Welat Perwer |
Peymana Lozanê (20.10.1922 – 24.07.1923) ket salvegera xwe ya 98’an. Ango du sal şûnde wê ev peyman bikeve sedsaliya xwe. Tevî ku ewqas peymaneke kevn e, ji ber ku di derbarê vê peymanê de her kes wekhev nafikire û nêrînên cur be cur hene, ev peyman hê jî tê nîqaşkirin.
Li Tirkiyeyê kesên ku bi destpêka komara tirk û bi Kemalîzmê re girêdayî ne, vê peymanê di nav wan şert û mercan de wek peymaneke serkeftî dibînin. Dibêjin dewleta osmanî ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn şikestineke mezin xwaribû, binketibû. Lewra di wê demê de morkirina peymaneke ku sînorên dewleta me diyar kiriye û hebûna me daye qebûlkirin, tiştekî serketî ye. Di qada siyasî de ev kes ji aliyê CHP’ê ve tên temsîlkirin. Lê li Tirkiyeyê her kes wek van kesan û Kemalîstan nafikire.
Serokê AKP’ê Erdogan Lozanê wek peymaneke binketî dibîne. Jixwe Erdogan di derbarê dewleta osmanî de jî wek wan nafikire. Lewra her tim di derbarê dewleta osmanî û Komara Tirkiyeyê de ev beşên îktîdarê li hev nakin. Heta mirov dikare bibêje di derbarê dîroka tirkan de jî li hev nakin. Ji ber mêzandina wan a cîhanê û tiştan cuda ye, cuda şîrovekirin jî tiştekî xwezayî ye.
Li gorî Erdogan û yên wek wî difikirin jî, peymana Lozanê diviyabû xurtir bibûya. Erdogan ji ber ku hin deverên di dema şer de di dest de bûn, bi peymanan ji dest çûne, vê peymanê binketî dibîne. Dibêje em li ser milyon kîlometirkare desthilat bûn lê bi vê peymanê axa me kêm bû, sînorên dewleta me mînîmal bûn. Bi vî awayî Erdogan îtîrazên xwe li ser serketina Lozanê nîşan dide û dibêje: “divê Lozan ji nû ve were rojanekirin.” Ango dewa wan deverên ku ji destçûyî dike û ji bo wan deveran bidest bixe şer jî dike. Di halê heyî de şerê ku Erdogan û Bahçelî li Sûriye û Iraqê dimeşînin ji bo vê yekê ye.
Bi vê mijarê ve girêdayî gelê kurd jî ji peymana Lozanê nerazî ye û ew jî dibêjin “divê Lozan ji nû ve bê destgirtin.” Ji ber ku tu feydeya vê peymanê ji bo kurdan tuneye, heta vê peymanê Kurdistan kiriye çar parçe. Bi vî awayî di derbarê Lozanê de herî kêm sê nêzîkatiyên ji hev cuda derdikevin holê.
A rastî peymana ku Kurdistanê perçe kiriye ne Lozan e. Tê zanîn peymana ku destpekê Kurdistan parçe kiriye peymana Qesr-î Şîrîn e ku di sala 1639 di navbera Safevî û Osmaniyan de hatiye morkirin. Li gorî vê peymanê rojhilatê Kurdistanê ji Kurdistanê hatiye qutkirin. Ji wê demê heya roja me ya îro jî hema hema ev sînor qet neguheriye. Lewra yekemîn peymana ku Kurdistan parçe kiriye peymana Qesr-î Şîrîn e. Heta dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî her sê parçeyên din ê Kurdistanê di nava sînorên dewleta osmanî de bûn. Heta di wî şerî de jî her sê parçeyên Kurdistanê di destê osmaniyan de man. Lê hema piştî şer bi bahaneyên cuda dewleta Brîtanyayê başûrê Kurdistanê dagir kir. Bi vî awayî başûrê Kurdistanê ji destê osmaniyan derket. Li hemberî vê yekê jî Meclisa Osmaniyan di 28’ê Çileya 1920’an de sînorên xwe yên Mîsak-î Mîlî îlan kir. Li gorî vê îlanê wexta şer qediya kê derê di dest de mabe, ew der sînorên mîlî ne. Bi vî awayî rewşa başûrê Kurdistanê her di nîqaşê de ma, heya 1926’an.
Duyemîn peymana ku Kurdistan parçe kir, peymana Enqereyê ye ku di sala 1921’an de di navbera dewleta Fransa û meclisa tirk de hatiye morkirin. Li gorî vê peymanê rojavayê Kurdistanê di nava sînorê Sûriyeyê de dimîne û ev welat jî ji aliyê dewleta Fransayê ve hatiye dagirkirin. Bi vî awayî parçeyeke din a Kurdistanê jî ji Kurdistanê hat qutkirin. A rastî Kurdistan bi vî awayî dibe çar parçe, lê tevî ku başûrê Kurdistanê ji aliyê Brîtanyayê ve hatiye dagirkirin statuya wê hîn jî nediyar e.
Beriya Lozanê, di wê demê de ji bo gelê kurd nebe xwedî statu û wek pirsgirêkeke mezin bimîne hêzen mezin di 24’ê Kanuna 1921’an de li Konferansa Kahîrê de li hev dikin. Gelê kurd û Kurdistan li gorî biryarên wê konferansê bêstatu tê hiştin. Di serî de Brîtanya û Fransa hêzên cîhanî biryar digirin pirsgirêka kurd neyê çareserkirin da ku bikaribin mudaxaleyên xwe yên li ser herêmê bi demdirêjî bikin. Ji ber biryarekî van hêzên hegemonîk hebû, Lozan jî di navê de hemû peyman jî di vê çarçoveyê de hatin morkirin.
Ev biryarên wan ê bêyom, hebûna xwe heya roja me ya îro jî didomîne. Di halê heyî de hêzên ku nahêlin pirsgirêka kurd çareser bibe, di esas de hêzên modernîteya kapîtalîst in. Bi vê pirsgirêkê geh hêviyê di kurdan de ava dikin, geh xeteriyê nîşanî dewletên dagirker dikin û tawîzan li ser tawîzan ji dagirkerên Kurdistanê digirin. Va ye, peymana bi nav û deng Lozan jî di nava van şert û mercan de pêk hat.
Bi Lozanê re sînorên dewleta tirk li derveyî sînorên bi Iraqê re hatin diyarkirin. Bi vî awayî qutbûna rojhilat û rojavayê Kurdistanê mîsoger bû. A duyemîn bi Lozanê tevî ku komara tirk hîn nehatibû avakirin, hebûna dewleta tirk ji aliyê hêzên cîhanî ve hat mîsorgerkirin, qebûlkirin. Bi vî awayî Lozan bû bingeha avabûna komara tirk. Jixwe di heman salî de komar hat îlankirin.
Li ser navê Meclisa Tirkiyeyê serokê heyeta Lozanê Îsmet Înonu bû. Înonu her gotiye ku “em bi navê gelê kurd û tirk li vir in.” Jixwe vê peymanê tenê heqê xirîstiyanan bi heyeta tirk daye qebûlkirin. Ji ber ku heyeta tirk li ser navê kurd û tirkan ango misilmanan diaxive. Ji bo vê nêrîna xwe bi dewletên din bidin qebûlkirin jî, Înonu bi xwe re du parlamenterên Amedê yên kurd dibe. Ew jî dibêjin “em bi hev re ne, heyet bi navê gelê kurd jî li vir e.” Her çiqas hin kesayetên kurd ên li derveyî welêt tiştên cuda bibêjin jî, tişta ku esas tê girtin ev e. Lewra Lozan qaşo li ser navê gelê kurd û tirk hatiye morkirin. Ango Lozan bi qasî ku ya tirkan e, ewqas a kurdan e jî. Li gorî Lozanê diviyabû di navbera gelê kurd û tirk de tu cudahî tunebûya. Ango çi mafê gelê tirk hebe, heman mafên kurdan jî hebûya.
Tevî ku peyman wisa bû lê hema piştî peymanê diyar bû kurd hatine xapandin. Ew kesên ku li Lozanê digotin em birayê hev in, tu cudahî di navbera me de nîn e, êdî gotin kurd tune ne û hewldan ku koka kurdan biqelînin. Ji sala 1924’an heya îro hemû kar û xebatên dewleta dagirker a tirk di çarçoveya serxistina qirkirinê de bû. Ev polîtîkaya yekane ya di derbarê gelê kurd de bi hemû dijwariya xwe îro jî didome. Hêzên navneteweyî jî ji ber ku di Konferansa Kahîrê de biryar girtibin û dixwestin li hemberî Sovyetê dewleta Ttrk bikişînin li cem xwe, qet û qet deng dernexistin. Heta di qirkirina kurdan de destekên cur be cur dan dewleta tirk.
Di nava vê gengeşiyê de başûrê Kurdistanê jî di sala 1926’an de bi peymana Enqereyê ya ku di navbera dewleta tirk û Brîtanyayê de hate morkirin, bi Iraqê ve hat girêdan. Bi vî awayî qelîştekên mezin di Mîsak-î Mîlî ya tirk de çêbûn. Bi vî awayî tevî ku Mîsak-î Mîlî hatibû îlankirin jî hem Rojava hem jî Başûr hat windakirin.
Va ye, Erdogan ji bo vê yekê dibêje ev Peyman binketî ye, em bi tiştên kêm razî kirine. Diviyabû em bi van tiştên kêm razî nebûna.
Erdogan bi şirîkê xwe yê Bahçelî ve dixwaze heya sedsaliya Lozanê ango heya 1923’an hem rojava hem jî başûrê Kurdistanê dagir bike. Va ye, Erdogan wexta behsa rojanekirina peymana Lozanê dike, behsa vê yekê dike. Jixwe wexta piştî 7’ê Hezîran 2015’an bûn şirîkê hev, hemû kiryarên xwe di çarçoveya vê armancê de pêkanîn. Di salvegera peymana Lozanê de ango di 24’ê Tîrmeha 2015’dan de êrîşî hemû Qadên Parastinê yên Medyayê kirin. Êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê qet kêm nekirin û di roja me ya îro de ev şer bi hemû dijwariye xwe didome. Piştî şoreşa Rojava pêk hat, îcar jî ev ji bo xwe wek bone dît û êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Efrîn, Girêsipî, Serêkaniyê, Cerablûs, Bab û Ezez dagir kir. Hin deveran jî bi destê çeteyan kontrol dike. Dixwaze hemû bakurê Sûriyeyê dagir bike. Bi vî awayî ji milekî ve dixwaze şoreşa Rojava têk bibe, nehêle bêstatubûna kurdan ji holê rabe, ji milê din ve jî hewil dide ku li Sûriyeyê xwe bigihîne qaşo sînorên xwe yên Mîsak-î Mîlî.
Heman tiştî li başûrê Kurdistanê jî dike. Li vir jî bi awayekî pir sîstematîk û bi desteka PDK’ê û bi êrêkirina hêzên hegemon ên cîhanê bênavber êrîşî Qadên Parastinê yên Medyayê dike. Bi vî awayî ji milekî ve dixwaze Tevgera Azadiyê tune bike û bi vî awayî polîtîkaya qirkirina kurdan bi ser bixe, ji milê din ve jî piştî bidestxistina Qadên Parastinê yên Medyayê berê xwe bide hemû başûrê Kurdistanê û li vir jî xwe bigihîne sînorên xwe yên Mîsak-î Mîlî. Erdogan û Bahçelî bi vê xeyalê radibin û rûdinên. Hemû kiryarên xwe jî di vê çarçoveyê de pêk tînin. Dixwazin heya 2023’an vê armanca xwe bi ser bixin û hebûna rejîma xwe ya qirker mayînde bikin.
Kurd jî dibêjin Lozan divê ji nû ve bê destgirtin. Ji ber ku hemû polîtîkayên qirkirinê yên li ser me tên ferzkirin xwe dispêrin vê peymanê. Madem heyeta ku çû Lozanê li ser navê me jî çû wir, wê demê divê mafên me jî bên parastin. Divê têkiliya di navbera tirk û kurdan de di çarçoveya têkiliyên azad û wekhev de be. Ji bo vê jî kurd di nava têkoşîneke bêhempa ya demokratîkirina Tirkiyeyê de ne. Ji bo Tirkiye bibe komareke demokratîk û hemû pêkhateyên ku li Tirkiyeyê dijîn azad û wekhev bin, bi hemû hêza xwe têdikoşin.
Kurd di 98’emîn salvegera peymana Lozanê de hewl didin ku li her çar parçeyên Kurdistanê fermana qirkirinê têk bibin. Rojavayê Kurdistanê hewl dide şoreşa ku kiriye biparêze, deverên ku hatine dagirkirin rizgar bike û bêyî ku bi sînoran bilîze xwe bigîhîne statuya xwe. Hêzên azadiya Kurdistanê îro li başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta tirk di nava berxwedaniyeke bêhempa de ne û hewl didin ku vê dagirkeriyê têk bibin û başûrê Kurdistanê jî biparêzin. Li bakurê Kurdistanê têkoşîna Kurdistana xweser, Tirkiyeya demokratîk bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Bi kurtasî tevî ku Lozan bû bingeh ji bo qirkirina kurdan lê îro kurd bi berxwedaniya xwe ya bêhempa vê Lozanê têk dibin û ji nû ve rojane dikin.
Ka em binêrin wê kê xwe bigîhîne sedsaliya Lozanê, ango 2023’an. Dixwiyê ku dawiya desthilata AKP-MHP’ê hatiye.