Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Efrîn, ENKS û serdana Soylu yê tirk

Efrîn di sala 2018’an de, di meha adarê de hat dagirkirin. Zêdetirîn 500 hezar efrînî ji neçarî cih û warê xwe terikandin û koçber bûn. Ev koçberî li ber çavê hemû cîhanê bû û hemû aliyan çavên xwe girtin. Bûn wek sê meymûnên kor, ker û lal.

Dîmen û fotoyên roja dagirkeriyê ku dizî û talanî çawa dihate kirin kî dikare bibêje me nedît? Ger nedîtine bila bikevin arşîva Efrînê û wê bibînin ka çi bû. Ji wê rojê heta niha ev komkujî, wêrankirin, talanî û kuştina zarokên Efrînê didomin. Herî dawî rakirin û vekirina gorên şervan û zarokên Efrînê ku di encama êrîşên li ser herêmê de şehîd bûbûn mohra xwe li hovîtiya dewleta tirk xist. Xwestin bibêjin ku ev gor bi destê YPG’ê çêbûne û kesên tê de jî bi destê YPG’ê hatine kuştin. Mixabin aliyê din jî hinekî dereng man ku bersiva van derewên dagirkeriyê dan. Ji ber tenê ji dayikeke efrînî bipirsiyana ev der ku der e, wê bigota ku ev cihê me cenazeyên zarokên xwe veşartibûn e. Li vê zêde dîsa kurdên ehmaq ên ku bûne dûvik ji dagirkeriyê re û bi navê ENKS’ê tevdigerin dema derdikevin û dibêjin dewleta tirk ne dagirker e û tiştên ku li ser Efrînê tên gotin ku komkujî çêdibin ne rast in. Tişta ku dagirker nikarin bikin, dûvikên wan ên kurd dikin.

Dîsa em bi bîr bixin dema ku komîteya serbixwe ya NY’yê raporek weşand û tê de got li Efrînê komkujî bi destê komên ku destekê ji dewleta tirk digirin pêk tên, hinek aliyan got hem kom dikin, ne dewleta tirk e. Bi vê yekê jî xwestin destê dewleta tirk paqij bikin û bibêjin dewleta tirk tiştekî wiha nekiriye.

Li ser van komkujiyan, endamê desteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bang li rêxistinên mirovî kir ku şandeyan ava bikin û bişînin Efrînê; bila bibînin ka çi li Efrînê çê bûye û çê dibe.

Ev hemû komkujî bi destê dewleta tirk pêk tên û dewleta tirk jî dagirker e. Hatina Suleyman Soylu jî mohra dawî bû ku li dagirkeriyê xistin. Helbet ev serdan ne bê agahiya Rûsyayê bû lê Rûsya li hember qebûlkirina vê serdanê çi tawîz ji wan standiye nayê zanîn.

Li ser vê serdanê me dengê aliyên din nekir. ENKS’ê ku dostaniya wan bi dewleta tirk re heye dengê xwe dernexisin û wan heta niha hatina Soylu pîroz nekirine. Eceba çima?!.  Dibe ku li pişt kamereyan pîroz kiribin jî em nizanin.

Heta roja îro komkujî pêk tên, binpêkirin çêdibin, dagirker bi destê van aliyan tên pîrozkirin, li aliyê din jî ENKS’î ji xwe re li bakur û rojhilatê Sûriyeyê diçin û tên. Li cihekî dagirkerî heye û li aliyê din jî qeşmer û nemerdên wek ENKS’ê. Ma zilamek û welatparêzekî ku pozê wî dişewite di nava van aliyan de tune ku dengê xwe derxe û bibêje êdî bes e. Bila rûreşî ya qeşmera be. Efrîn nayê jibîrkirin û vegera Efrînê divê rojeva her kesî be. Ne tenê bi gotin, bi kar û emel divê xwezaya Efrînê ji destê hovan derkeve.

Nûçeyên Têkildar