Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Êdî divê ev bê hiqûqiya dijî Ocalan bi dawî bibe’ 

Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş anî ziman ku: “Ne di hiqûqa mirovahiyê de ne jî di hiqûqa cezayê de tu aliyekê van pêkanînan tune ye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin divê bi dawî bibe.”

Ji 25’ê adara 2021’ê ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin, nayên girtin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş, anî ziman ku heya niha gelek kesan, gelek sazî yan jî rêxistinên civaka sivîl fikrên xwe yên ji bo tecrîdê diyar kirine, lê belê dewlet di tecrîdê de israr dike û got ku ev yek nayê qebûlkirin.

‘Nêzîkatiya dewletê ya Îmraliyê ne qanûnî ye’

Karataş diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê ji derbeya 1980’yî heya niha bi gelek binpêkirinên mafan tên bibîranîn û wiha got: “Girtîgeh bi polîtîkayeke dewletê veguherîn cihwarên li dijî rûmeta mirovahiyê.

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hemû bi awayekî taybet li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên pêkanîn. Ev yek, li dijî hemû hukmên neteweyî û navneteweyî ne. Di destpêka qanûna înfaza ceza de wiha tê gotin, ‘divê înfaz a ceza ne li dijî rûmet û heysiyeta mirovahiyê be.’ Lê belê çendî qanûn ev be jî, hevdîtina malbatê û parêzeran bi awayekî kêfî tê astengkirin, weşan, kovar, pirtûk û hwd. tên astengkirin û astengkirina hevdîtina bi girtiyên din re, xwenegihandina mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê hewadarî û çalakiyên civakî bi tena serê xwe binpêkirina mafan e û li dijî rûmet û heysiyeta mirovahiyê ne.”

‘Bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye’

Karataş diyar kir ku tecrîdê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û wiha domand: “Ne di hiqûqa mirovahiyê de ne jî di hiqûqa cezayê de tu aliyekê van pêkanînan tune ye. Hem di qanûna înfaz aceza hem jî di rêziknameyên girêdayî vê qanûnê de, mafê hevdîtina bi parêzer re ya girtî heye. Lê belê li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din 2 sal in bênavber tecrîdek heye. Piştî ev tecrîd bi awayekî sîstematîk veguherî binpêkirina mafan, bi mantiqa ’em ê çawa ser van binpêkirinan bigirin’ tevgeriyan û dest bi pêkanîna qedexeya hevdîtina bi parêzeran re kirin. Di cihana hiqûqî de tu aliyekê van biryaran tune ye. Her wiha ev biryar ne bi raya giştî re ne jî bi parêzeran û malbat-wasî re tên parvekirin. Bi vî awayî mafê îtirazê tê binpêkirin û di heman demê de jî mafê xwegihandina dadgehê. Ev delîla herî bebriçav e ku tecrîd bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn.”

Karataş destnîşan kir ku diviyabû înfaza ceza ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihata bidawîkirin û got, lê bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar