Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êdî pîne qûmaşê PDK’ê nagire!

PDK ya bi hemû awayî bi têkiliyên xwe yên siyasî, bazirganî û îstixbaratî ketiye xefika neviyên osmaniyan, demê dawî êdî nizane çi bibêje; gotinên îro û sibe hev nagirin. Pîne êdî qûmaşê wan nagire.

Bi taybet di mijara lihevkirina bi hikûmeta navendî ya Iraq de ya li ser mijara dahata petrol, deriyê sînor û dîsa mûçeyên karmendan ketiye davekî welê ku êdî gihiştiye wê astê nikare nefesê bigire. Her roj rêveberên PDK û YNK’ê bi zilamên nêzî xwe re cil û qiravatên xwe girêdidin, dikevin ser rêya Bexda ku li hev bikin. Her carê hêviyek mezin didin civakê û wer zanin bi diayên mezin ên xêrê berê xwe didin Bexdayê. Lê heyet bê destmêj be diayên ji bo wan jî bê kirin zehmet e, biqebile.

Jixwe bi serê xwe weke PDK û YNK a weke du heyet çûyîna Bexdayê hê ji serî ve winda kiriye. Rêveberiya AKP-MHP’ê ku li ser Tirkiye bûye bela, bûye beko car li gel Iraqê û car jî li gel hikûmeta herêmê ku PDK’ê her tiştî bi ya xwe dike; dixwaze tim li Iraq û başûrê Kurdistanê tevlihevî hebe û ji guhanê herduyan şîr bimije.

Rêveberiya Başûr jî ya ku ketiye davên desthilata AKP-MHP’ê bê ku ha ji xwe hebe, bi vê nêzîkatiya xwe bi dawîbûna desthilata AKP-MHP’ê re dawiya xwe jî tîne, benê ketiye stûyê dîktator Erdogan wê bikeve stûyê wan jî. Ji ber ku halê hazir Erdogan desthilatdariya xwe ya siyasî û aborî li ser petrol û rezervên başûrê Kurdistanê ku bi taybet PDK’ê pêşkêşî wan kiriye, digire. Nexwe ne ji vê ba wê dîktatoriya Erdogan û sîstema faşîst a AKP-MHP’ê xwe li ser lingan negirta.

Mijara başûrê Kurdistanê jî mîna Tirkiye li gel welatên derve bi Iraqê re bûye girêkor. Iraq li ser ya xwe israr e. Hew ji gotin û kiryarên PDK’ê û taybet rêveberên wê bawer dike. Iraqê pir sebir kir. Bi taybet piştî serhildanên gel ên li Başûr ên ji bo nan, dîsa serdana Kazimî ya ji bo herêmê gelek tiştên din zelaltir bûn li gel Iraqê.

Bi taybet piştî peymana 50 salî ya neftê ya PDK’ê bi serê xwe li gel Tirkiye kirî bû nuqteya dawî ku êdî Iraq tehmûl bike. Dîsa pey wê re dahata ji deriyên sînor ji xwe mûçeyê karmendên Başûr ku hed û hesabê wê nîne, kir ku her tişt ji nû ve bê destgirtin. Gendelî û diziya ku rayedarên PDK’ê dikir, êdî deşîfre bûn.

Iraqa ku vê hemû dît, niha dixwaze bi rengekî dawî li vê bîne. Rewşa Iraqê ya navxweyî jî ne ji ya Başûr baştir e. Iraq jî ji ber berjewendiyên xwe yên li gel Tirkiye û dîsa li ser sozên tirk ên deriyê sînor ê nû ku li Ovakoyê bê vekirin êdî têkilî rasterast bi Iraqê re bê kirin; vê weke çovekê li serê rayedarên Başûr bide bikaranîn, dixwaze vê mijara dahata petrol û deriyê sînor ji başûrê Kurdistanê bigire û piştre li gorî para herêman bê belavkirin.

Di rewşeke wiha de ku xirecira Iraqê û rayedarên hikûmeta Başûr ku PDK û YNK li aliyekê heyî, agahiyên PDK çeteyên Roj û Gulan ku di bin navê pêşmergeyan de li herêmên Kendîna, Giwêr û Sergeran a Mexmûrê ku dikevin pişta Çiyayê Qereçox bicih kirine. Dîsa li gel van di hinek çapemeniyan de jî derket holê ku ji ber nakokiyên li jor me anî ziman hêzên iraqî û Heşdî Şebî ya girêdayî Îranê xwestine biçin li van herêmên navborî ku rezervên petrolê lê ne, kontrol bikin. Ji bo wê PDK’ê jî hêz li herêmê bi cih kir. Lê di demeke kin de hem Amerîka û hem jî Îngilistan bang li her du aliyan kir ku nekevin şaştiyeke wiha.

Lê li vir tişta balkêş ew e ku Fermandarê Pêşmerge ya Herêma Giwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî daxuyaniyek da û got ku ji ber zivistanê, ji bo cih ji hêzên pêşmerge re bên çêkirin hêza xwe ya heyî sewqî wê herêmê kirine. Lê pir zêde dem neçû çavdêrê siyasî yê YNK’yî Reşad Gelaleyî derbarê mijarê daxuyaniyek da û got hêzên ku li ser navê hikûmeta başûrê Kurdistanê hatine şandin girêdayî PDK’ê ne. Demek şûnde Wezareta Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê liv û tevgerê neçar ma ku daxuyanî bide û got: “Tu tevgerek ne yasayî hemberî hêzên Iraqê nehatiye kirin, sedema liv û tevgera hêzên pêşmerge ya li herêmê, êrîşên çeteyên DAIŞ yên li çiyayê Qereçox û Mexmûrê ne.”

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin ji ber krîza ku bi şandina hêzên çekdar ên hikûmeta Iraq û PDK’ê ya ji bo herêmê, herikîna petrolê ya ji bo Tirkiyeyê jî hatiye sekinandin. Tê gotin ku li herêma Dîbega û hawîrdora wê nêzî 2 hezar bîrên petrolê hene.

Li aliyek tê gotin ku tevgerekî ji bo rawestandina petrolê ya ji bo Tirkiyeyê heye, li aliyê din fermandarê qadê dibêje ‘hêza me ji bo cihê nû yê zivistanê bê amadekirin’ hatiye sewqkirin, li aliyê din Wezareta Pêşmerge dibêje ‘ji ber liv û tevgera DAIŞ’ê’ ye. Êdî ne rewşa derewê maye kifş nemîne û dîsa ne pîne jî qûmaş digire. Gelo ma nû DAIŞ li herêmê zindî bûye. Tu demê hebûna DAIŞ’ê ya li vê qadê û taybet aliyê Kerkûkê û çiyayê Hemrîn neqediyaye. Çi bû ku nû DAIŞ li herêmê zindî bû û PDK hêzê sewqî herêmê dike? Ev bi dehan care li herêmê Iraq operasyon dike, dîsa DAIŞ li van herêman çalakiyan dike. Heta niha PDK’ê li ser vê mijarê operasyonek berbiçav nekiriye, xêr e nû îro vê hêzê sewqî herêmê dike? Ev mijarên gûmanê ne, yan jî îdîayên tên kirin rast in.

Rewş gihaye wê astê ku êdî rayedarên PDK’ê nizane çi bêje, roja din lê dibe bela. Şaştiyên xwe bi pîneyan dixwazin bigirin û binixumînin. Dinya alemê qûna we ya dema ji Şengalê direviyan dîtiye, hûn ê çi binixûmînin.

Dîsa yek ji mijara din her diçe Erdogan û sîstema faşîst a AKP-MHP’ê hildiweşe. Hem ji navxwe riziyaye û hem jî têkiliyên derve li ber têkçûnê ye. Êdî ev av hew dikare vî aşî bigerîne. Gelo piştî hilweşîna AKP û dîktator Erdogan hûn ê çi bikin? We hesabê vê yekê kiriye. Hûn wer dizanin ku ev dê ji bo we bimîne. Hesab tê pîrkirin lê nayê jibîrkirin.

Nûçeyên Têkildar