Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Êdî destûra bingehîn jî AKP’ê xelas nake

Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di 1’ê sibatê de, piştî civîna kabînê li kuliyeya serokomariyê daxuyanî da û got: “Pêdivî bi destûra bingehîn a nû heye.” Piştî vê yekê şirîkê Erdogan û serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî daxuyanî da û piştgirî da Erdogan. Heta niha bi dehan caran KCD, HDK, DTP, BDP, DBP, HDP, CHP, KESK, TMMOB, baro û gelek rêxistinên civakî û demokratîk ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê daxwaza guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê kirin. Lê her tim îktîdara AKP’ê ev yek paşguh kir û taloq kir.

Gelek caran Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê bi rêya malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê xwestin destûra bingehîn bê guhertin. Çareserî danî pêşiya  AKP’ê. Lê îro serokê AKP’ê bixwe vê yekê tîne ziman. Çima AKP û Erdogan heta niha gav neavêtin? Çima îro? Çima Erdogan vê yekê tîne ziman? Destûra bingehîn ku Erdogan dixwaze wê bixwe çi bîne û çi bibe? Ji bo gelên Tirkiyeyê, reng, bawerî, çand û nasnameyên cuda yên Tirkiyeyê wê çi bîne û çi bibe? Divê ev yek bên ronîkirin. Divê bi raya giştî re bê parvekirin û gel vê yekê erê bike. Ku gelê Tirkiyeyê vê destûra bingehîn erê neke, dê felaketek mezin bîne serê Tirkiyeyê.

Di 4’ê sibata 2016’an de Komîsyona Mutabakata Destûra Bingehîn di serokatiya serokê meclisa Tirkiyeyê Îsmail Kahraman de li hev kom bûbûn. Di civîna komîsyonê de endamên komîsyonê wekîlên AKP’ê Ahmet Îyimaya, Cemîl Çîçek û Aldulhamît Gul, wekîlên CHP’ê Namik Havutça, Omer Suha Aldan, Bulent Tezcan, wekîlên MHP’ê Oktay Ozturk, Mehmet Parsak, Kadir Koçdemir û wekilên HDP’ê Mithat Sancar, Meral Daniş Beştaş û Garo Paylan amade bûbûn. Wê demê serokê meclisa Tirkiyeyê Îsmaîl Kahraman, gotibû “Guhertina destûra bingehîn a Demokratîk dê rê li pêş guhertinên qanûnên din jî veke. Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûra bingehîn a niştecihî heye ku di pêşerojê de Tirkiyeyek mezin ava bike. Pêdivî bi destûra bingehîn ku yekitî, yekparebûnê heye. Ji bo vê yekê divê em aqilê hevpar bixin dewrê. Divê em rê li pêş berberiya civakên Tirkiyeyê bigirin.” Lê li gel vê hewldanê dîsa AKP’ê gav neavêtibû.

Ji dema Osmaniyan heta niha, 5 caran destûrên bingehîn hat guhertin. Destûra bingehîn a Osmanî ya yekemîn, di sala 1876’an de hat çêkirin. Piştî komara Tirkiyeyê hat avakirin destûra bingehîn a yekemîn di sala 1921’ê de hat çêkirin. Destûra bingehîn ya duyemîn, di sala 1924’an de, ya sêyemîn di sala 1961’ê de û ya herî dawî jî di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1982’an de hat çêkirin. Tirkiye 39 sal in bi destûra bingehîn a darbeya leşkerî tê birêvebirin. Tirkiye 18 salên dawî di serdema îktîdara AKP’ê de bi heman destûra bingehîn a darbeya leşkerî ku li dijî demokrasiyê ye dimeşe. AKP û serokê wê Erdogan ku 18 sal in li îktîdarê ye û hemû hêz di destê wî de ye, çima heta niha ev daxwaz qebûl nekir û gav neavêt? Çima îro pêdivî dibîne?

Dema mirov li rewşa AKP-MHP’ê û Tirkiyeyê dinêre, aşkera xuya dibe ku êdî AKP-MHP têk çûye. Tu hêz nikarin wan rizgar bikin. Ne MHP dikare AKP’ê xelas, ne jî hêzên çekdar ên wekî DAIŞ, MSO-OSO dikare AKP’ê xelas bike. Ne hilbijartin, ne şer, ne şewba Covîd-19’ê ne DYA û ne jî Ewropa… Êdî tu hêz nikarin AKP û Erdogan xelas bikin. Bi girtina siyasetmedaran û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nikare xwe xelas bike. Li aliyekî aborî têk diçe, li aliyê din xizanî û betalî zêde dibe. Li aliyê din her diçe eniya muxalif mezin dibe û xwe birêxistin dike. Xwendekar êdî dadikevin qadan. Ciwanên zanîngehan li qadan in. HDP, TJA, li qadan in. Dîsa hilbijartinên dawî û anket nîşan didin ku AKP êdî teqez nikare bi ser bikeve. Hemû dane, belge, lêkolîn û analîz nîşan didin ku AKP û Erdogan têk diçin. Erdogan û Bahçelî ji bo hebûn û pêşeroja xwe misoger bikin dixwazin destûra bingehîn ku ji bo dewletê pîroz e, ji bo misogeriya îktîdara xwe biguherînin. Eger Erdogan li gorî xwe destûra bingehîn biguherîne, êdî pêşeroja gelê Tirkiyeyê wê bibe dojeh. Xizanî, betalî, kedxwarî, koletî, şer, înkar, îmha, tundî kuştin dê bêtir zêde bibin.

Li ser navê demokrasî û mafên mirovan tu tişt namîne. Gel jî dizane ku bêyî vîn û nêrîna wan, guhertin pêk bê, têkçûn e. Gelên Tirkiyeyê dê vê yekê qebûl nekin. Gel dê li dijî daxwaza Erdogan, Bahçelî dengê xwe bilind bikin û li pêşeroja xwe ya demokratîk xwedî derkevin.

Nûçeyên Têkildar