Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Êdî dem hatiye kurd artêşeke hevpar ava bikin’

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Arzê Hesen diyar kir ku divê êdî hinek aliyên kurd dest ji berjewendiyên malbatî, êlî û hizbî berdin û wiha got: “Ji ber helwestên hinek aliyan destkeftiyên neteweyî nayên parastin. Ji ber vê êdî dem hatiye kurd siyaset, stratejî, dîplomasî û artêşeke hevpar ava bikin.”

Navenda Nûçeyan |

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastinên Jin (YPJ) Arzê Hesen ji televîzyona Medya Haberê re li ser astengiyên li pêşiya yekitiya neteweyî ya kurd û rêyên wê yên çareseriyê axivî.

Arzê Hesen diyar kir ku gelê kurd ji bo bikare jiyaneke birûmet bijî, berdêlên mezin daye lê ji ber ferasetên ku nayên yekitiyê, deskeftiyên neteweyî nayên parastin.

Tifaqa bi hev re

Fermardara Giştî ya YPJ’ê Arzê Hesen da zanîn ku her carê hinek astengî derdikevin pêşiya yekitiya kurd û ev tişt anî ziman: “Hinek alî dikarin hebûna xwe, siyaset û armanca xwe, bixin pêşiya armanca giştî ya gelê kurd! Ev yek timî valatiyek di pêkhatina yekitiya neteweyî ya gelê kurd de çêdike. Ji ber vê divê em dest ji hemû berjewendiyên malbatî, êlî û hizbî berdin. Ji bo vê jî divê herkes hewl bide astengiyên li pêşiya yekitiya gelê kurd rakin û bi hevre tifaqê bikin.”

Helwesta partiyên kurd dibe sedem ku yekitî pêk neyê

Hesen anî ziman ku helwesta partiyên kurd dibe sedem ku yekitî pêk neyê û wiha domand: “Şerê kurd bi kurd ku kurd, weke ‘Birakûjî’ bi nav dikin, bûye sedem ku em bi salan êşa wê bijîn. Tu destkeftiyeke vê rewşê ji bo kurdan çênebûye. Tenê zarokên kurd jiyana xwe ji dest dane û hevdû kuştine. Lê ev yek xizmetê ji dijminên gelê kurd re kiriye.”

Êdî dem hatiye

Li ser hewldanên dewleta tirk ên dixwaze PDK’ê li dijî PKK’ê bide şer kirin jî Arzê Hesen banga ‘Êdî dema wê ye ku kurd siyaset, stratejîk, dîplomasî û artêşeke hevpar ava bikin. Em dikarin bi vî awayî xeyalên hemû gelê kurd û şehîdan pêk bînin’ kir.

Arzê Hesen di dawiya axaftina xwe de li ser erkên dikeve li ser hêzên parastina jin jî nirxandinên girîng kir: “Em amade ne di vê mijarê de çi ji me bê xwestin pêk bînin. Ji bo xeyalên gelê me pêk werin, erka dikeve ser milê me em ê bicih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar