Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Efrîn 6 sal in di bin faşîzma dewleta tirk de ye

TEV-DEM daxuyand ku Tirkiye dixwaze Efrînê ji herêmê qut bike, bi vê mebestê pere û zimanê tirkî ferz kiriye û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bi destê çeteyan dijî gelê kurd pêkanîn derveyî exlaq ên wekî dizî, talan, revandinê pêk tîne. 6 salên dawî li Efrînê bêrehmiya mejiyê şovenîst û nijadperest heye."

Dewleta tirk a dagirker di 20’ê çileyê de tevî çeteyên ku di lîsteya terorê yên cihanê de ne êrîşî Efrînê kir û di 18’ê adarê de Efrîn dagirkir. Efrîn 6 sal in di bin faşîzma dewleta tirk û çeteyan de dinale. TEV-DEM’ê bi minasebeta salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEM’ê şehîdên berxwedana Efrînê ku 58 rojan dom kiribû hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku berxwedana gel bi hêviya rizgarkirina Efrînê didome. TEV-DEM’ê bi bîr xist ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 6 salan de li Efrînê sembolên neteweya kurd, perestgeh, şûnwarên dîrokî hilweşandine; bi feraseta şovenist, nijadperest li ser zeviyên çandiniyê xaniyên mêtingeriyê ava kirine, kesên sûcdar û birayîn li van deran bicîh kirine û bi vê yekê xwestine çand û demografiya herêmê biguherin.

TEV-DEMÊ daxuyad ku Tirkiye dixwaze Efrînê ji herêmê qut bike, bi vê mebestê pere û zimanê tirkî ferz kiriye, bi destê çeteyan dijî gelê kurd pêkanîn derveyî exlaq ên wekî dizî, talan, revandin kirine û wiha hat domandin: “Bi sedan kesên ji Efrînê winda ne. Gelek di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Mal û milkê wan tê desteserkirin. Bi milyonan darên zeytûnê hatine qutkirin. Herî dawiyê li Cindirêsê zarokek bi awayekî hovane hat kuştin. Bi vê xwestin nehêlin şahiya Newrozê bê lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de helwest û bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî dagirkerî û qirkirinê hat rexnekirin û ev bang hat kirin: “Dagirkirin bi erêkirina hêzên navneteweyî çêbû. Hûn li hemberî sûcên rojane yên xeternak ên dermirovî li ku ne? Gelê herêmê bi karesatekê re rû bi rû ye. Em bang li tevahî sazî, rêxistinên civaka sivîl û aliyên têkildarî Sûriyeyê, raya giştî ya cîhanê û NYˊê dikin ku helwestên bi cesaret nîşan bidin û destwerdaneke lezgîn bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Efrînê di şert û mercên herî dijwar de, tevî dagirkirin û dopêça hikumet Şamê jî di nava kampên Şehbayê de bi hêviya vegerê li ber xwe didin û ev bang li hêzên siyasî û netewî hat kirin: “Em bang li tevahî hêzên siyasî û neteweyî, rêxistinên demokratîk, jin û ciwanan û aktivîstan dikin ku ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên din bi hevgirtineke mezin piştgiriyê bidin berxwedana xelkê Efrînê û rizgarkirina Efrînê bikin destpêka têkoşîna demokrasî û azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar