Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Êdî xêzekovareke bi kurdî heye: ZRÎNG

Xêzekovara bi kurdî ‘ZRÎNG’ dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê karîkatursaz Dogan Guzel got ku ew kovareke wisa derdixin ku kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rihetî karibe rûpelên wê li hev bixe, xwe pê egle û eware bike

Xêzekovara bi kurdî  ‘ZRÎNG’ ku bi sêwirandin, vegotin û dîtbariyeke xweser çîrokan vedibêje, dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê karûkatursaz Dogan Guzel e. Kovar ji 32 rûpelan pêk tê û dê mehê carekê bê weşandin. Hejmara ewil a Zrîngê dê di meha cotmehê de derkeve.

Têkildarî mijarê edîtorê xêzekovarê Dogan Guzel axivî û diyar kir ku hejmara ewil ji bo weşandinê amade ye.

Guzel destnîşan kir ku li benda îmtiyazeke pozîtîf a xwendevanên kurdî ne û wiha got: “Em kovareke bi kurdî derdixin. Hem jî bi kurmancî û kirmanckî. Em bawer dikin, gelek kesên ku pir tiştên xêzikî û mizahî naxwînin jî, lê sirf ji ber ku bi kurdî ye wê destekê bidin me. Ew ê bi îmtiyazeke pozîtîf ber bi me ve bên û em jî hewl bidin ku vê qenciya wan berba nebe. Li gor melûmatên li ber destê me, wisa dixuyê ku dê ev kovar ne kovareke xirab be.”

Dê tirs bên şikandin

Di axaftina xwe de Guzel diyar kir ku hêviya wan ew e ku kovara wan ligel tevkariya xwe ya ji bo ziman, ew tirsa ji bo ziman jî bişikîne û wiha domand: “Ez behsa tirsa kurdan a ji bo kurdî dikim. Behsa wan xwendevanan dikim ku berê gava kovar, pirtûk û rojnameyên derdiketin bi heyecan dikirîn, lê di rûpela sisêyan de hêvîşikestî û çavtirsî dibûn. Divê em barê wan hevalan sivik bikin. Divê em kurdî, derxînin derveyî wê qada ku tenê ya dilektiyên ziman in. Em behsa zimanekî dikin ku kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rihetî bikaribe li hev bixe û xwe pê egle û eware bike. Em behsa Kurdistanê dikin, bihuşta qehwexaneyan, ger her qehwevan tenê yekê bikire û deyne qehwexaneya xwe, wê pişta me negihê erdê.”

Plansazî hatine kirin

Guzel da zanîn ku kovargerî bi pereyên mezin nayê kirin û wiha pêde çû: “Me plansaziyek kiriye, ji bo 5 hezaran. Lê ger hûn karibin vê yekê di ser tora belavakriyê ya kurdî re bikin, hûn ê li ser pêya bisekinin. Ji bo niha ev mimkun e.”

Her wiha Guzel anî ziman ku demek dûr û dirêj e dev ji karê kovargeriyê berdabûn, lê belê vê carê hêvî dikin ku ji bo çixêzkarên nû şert û mercan çê bikin û got ku êdî ew jî li vir in. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar