Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Êdî cihan kurdan mînak digre’

Namzetê Partiya Çepên Kesk yê Enqerê Emîralî Tirkmen diyar kir ku, rewşa îro a Tirkiyê ji ya dema Franco ne cûdatire û wiha domand: “Berê tevgerên çep yên Tirkiyeyê ji çepên Amerîkaya Latîn bandor dibûn, niha çepên Amerîkaya Latîn ji kurdên çep bandor dibin.”  

Hilbijartinên serokkomariyê û parlementoyê ya Tirkiyeyê dê 14’ê Gulanê pêk were. Ji bo vê jî kampanyayên hilbijartinê bi hemû leza xwe pêktê. Partiya Çepên Kesk û HDP jî li 81 parêzgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê dike. Nivîskar û namzetê Partiya Çepên Kesk yê Enqereyê Emîralî Tirkmen ku rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Dipnot’e ye behsa projeya Çepên Kesk kir.

Tirkmen diyar kir wê ezmûna Partiya Çepên Kesk a çavkaniya xwe ji HDP’ê digire,  bibe nimûneya Tirkiyeyeke biçûk.

Tirkmen diyar kir berê bandorên tevgerên çep yên Amerîkaya Latîn li ser Tevgerên Çep yên Tirkiyeyê dihatin dîtin, niha berovajî bûye Çepên Amerîkaya Latîn ji çepên kurd yên Tirkiye û kurdan bandor dibin.” Ji bo vêya jî Emîralî Tirkmen nimûneyek ji Amerîkaya Latîn dide û dibêje: “13 partiyên çep li gel hemû reng û cûdabûnên xwe li Perûyê hatin gel hev û berbi desthilatê ve çûn. Ev nimûneyeke HDP’ê bû. Lê me beriya wan 10 salan û wan jî li me nêrîn vêya kirin.”

Tirkmen wiha behsa ferqa HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ya ji tifaqên din kir û got: “Ma em naxwazin di civakê de hemû reng bihevre bijîn? Belê dixwazin. Wê demê emê vêya bikin. Di vê wateyê de ezmûna ku bi HDP’ê de destpê kir û me di Çepên Kesk de bicîh kir, wê bibe Tirkiyeyeke biçûk. Misilmanên demokratîk jî ji partiya me bûne namzet, hevalên elewî, sosyalîst, nûnerên tevgerên jin, kesên xwedî fikrên lîberal jî bûne namzet.”

Li ser asta faşîzma li Tirkiyeyê jî Tirkmen wiha axivî: “Bi dîtina min divê sedsala nû li ser azadiyan were avakirin. Em dikarin vêya bi aşkereyî bêjin, herkesek dixwaze fikrê xwe bêje tê cezakirin û ji aliyê dezgehên dewletê ve tên bêdengkirin. Bi rastî niha hevalên me yên di girtîgehê de ji me hîn azadtirin. Dikarin di her şerte kî de û li her derê fikrên xwe bêjin û biparêzin. Lê li derve nahêlin kes biaxive û ji bo vê jî zextekî mezin dikin.”

Tirkmen dibêje, xelk ditirsin bi azadî biaxivin û wiha pêde diçe: “Ev du hefteye em xebatên hilbiljartinê dikin, xelk dixwazin sohbet bikin, lê ditirsin biaxivin. Ji bo tu kes dengê wê nebihîse xaltîkek wê rojê xwe nêzî min kir û got: ‘Kurê min, min ji vê jiyanê gelek kişand, hunê me rizgar bikin?’. Lê dema dipirse jî ji bo tiştek neyê serê wê gelek nîgeran dibe. Yanî Tirkiye bûye welatê qedexeyan. Em weke nivîskarek pirtûk amade dikin, çîrokên di dema desthilata Franco de jî werger dikin, dinivîsin. Dibînin rewşa vir ya dema Francoyê bibîr dixe.”

Tirkmen dazanîn dema wê hatiye ev sîstem biguhere û got: “Dema wê hatiye ev sîstem biguhere û komara nû li ser  zemînê komareke demokratîk rûne. Taybetmendiya herî sereke ya komara demokratîk jî ewe ku herkes bikare biaxive, azadiya fikir têde hebe. Ji bo vêya jî pêwîstiya me bi hevpeyman û destûreke bingehîn a nû heye. Ancax wê demê em bikarin ji vêya re bêjin komareke demokratîk.”

Tirkmen dazanîn eger bikare dengê hemû yên zilm dîtin, bigihîne parlementoyê wê gelek kêfxweş bibe û vê peyamê da: “Ezê girîngiyê bidim têkoşîna civakî ya li her qadekî û mil bi milê wan bim. Dema yên zilm dîtine û ji derve mane bêjin tu temsîla me nakî, wê demê divê xwe ji parlementoyê bikişînim.”

Ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê jî Emîralî Tirkmen got: “Ev tifaq ji bo Tirkiyeyê destpêkeke nûye û ji bo cihanê jî nimûneyeke nûye. Ez ji çanda Tevgera Çep a Tirkiyeyê têm. Min vêya ferq kir. Ez dibînim ku Tevgerên Çep yên Sosyalîst yên Tirkiyeyê jî parçeyekî “Hevpeymana Tirkîtiyê ne”. Ez bawer dikim têgihîştineke, ‘Ji kurd sosyalîst, rewşenbîr û hunermend dernakeve’ serwer e. Ez wer difikirim bandora ev têgihîştine li ser tevgerên çep yên Tirkiyeyê jî heye. Beşek ji van tevgerên sosyalîst yên îro jî derveyî projeya HDP’ê man û ji bo xwe siyasetek çêkirin. Lê HDP jî got, eger em dixwazin vê sîstemê biguherin, wê demê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye. Ji bo vêya jî Tifaqa Ked û Azadiyê pêkanî ku hemû rengan bigire nava xwe.”

Tirmen HDP’ê weke Tevgereke gel binav kir û got: “Tevgera Gel jî dişibe ew rûbarên biçûk yên diherikin çemên mezin û paşê di behrê de kom dibin. 100 parlementer nebe jî dibe em nêzî wê derbixin. Derfetên me yên madî kêmin. Sermaye li pişt partiyên din hene, lê derfetên me yên madî kêmin û ev bandorê li kampanyayê dike. Lê dîsa jî ez bawer dikim dê hêvî qezenc bike. Demsal bihare û bi dîtina min dê Kesk serbikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar