Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Edaleta daraza Tirkiyeyê wilo ye!

Edaleta Tirkiyeyê ser û bin bûye. Kesên pêwist e bêne girtin û cezakirin, serbest digerin. Lê kesên bê sûc, pêşengiya civakê dikin û ji bo aştiya civakî tev digerin tên girtin û ceza li wan tê birîn. Em dikarin bi gelek mînakan vê yekê piştrast bikin.

Di 2 rojên dawîn de danişîna 2 dozên girîng hatin dîtin. Yek jê danişîna doza bersûcê tecawizê Osman Ç. li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Osman Ç. di 13’ê Çileyê de li girtîgehê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Dadgehê Osman Ç. ê tecawizî zaroka 17 salî Z.Ç. kir bi hinceta “Şika bireve tune” serbest berda. Yek jî danişîna doza kalê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ê ku 24 sal in girtî ye bû. Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî jî di 14’ê Çileyê de li Edeneyê hat darizandin. Ji ber nexweş bû nekarîbû tev li danişînê bibe. Dadgehê der barê Ozkan de biryara berdewama girtinê da. Ozkan ê nexweş dîsa nehat berdan. Eger şika Osman Ç. a bireve tune be, gelo kalê 83 salî yê nexweş Mehmet Emîn Ozkan dê çawa bireve???

Ev bi xwe re gelek pirs û nakokiyan ava dike. Çima Osman Ç. ê dozger bi delîlan îspat dike ku tecawizkar e, bi hinceta “Gumana bireve tune” serbest berdidin? Lê çima Mehmet Emîn Ozkan ê nexweş û 83 salî ku 24 sal in girtî ye û hêj delîl tuneye ku sûc kiriye, serbest bernadin?  Çima mêrên wekî çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û polîs Yakup Şahîn ê Kemal Kurkut kuşt, li gel delîlên sûc ên şênber serbest digerin? Polîs Yakup Şahîn li pêş çavên dehan rojnameger û kamerayan Kemal Kurkut kuşt. Kêlî bi kêlî wêne û dîmenên kuştina Kurkut hat kişandin. Li gel vê yekê polîsê kujer beraet kir. Çawîsê pispor Musa Orhan tecawizî Îpek Er kir. Ji ber Musa Orhan nehat cezakirin, Îpek Er dawî li jiyana xwe anî. Lê dîsa Musa Orhan piştî çend rojan girtî ma dîsa serbest hat berdan. Polîs, esker û tecawizkar çima tên berdan, lê çima jinên siyaseta demokratîk kirin girtî ne. Çima Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Hulya Alokmen girtî ne???

Polîsê kujerê Kemal Kurkut Yakûp Şahîn beraet kir. Çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir serbest hat berdan. Bersûcê tecawizê Osman Ç. yê tecawizî zaroka 17 salî Z.Ç. kir, serbest e. Gelek kujer û tecawizkarên bi vî rengî serbest in. Lê heta niha ji ber bûne hevserok û siyasetmedar, bi dehan kes hatine girtin.

Dema em li rewşa daraza Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku dadgeh; mêr, polîs, esker û kesên zilamê dewletê serbest berdidin. Lê kesên jin, siyasetmedar û hevserok bin ceza dikin û diavêjin zindanê. Em bi çend mînakan vê yekê bi bîr bixin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun de 10 sal cezayê hepsê birî. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel de 7 sal û 6 meh cezayê hepsê birî. Dadgeha Bilind 10 sal cezayê ku 17’mîn dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li Hevseroka KCD’ê ya berê Aysel Tugluk birî bû, erê kir. Dadgehê dîsa 10 sal cezayê ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li hevseroka KCD’ê ya berê Selma Irmak birîbû, erê kir. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 21’ê kanûnê de 22 sal û 3 meh ceza birî. Piştî caza birî Leyla Guven di heman şevê de binçav kirin û şandin girtîgehê.

Em di van mînakên şênber de dibînin ku dadgeh bêtir jinên kurd ên siyasetmedar ceza dike. Niha jinên siyasetmedar û hevserokên partî û şaredariyan girtî tên darizandin. Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Aysel Tugluk, Selma Irmak, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Hulya Alokmen, Şevîn Alaca, Ayla Akat Ata û bi sedan jinên kurd ên siyasetmedar girtî têne darizandin.

Ev mînak nîşan didin ku daraza Tirkiyeyê li gorî pîvanên  edaleta gerdûnî biryarê nade. Li gorî daxwaz û feraseta îktîdara mêrê serdest biryaran dide. Kesên zirarê dide cevakê û li dijî civakê sûc dikin serbest in. Lê kesên bi nasnameya siyaseta demokratîk û jina azad pêşengiya civaka demokratîk dikin tên girtin û cezakirin. Mirov dema li van mînakan dinêre, edaleta daraza Tirkiyeyê bêtir baş fêm dike û dibîne.

Nûçeyên Têkildar