Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Efrîn Efrîna kurdan e’

Li Efrîna dagirkirî xwepêşandanên dijî dewleta tirk a dagirker-çete bi sloganên “Efrîn kurd e û dê kurd bimîne û kurd namirin”, “Na ji kuştina sivîlan re", "Bes e 5 sal zilm û guhertina demografiyê" û "Efrîn Efrîna kurdan e" didome.

Piştî ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta tirk a dagirker 4 welatî li navçeya Cindirêsê şehîd xistin, li kantona dagirkirî xwepêşandan li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê derketin.

Şeva Newrozê ji ber ku malbata Pêşmerg agirê Newrozê dadan, çeteyên Ehrar El Şerqiye êrîşî wan kir û 4 ji wan şehîd xist û 3’ê jî birîndar kirin. Çavkaniyên taybet ji navçeya Cindirêsê da zanîn ku şehîd û birîndar ji bo nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê hatin veguhastin. Lê belê nexweşxaneyê dermankirina birîndaran red kir û di encamê de malbatan ew birin nexweşxaneya bajarokê Etme yê bakurê Îdlibê, ku ew jî di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) de ye.

Navê kesên hatine Şehîd xistin ev in: Ferhedîn Osman (43),  Îsmaîl Osman (38), Mihemed Îsmaîl Osman (18), Mihemed Osman (42), lê navên birîndaran nehatin bidestxistin.

Xwepêşandêr ji Efrînê, navçeyên Reco, Şiyê, Şera, Şêrewa, Bilbilê, Mabeta û Cindirêsê berê xwe da qadan û li dijî dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî siloganên “Şehîd Namirin”, “Na ji zilm û guhertina demografiyê re”, “Bijî Kurdistan” û “Kurd namirin” berz kirin. Xwepêşandêran banga derxistina dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji kantona Efrîna dagirkirî kir û her wiha destnîşan kir ku heta sûcdarên komkujiyê neyên cezakirin ew merasîma sersaxiyê li dar naxin.

Her wiha şêniyên biyanî û malbatên çeteyan ên li Cindirêsê êrîşî xwepêşandêran kir û nehişt ku ew xwepêşandanê bidomînin. Ji bo veşartina sûcên xwe jî, hin komên çeteyan şahiyên Newrozê li dar xist û bang li şêniyan kir ku tê de beşdar bibin.

Çavkaniyekî taybet ji Cindirêsê diyar kir ku çeteyên “Polîsa Leşkerî” gotin wan sûcdarên komkujiyê girtine, lê belê ew ne sûcdarên rastîn in. Heman çavkanî piştrast kir ku serçeteyê bi navê “Hesen El Debi” ku ji çeteyên “Ehrar El Şerqiye” ye sûcdarê rastîn e û wî tev endamên komên xwe gule li welatiyan barandine.

Qaşo xelaskar çete“Heyet Tehrîr El Şam” çima?

Piştî ku birîndar ji bo nexweşxaneya Etmeyê hatin birin, Cehbet El Nusra mudaxeleya bûyerê kir da ku xwe wek xelaskerê welatiyan nîşan bide û wan ji çeteyan diparêze.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwepêşandan li Efrîn û Cindirêsê li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi pankartên “Na ji kuştina sivîlan re”, “Bes e 5 sal zilm û guhertina demografiyê” û “Efrîn Efrîna kurdan e” bi zimanên kurdî û erebî, didomin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar