Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Edîtora rojnameya Xwebûnê Bal serbest hat berdan

Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. 

Polîsên AKP-MHP’ê di çarçoveya îfadeyên şahidê aşkera Umît Akbiyik de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran bi ser gelek malan de girtibûn. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan duh bi ser mala Edîtora Xwebûnê Nafiye Bal de girtin û binçav kirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta emniyetê, Bal îro sewqî Edliyeya Amedê hate kirin. Piştî karûbarê îfadegirtinê yê li dozgeriyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê hate kirin. Bal, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.

Bal diyar kir ku li emniyetê pirsên weke “têkiliya te bi rêxistinê re heye yan na?”, “Tu çima navê kod bi kar tînî?”, “Tu çalakiyên te bi rêxistinê re plan kirin hene yan na?” û “Ji bo çalakî û xebatan we ji kê ferman girtiye?” ji wê hatine kirin. Bal jî wiha bersiv da pirsan: “Tu têkiliya min bi rêxistinê re nîne. Navekî kod ê ez bi kar tînim tune ye. Min li ser navê rêxistinê tu çalakî li dar nexistine û ji tu kesekî ferman negirtine. Ji nava rêxistinê tu kesî nas nakim.”

Her wiha wêneyê şahidê aşkera Umît Akbiyik nîşanî Bal dan û ev pirs jê hatin kirin: “Hûn vî kesê endamê rêxistinê yê di wêneyî de nas dikin an na? Heke hûn nas bikin, têkiliyeke we ya rêxistinî heye yan na?” Bal jî wiha bersiv da: “Ez, vî kesê ku hûn wêneyî wî nîşanî min didin weke Umît Akbiyik nas dikim. Di sala 2019’an dema weke endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Amedê de dixebitîm, cara ewil min li avahiya HDP’ê nas kir. Piştre jî weke rojnamegerekê min di çarçoveya kampanyaya li dijî tiryakê de nûçe pê re çêkir. Weke din min tu hevdîtin pê re nekirine û têkiliya min pê re tune ye.”

Bal li edliyeyê hate berdan û ji hêla Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û xebatkarên rojnameya Xwebûnê ve hate pêşwazîkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar