Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Efrîn cihê têkoşîna li dijî faşîzmê ye

Siyaseta faşîst û dagirker a dewleta tirk li dijî gelê kurd sînoran nas nake. Dewleta tirk ji aliyekî bi hemû hêza xwe êrişî başûrê Kurdistanê dike, ji aliyekî din li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê komkujiyan siyasî û fizîkî pêk tîne. Dewlet tirk li her derê cîhanê li dijî kurdan siyaseta talan, komkujî, pişaftin, qirkirinê dide meşandin. Hebûna kurdan ji bo xwe wek metirsiyeke mezin dibîne. Li gorî hişmendiya dewleta tirk ger kurd hebin jî, divê ne bi nasnameya xwe bin, bi nasnameya xwe nejîn, wek koleyan di bin deste wan de bin. Di hişmendiya siyasî ya dewleta tirk de li derveyî koletiyê jiyanek ji bo kurdan tune.

Gelê kurd jî li her derê li dijî ev siyaseta qirkirina etnikî li ber xwe dide. Berxwedana gelê kurd li dijî faşîzma dewleta tirk ji ber alîkariya dewletên li ser cîhanê bandora xwe hene bi ser nakeve. Dewleta tirk jî ji vê alîkariya cîhanî wêrektir dibe, komkujiyên xwe yên li ser kurdan zêde dike.

Dewleta tirk niha li sê aliyê Kurdistan dagirkeriya xwe firehtir kiriye. Li gorî hin peymanên navdewletî li bakurê Kurdistanê, ev çend sal e li başûrê Kurdistanê, herî dawî jî bi dagirkirina Efrînê xwesteka xwe ya hemû Kurdistanê dagir bike, aşkera kir.

Dagirkirina Efrînê ji bo dîroka kurdan a nêz piştî Komkujiya Helepçeyê, trajediyeke mezin bû. Bi sed hezaran kurd ji cih û warê xwe hatin derxistin, mal û milkê hatin desteserkirin û talan kirin. Bi sedan kurd hatin qetilkirin. Lê aliyê balkêş dema ev kir, hem cîhan li beramberê vê bêdeng bû, hem beşek siyaseta qaşo kurd destek da dagirkirî û komkujiyan.

Dewleta tirk a dagirker dema xwest Efrînê dagir bike ji du aliyan siyasetek durû kir. Wek derewa herî mezin got; “Dê Efrînê bide efrîniyan.” Li derdora vê gotinê xwest ku li dijî kurdan nîn e. Partiyên xwe li derdora Partî Demokratî Kurd (PDK) tevger kirine jî li ser vê gotinê bûn hevkarên komkujiyê dewleta tirk û çeteyên El Qaîdeyê.

Dewleta tirk bi Rûsyayê re li ser dijberiya kurdan li Sûriyeyê li hev kir. Ev siyaseta rûsan jî ji aliyekî tirkan li dijî Amerîkayê nêzîkî xwe bike, ji aliyekî din jî Rûsya ji ber têkoşîna kurdan li dijî DAIŞ’ê ya bi Amerîkayê re, xwest bi kurdan re şikestinek bide çêkirin. Dewleta tirk ji siyaseta rûsan ya kurdan dixwaze li Sûriyeyê lewaz bike sûd wergirt û 20’ê çileya 2018’de bi deh hezaran çeteyên El Qaîde/DAIŞ û artêşa xwe êrîşek dijwar bir ser gelê Efrînê. Gelê kurd, ereb, suryanî li dijî dagirkeriya dewleta tirk 58 rojan li ber xwe dan.

Efrîn cihekî wiha bû ku hemû gelên herêmê di nava aramiyê de lê dima. Efrîn; heta êrîşa dewlata tirk û çeteyên El Qaîde/DAIŞ dest pê nekir, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de cihê şer lê nebibû. Zarok bi zimanê xwe dixwedin, hemû dibistan vekirî bûn, bi dehan koçberên ji ber şerê li Sûriyeyê reviyabûn, hem li Efrîn diman hem jî kar dikirin. Aboriya li Efrînê li gorî cihê aram li Sûriyeyê her roj baştir dibû. Lê dijminatiya dewleta tirk îro Efrînê ji bo kurdan kiriye cihekî dojehê.

Beriya dagirkeriya dewleta tirk ji sedî 95 gelê li Efrînê diman kurd bûn. Îro li gorî çavdêran ji sedî 10 jî nemaye. Di dibistanên Efrînê de ne zimanê kurdî, zimanê tirkî û erebî tê xwendin. Hemû navê bi zimanê kurdî li Efrîn hatiye rakirin. Berovajî wê navê bi zimanê tirkî li gelek cihan hatiye kirin û hemû sembolên kurdan hatine tinekirin. Cihê dîroka kurdan ji dema Hûriyan maye tên hilweşandin. Niha em nikarin loma ji faşîzma tirk bikin. Lê em dikarin loma ji kurdên heta îro li dijî qirkirina kurdan li Efrînê dengê xwe nakin, her roj destek didin dagirkeriya dewleta tirk a li çar perçeyê Kurdistanê bikin.

Dîsan em dikarin loma dewletên dema kurd şerê terora DAIŞ’ê dikin, çepikan ji kurdan re lêdixin, lê dema kurd li Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker dihatin qetilkirin bêdeng bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar