Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Edaleta saziyên Ewropayê yên edaletê ev e!

Di demê dawî de ji bo rastî û edaleta saziyên parêzvanên mafê mirovan û dîsa saziyên edalet û mafê mirovanên ên Ewropayê derkevin holê, kampanyaya nameyan ên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkerî û qirkirina jinan ên ji aliyê dewleta Tirk û dîktator Erdogan ve tê kirin, di serî de ji bo Konseya Ewropayê, Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûteres re name tên şandin. Bi vê minesebetê min jî xwest nameyek binivîsim, weke kes tiştên dilê xwe ji bo wan û edaleta wan vebêjim.

“Min dixwest di vê nameyê de qala edalet, hiqûq û pîvanên we yên parêzvanên mafên civak, ziman û nasnameyê bikim, lê mixabin bêmafî û edaleta we ya li ber yek ji civakên herî qedîm kurdan vebêjim.

Em kurd in, ji hezaran malbatên ku ji bo doz û heqê xwe yê rewa hatine sirgûnkirin, penaber û ji mafê jiyanê hatine qutkirinin. Ji bo baştir doza me û meşa me ya azadiyê fam bikin, kurt jî be rêwîtiya têre derbas bûme ji bo we bêjim û vegerim ser mijara xwe ya esasî.

Hûn baştir dizanin, ji ber ku salên 1990’î bi çek û erêkirina we dewleta tirk a dagirker bi hezaran gundên herêma Botan, Serhet, Colemêrg talan kir û şewitad. Bi sedhezaran kes hatin sirgûnkirin, bi hezaran hatin qetilkirin û ji ber êrîşan şopên wê li ser beden û rûyê wan ma. Ji vê pêla dagikeriyê me jî para xwe girt, piştî meşa dirêj a 8 wargehan niha li Mexmûrê dijîn. Vê serûvena biêş hûn ji her kesê baştir dizanin. Ji ber ku we bi xwe dişopand û li ber çavê we her tişt û bi erêkirina we pêk dihat. Lê ji ber berjewendiyên dewletî, we bi hezaran mirov dikirin qurban.

Dîrok û qonaxên pir bi êş û jan bûn. Yê ev jiyîn dizanin û vedibêjin. Lê we tim lê nêrî û temaşe kir. Li gel we edalet, heq, hiqûq qetilkirina kurdan bû. Ji bo we qetilkirina kurdan rewa û bi maf bû. Di rêziknameyên we de ji bo kurdan maf nebû. Ne tenê maf nebû, weke hebûn jî li ba we tunebû. Lê em hebûn, bi nav, nasname û çand-huner bû. Lê we bi rêziknameyên  xwe em kirin civakek tune û bê nasname.

Tevgereke ciwanan ji kurd-tirk pêk dihatin, ji bo vî gelî rizgar bike; dest bi têkoşînê kir. Ji bo hebûna me bide isbatkirin, di serî de ji bo we û hemû cîhanê taybet dagirkerên Kurdistanê bide isbatkirin. Xwe rêxistin kir, xwe pêş xist û piştî hemû rê û rêbazan herî dawî dest avêt çekê. Ji ber ku ji derveyî çekê tu rêyeke din nehate dayîn ku hebûna xwe bide isbatkirin û weke her civakekê bi maf û heq bijî.

Rêberê Gelê Kurd Serok Apo ji bo vî gelî rizgar bike ji qeyd û bendên koletiyê, di serî de xwe rêxistin kir û ewladên vê civakê rêxistin kir. Ji bo ev civak bijî û dibe jiyîn, şoreşgek civakî û exlaqî ava kir. Lê ji ber ku ev yek bi zora we çû, zora dagirkeran çû ne li gorî berjewendiyên we û civak wê bihata rizgarkirin, we tevahî hiqûq û mafên mirovan ên herî bingehîn li bin lingan dan û bi komployeke navneteweyî sala 1999’an bi teşkîlatên îstixbaratê yên hemû dewletan ketin dewrê û gîl girtin; radestî Tirkiye hate kirin û li Îmralî hate girtin. 22 sal in bi sîstemek a tecrîdê tê tecrîdkirin û mafê wî yê herî rewa yê hevdîtin, mafê telefon û dîsa dengê wî bigihêje tevger û gelê wî tê astengkirin.

Ji roja hatî girtin û heta niha tevî hemû hewlên aştiyê yên Serok Apo, di serî de hûn saziyên ewropî; Konseya Ewropayê (KE), Yekitiya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), Saziya Pêşîlêgirtina Îşkence (CPT) û bi deyan saziyên din ên qaşo parzêvanên maf û mirovan bê cudahî li hemberî mirovahiyê erkê xwe pêk tînin, çavê xwe li sîstema îşkence û îzalasyonê girtine. Hemû destên aştiyê yên Rêber Apo û çareseriya pirsa kurd li hewa mane. Bihêle çareserkirina pirsa kurd, heta ji we hatiye we asteng kiriye.

Ji we pirs dikim, rêziknameya we ya edalet û heq, parastina mafê mirovan kîjan mirovan li xwe digire? Ji bo kîjan civakan hatiye amadekirin? Edalet û parastina heq û hiqûqê hûn ji bo kîjan mirovan dixwazin û diparêzin? Di rêziknameya we de edalet ji bo kîjan rengê çerm, ol, netew û hebûnê hatiye nîşandan? Daxwazên em ji we bikin, ew e; hew piştgirî bidin dagirkeriya tirk, hew bi çekên xwe kurdan û civakên kêmenetew qetil bikin? Bes bibin sedemê fitne û fesadiya nava civakên Rojhilata Navîn. Destê xwe ji civakan vekişînin. An edaleta ji bo we, ji bo her kesê bicih bînin, an jî xwe weke sazî û mafê parêzvanên mirovan nedin nasîn. Ji ber ku wisa nebe, wê rojek weke îro pirsa edaleta we bike, pirsa pîvan û rêziknameyên qaşo we welat li ser dayî avakirin û hikûm li dinyayê dikin bixin ber lêpirsînê. Gelo wê bersivek we ji bo vê hebe? Hûnê bersivek çawa bidin.

Em civakek qedîm in û xwedî heq û hiqûq in. Ji bo bidestxistina vê jî, heta dawî em ê têkoşîna wê bidin. Têkoşîn heta em bikarin aştiyane lê ku bi qirkirin, dagirkerî û mêtingeriyê dijmin bi ser me ve bê, em ê jî di çarçoveya parastina maf û hebûna xwe de şer û têkoşîna xwe bidin.

Ev têkoşîn û berxwedan zêdetirî 40 sal e tê dayîn. Heta gihiştina serketinê jî em ê bidomînin. Eger jiyanek bibe, wê bi azad û serfiraz bi Serok Apo re be, nebe jî wê ji bo pêk were, heta dawî çi berdêl pêwîst bike û bê xwestin, em weke gelê kurd û Mexmûr ji bo vê hazir û amade ne. Têkoşîn û dîroka me ya li pey xwe hiştî jî isbata vê yekê ye.”

Nûçeyên Têkildar