Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Êdî dema azadiyê ye

Li gelek navendên bi ser Herêma Egeyê ve bi hezaran kes agirê Newrozê pêxist û peyama êdî dema azadiya kurdan hatiye dan

Li bajar û navçeyên bi ser Herêma Egeyê ve jî kurdan û dostên xwe pîrozbahiyên Newrozê kirin. Li bajarên wek Aydin, Denîzlî, Manîsa, navçeyên Bandirma, Ayvalik ên bajarê Balikesîrê ve li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê bi hezaran kes tevli pîrozbahiyan bû û agirê Newrozê pêxistin û cejna Newrozê pîroz kirin.

AYDIN: Newroza Aydinê li taxa Osmanyozgatli ya li navçeya Efelerê hat pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay tevli bû û xîtabî gel kir. Di pîrozbahiyê de xelkê govend gerand.

MANÎSA: Li Manîsayê jî pîrozbahî li Meydana Lale hat lidarxistin. Pankarta “Em dimeşin azadiyê” hat vekirin. Rêz hat girtin. Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç xîtabî xelkê kir û li ser girîngiya Newrozê axivî. Di pîrozbahiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û agirê Newrozê hat pêxistin.  Pîrozbahî li ber stranên hunermendan bi dawî bû.

 DENÎZLÎ: Pîrozbahiya Newrozê ya li Denîzliyê jî li navçeya Merkezefendiyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûn. Dirûşm hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş tevli Newrozê bû, axivî û xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Pişt re li ber dengê berzkirina dirûşma girê Newrozê hat pêxistin.

 BANDIRMA: Pîrozbahiya li navçeya Bandirmayê li taxa Yuzuncu Yilê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez û rêveberên HDP’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ber stranên hunermendan govend gerand.

Nacî Sonmez ê HDP’yî axivî û daxwaza azadiya kurdan kir û xwest ji bo her kesî mafê welatîbûna wekhev bê sepandin. Pişt re agirê Newrozê hat vêxistin û stranbêj Şoreş Can, Nîhat Baran û Gulşen Yildirim derkestin ser dikê û stran gotin û xelkê govend gerand.

 AYVALIK: Pîrozbahiya li navçeya Ayvalikê jî li taxa Yenî hat kirin. Gelek welatî tevli pîrozbahiyê bûn û agirê Newrozê hat vêxistin.

 BODRÛM: Li navçeya Bodrûmê jî pîrozbahî li taxa Yenîkavak hat pîrozkirin. Bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz Kaya jî tevli pîrozbahiyê bû û axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên şer. Pişt re agir hat pêxistin û girseyê li ber stranên hunermendên xwecihî govend gerand.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar