Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Êdî li malê xwarinê çênakin

Abdullah Kûrt li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 52 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Kûrt Nazîfe Kurt diyar kir ku bi şev xew bi çavê wan nakeve û dilê wê qayîl nabe li malê xwarinê çêkin

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 90’emîn de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya 281 girtiyî di roja 52’yan de ye.

Nazîfe Kûrt, dayika Abdullah kûrt ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 52 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtî li dijî bêhiqûqiyê di nava çar dîwaran de dest bi çalakiyê kirine û diyar dikin ku ew ê van pêkanînên dermirovî qebûl nekin. Kûrt wiha got: “Daxwaz aşkera ne. Divê dawî li tecrîda li Îmraliyê û li hemû girtîgehan bê. Gotin, heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê greva birçîbûnê dewam bike. Ji ber rêyên din hatine girtin, çalakiya greva birçîbûnê didome. Em parsê nakin. Qanûnên xwe pêk bînin. Bila dawî li tecrîda li Îmraliyê bê. Bila dawî li îşkencekirina girtiyan bê.”

Kûrt bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê û wiha got: “Rewşa wan xirab be jî, ji bo em li ber nekevin dibêjin baş e. Vîtamîna B nayê tedarikkirin. Em dizanin zeyîf bûne. Nikarin baş bilivin. Ji ber vê şik û guman li me peyda bûne. Divê demildest hin gav bên avêtin. Her diçe rewşa zarokên me xirabtir dibe. Berî xisarên mayînde rû bidin divê dewlet gav biavêje. Tevî Leyla Guven bi sedan hevalên me di greva birçîbûnê de ne.”

Dayik Kûrt bi lêv kir ku êdî ew li malê xwarinê çênakin û wiha got: “Bi şev xew bi çavê min nakeve. Gelo wê xeberek nexêr bê? Em li malê xwarinê çênakin. Destê min naçe tiştekî. Nikarim xwarinê çêbikim. Bêhizûr im. Jixwe girtî ne û we ceza li wan biriye. Hûn doza çi li zarokên me dikin. Li wir jî nahêlin rihet bin. Ger rewşa wan, şertên wan baş bûna jixwe wê neketana greva birçîbûnê.”

Dayik Kûrt bang li herkesî kir û wiha got: “Bang li gelê kurd dikim. Bila xwedî li zarokên me derkevin. Bila wan tenê nehêlin.”

Di hucreya yekkesî de ye

Nîzamettîn Yener bavê Şaban Yener ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 52 roj in di greva birçîbûnê de ye, xwest dawî li tecrîda li Îmraliyê û zext û zoriyên li ser zarokên wan ên girtî bê. Yener wiha got: “Zarokên me di greva birçîbûnê de ne û bi her awayî heqaret li wan tê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Li nav çar dîwaran her diçe rewşa wan xirabtir dibe. Em nikarin wisa bisekinin. Tu heqekî wan tune ye ku zilmê li zarokê me bikin. Kurê min xistine hucreyeke yekkesî. Muameleya nebaş pir zêde bûye. Êdî em nikarin wan bibînin. Telefon jî qedexe kirine.”

Bav Yener bang li herkesî kir ku xwedî li girtiyan derkevin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar