Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Edî bes e zarokên me dimirin’

Malbatên girtiyan îro jî xwestin li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin rastî astengiya polîsan hatin. Dayika girtiyekî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Hûn kî ne pêşiya me dibirin? Em dayik in dayik. Edî bes e zarokên me dimirin. Em ê li vir rûnên.” Li Qoserê jî polîsan Dayika Aştiyê bi erdê re kaş kir

Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 12’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Polîsan carek din malbatan asteng kir û qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Kocaeliyê wek hincet nîşanî malbatan dan. Koma di nav de parlamenterên HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû, Mûsa Pîroglû, Serpîl Kemalbay û gelek kes di nav de ji Stenbolê çûn piştevaniya malbatan. Ji Stenbolê heta Gebzeyê koma HDP’iyan û dayikan hat astengkirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî malbat çûn Gebzeyê.

Li qadek pişt girtîgehê malbatan xwest li hev kom bibin. Polîsan malbatan asteng kirin. Dayika girtiyekî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Hûn li qanûnan guhdar dikin? Dema duh we me bi copan ji qadê derdixist qanûn li ku bû? Hûn kî ne pêşiya me dibirin? Em dayik in dayik. Ka hiqûq û heq li ku nîşanî me bidin em herin wir. Edî bes e zarokên me dimirin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Em ê li vir rûnên”

Piştî nîqaşê malbat ber bi girtîgehê ve meşiyan. Lê polîsan gefa êrîşê li malbata xwar.  Polîsan rojnamegerên nûçe dişopandin jî asteng kir û nasnameyên rojnamegeran kontrol kirin û heta malbatan ji qadê dûr kirin destûr nedan kişandina dîmen û wêneyan.

Çalakiyên jinan

Li navçeya Avcilara Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê zincîra ji mirovan hat çêkirin. Komek jinên ku li ser Kolana Marmara ya Avcilarê li hev kom bûn, pêşmalkên wêneyê Leyla Guven li ser li xwe kirin û xeleka ji mirovan pêk anîn. Jinan dirûşma “Bila tecrîd rabe û zîndan vala bibin” berz kirin.

Êrîşa li dijî dayikan hat şermezarkirin

Li aliyê din êrîşên li dijî Dayikên Aştiyê yên ku li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê di nobetê de bûn, polîsan êrîşî wan kiribû li gelek bajaran hatin şermezarkirin. Ev êrîş di serî de li Amed, Wan, Çewlik, Bûrsa, Îzmîr û gelek bajarên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin.

Hêrsa dayikan gelek zêde ye

Her wiha Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Navçeya Qosera Mêrdînê bi armanca tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin daxwaza girtiyên li dijî tecrîdê di grevê de, xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin. Dayikên ku li ber avahiya HDP û DBP’ê kom bûn, endam û rêveberên HDP’ê û gelek kesên din piştgirî dan wan. Dayikên ku xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan avahiya HDP’ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û destûr nedan ku dayik çalakiyê pêk bînin. Dema dayikan xwest daxuyaniyê bidin polîsan bi TOMA’yan mudaxale kir û dengê sirenê bilind kirin û destûr nedan ku dengê daxuyaniyê bê bihîstin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu diyar kir ku ew tenê aştiyê dixwazin û wiha got: “Em êdî tehamul nakin ku cenaze derkevin. Ger ku cenazeyek din derkeve dê dayik cîhanê xera bikin. Hêrsa dayikan gelek zêde ye.”

Polîsan dayik bi erdê re kaş kirin

Dema dayikan daxuyanî dida polîsan bi gazên îsotê û ava şit êrîşî dayikan kir. Polîsan ava şit avêt dayikan û Dayika Aştiyê Hevlet Oncu li pey xwe kaş kirin. Dema polîsan Oncu li pey xwe kaş kirin, ew kêlî bi kamerayan hatin qeydkirin.

Polîsan di êrîşê de hevsorêkên HDP û DBP’ê jî di nav de 6 kes binçav kirin. Li ser êrîşa polîsan û binçav kirinan girseya gel vê carê li Qada Azadiyê ya Qoserê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Polîsan li vir jî êrîşî girseyê kir û li vir jî polîsan 2 ciwan binçav kirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar