Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Echo: Stêrka Erdogan çilmisî!

Rojnameya ekonomiyê l’Echo’yê encama hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê yên li Tirkiyeyê analîz kir û got ku stêrka Erdogan çilmisî

Rojnameya ekonomiyê ya Belçîkayê l’Echo encama hilbijartinên 31’ê adarê yên Tirkiyeyê bi gotina ‘Stêrka Erdogan çilmisî’ analîz kir.

Rojnameyê bi bîr xist ku Erdogan hilbijartinên herêmî veguherandiye ‘Bekaaya welêt’ û diyar kir ku binketina Erdogan a roja yekşemê dibe ku ew û partiya wî bimîne bin tomet û sûcdariya bekaayê de.

Rojnameya Echoyê diyar kir ku piştî hevrikên hev ên hilbijartinê nêzî hev bûne, ajansa dewletî ya fermî Anadolûyê daneyên hilbijartinê dane sekinandin, lewre jî zelalbûna encaman gelek dereng ketiye û wiha got: “Ev muharebereya (şerê) mezin ji hêla partiya desthilatdar ku hemû enerjiya xwe daxistî holê ve li ser wê bingehê bû ku mohra xwe li binê destpêkên nû bide. Di hilbijartinê de Stanbol ku bajarê Tayîp Erdogan e û ji sala 1994’an ve bi rê ve dibe, lewre jî kariyera xwe ya siyasî hemû li ser vê hilbijartinê saz kirî; piştî serweriya nîv sedsalê ya muhafazakaran, kete destê muxalefeta komarhez û laîk.”

Gel ‘Reîs’ hişyar kir!

Bayram Balci yê ji rojnameyê re axivî, da zanîn ku muxalefetê derdorê 10 şaredariyên bajarên mezin ên nû bi dest xistine û wiha domand: “Hilbijartinên şaredariyê ji bo reîs hişyariyek bû. Zordestiya zêde ya desthilatdariyê, krîza ekonomîk dibe ku têkçûna Erdogan rave bikin. Li şûna bihêle ku ev hilbijartin weke hilbijartineke asayî ya şaredariyan pêk bê, veguherand referandumeke ku li dora xwe honandî.”

Dibe ku hemû pergala AKP’ê biheje

Nivîskar Jean-François Pérouse ku gelek pirtûkên wî yên di derbarê Tirkiyeyê de hene jî diyar kir ku gelek nediyarî hene û anî ziman ku nediyariya ekonomî û ya navneteweyî jî li vê zêde bikin û metirsî heye ku AKP hemû biheje.

Dibe ku veqetîn û qutbûn çê bibin

Zanyarê siyasetê Ahmet Însel jî wiha şirove kir: “Di siyaseta tirk de divê mirov di demeke kurt de nemîne li benda hejandineke mezin. Lê belê hilbijartinên şaredariyê ji bo Erdogan û partiya wî rewşeke metirsiyê destnîşan dikin. A yekemîn wê muxalefet hinek cesaretê bigire. Piştî wê, têkçûna li bajarên mezin, dibe ku hesteke mîna ‘potansiyela serokomar a di bin banê AKP’ê de qediyaye’ biafîrîne.”

Her wiha Însel destnîşan kir ku dibe ku ji AKP’ê veqetîn û qutbûn jî çêbin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di rewşeke wiha de, em ê derbasî konjonktureke ku dawî li AKP ya Erdogan tê, bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar