Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Êdî bes e ji vê eziyeta sed salî re’

Di mîtîngên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêt û Enqereyê siyasetmedaran destnîşan kirin ku divê dawî li rejîma qesrê bê û gotin: "Em Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî gelan vê desthilatê bişînin û em jiyaneke demokratîk a nû ava bikin. Êdî bes e ji vê eziyeta sed salî re."  

Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartina 14’ê Gulanê de li Xarpêt û Enqereyê mîtîng li dar xistin.

Li Xarpêtê mîtîng li Qada Îstasyonê hat lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Nûnerê Federasyina Meclisên Sosyalîst (SMF) Mûstafa Aytaç û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê tevlî mîtîngê bûn.

Li qada mîtîngê dirûşmeya “Partiya Çepên Kesk gel e, gel li vir e” hat berzkirin. Jin, bi kincên xwe yên kurdî tevlî mîtîngê bûn. Li qadê tilîliyên jinan olan da. Her wiha Dayikên Aştiyê di refên pêş de cihên xwe girtin. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di mîtîngê de îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê hat kirin û ji bo parastina sindoqan bang li gel hat kirin.

‘An azadî  an azadî’

Di mîtîngê de Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Çewligê Cemîle Tûrhalliyê got: “Em jin, em ê encamê biguherînin. An azadî, an azadî.”

Nûnerê SMF’ê Mûstafa Aytaç jî got: “Em Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê ku li me tên ferzkirin red dikin. Em şoreşger û sosyalîst Rêya Sêyan diparêzin.”

Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî got: “Tifaqa Ked û Azadiyê pergaleke civakî ya wiha ava dike ku dê hemû wezaretê girêdayî welatiyên li vir bin. Wezîrê ku peywira xwe bi cih neyne, dê ji peywirê bê girtin. Her yek ji we dê bibe wezîr û parlementer.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ku got “Teqez em ê bi piştgiriya we, bi coş û berxwedana we bi ser biekvin” got: “Partiya Çepên Kesk partiya ciwan û jinan e. Em ê bi saya we bi ser biekvin.”

‘Dîwarên qesrê pûl bi pûl hildiweşin’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê jî destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê de siberoja Tirkiyeyê diyar bikin û got: “Em ê jiyaneke nû ava bikin. Desthilata ku 21 sal in îmze daniye bin zilma li kurd, elewî û ciwanan tê kirin, nikare Tirkiyeyeke nû ava bike. Li Tirkiyeya nû ya AKP’ê tifaqên ku polîtîkayên dijminatiya jinan dikin diparêzin hene. Bi pereyên li vir li Ewropayan şîrket ava kirine. Em Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî gelan vê desthilatê bişînin û em jiyaneke demokratîk a nû ava bikin. Dîwarên qesrê pûl bi pûl hildiweşin.”

Mîtîng piştî axaftinan bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû.

Enqere

Di mîtînga li Tûzlûçayira Enqereyê de jî Hevberdvekê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren tevlî mîtîngê bûn.

Welatiyên ku qada mîtîngê tije kirin, govend gerandin. Polîsên qadê nehiştin stranên kurdî bên guhdarkirin. Lê girseyê bertek nîşandan. Piştî ku polîs ji qadê çûn, bername ji cihê mayî dest pê kir.

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaşê ku di mîtîngê de axivî, siyasetmedar, rojnamevan û hemû şoreşgerên girtî silav kir û got ku ew ê bi ser biekvin. Gumuştaşê di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Hûn nikarin me têk bibin, heqîqet berxwedan me ye, têkoşîna me ya yekbûyî û azadiya me ye.” Gumuştaşê bang kir ku her kes xwedî li sindoqan derkeve.

‘Serkefin nêzîk e teqez em ê bi ser bikevin’

Paşê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî di axaftina xwe de wiha got: “Em ê Enqereyê li Enqereyê biguherînin. Min ji Amed, Êlih, Cizîr, Sêrt û Rihayê soza veguherînê anî. Gelê me ji bo guherîn û veguherînê amade ye. Enqere jî amade ye. Ma ne amade ye? Em vê detshilatê dişînin ne wisa? Em vê pergalê diguherînin ne wisa? Nexwe rêya me vekirî be, serkeftin. Dîsa em, dîsa azadî, dîsa serkeftin. Em tên, em ji bo bo demokrasî, aştî û edaletê li bin dara Partiya Çepên Kesk li hev kom dibin, serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin.”

Paşê Hevberdevkê partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin jî destnîşan kir ku dê di 14’ê Gulanê de li cîhanê hilbijartineke dîrokî çêbibe û got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartineke dîrokî ye, lê tenê ne li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî dê bibe hilbijartineke dîrokî. Di 14’ê Gulanê de dê bihareke nû bişkive.”

Akin di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê dawî li rejîma qesrê bê û got: “Divê komareke demokratîka  nû bê avakirin. Êdî bes e ji vê eziyeta sed salî re. Hindik ma.”

Akin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo pêkanîna demokrasiyê tên û got: “Qawet be ji hemû hevrêyan re. An serkeftin, an serkeftin. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar