceribîne. Lê diyar e, şer ev car bi çi rengî destpê bike jî, Erdogan nikare xwe bi rêya şer xelas bike.
Sedema herî esasî berxwedana şervan û gerîlayên Kurdistanê ne. Sedemek din jî dubendiya navbera aliyên dewletê ne. Ev yek li meclisê di dirêjkirina tezkereyê de hat dîtin.
Bi gotinek kurt, êdî Ebbas çi bike xilasî ji wî re tune ye, ew rêwî ye.