Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Efrîn ji ber zilmê dinale, dinya ker, kor û lal e

Pênc sal beriya niha di 20 ê Rêbendana 2018 an de desthilata Akp-Mhp ê bi operasyona navê “Şaxa Zeytûnê” êrîşê Efrînê kir û ji wê rojê heta vê demê xaka Efrînê hatiye dagirkirin.

Bajarê Efrînê beriya ku were dagirkirin, bajarekî dewlemend bû, gelê Efrînê di nava aştî û aramiyê de bi awayekî azad dijiya.

Di pênc salên borî yên dagirkirina Efrînê de bajar hat wêrankirin, xwezaya Efrînê hat rûxandin,  darên zeytûnan hatin talankirin, zeytûnên çavkaniya debara gelê Efrînê hatin dizîn û li ber çavê dinyayê bi destê çeteyan li bazarên dinyayê hatin firotin.

Bajarê Efînê bi girtin,  kuştin, koçberkirin, revandina mirovan, destdirêjî, destavêtin û talankirina mal û milkê gelê Efrînê di rojeva cîhanê de ye.

Efrîna ku hêjmara niştecihên wê ji sedî 99 Kurd bû, niha rêjeya şêniya kurd li Efrînê daketiye ji sedî 20 î.

Di şûna şêniyên Kurd de komên çeteyan hatine bicihkirin, demografiya  Efrînê bi polîtîkayên qirêj,  bi armanca tunekirina dîrok û tarîkirina siberoja gelê Efrînê ji sedî 80 hatiye guherandin.

Di pênc salên dawî de li Efrînê her cûre îşkence, binpêkirinên mafê mirovan û pêkanînên hovane bûne parçeyekî jiyana rojane.

Ji roja ku Efrîna rengîn ji aliyê çeteyan û cîhadîstên paşverû ve hatiye dagirkirin, ev hêzên tarî bi piştgirî û alîkariya Akp-Mhp ê tên xwedîkirin, sorkirin û bi awayên hovane û pêkanînên dermirovî terorê li ser gelê Efrînê dimeşînin.

Herî dawî roja Newroza 2023 yan, li Navçeya Cindirêsê ya girêdayê Efrînê li çar ciwanên ku Agirê Newrozê pêxistibûn gule hatin barandin û  hatin qetilkirin.

Gotinên jina Kurd a bi navê Avrezan Osman ku beşdarî kanaleke televizyonê bû, rastiya hovîtî û terora ku ji aliyê çeteyan ve li Efrînê tê meşandin li ber çavan raxist.

Avrezan Osman bi qêrîn û hewar, bi dilê şewitî wiha digot:

“ji ber ku ez niha beşdarî weşana zindî ya tv. yê bûme, saetek paşê çi were serê min ne diyar e.

Ne malê me ma, ne milkê me. Çar xizmên me yên ku agirê Newrozê pêxistibûn  li ber çavên me kuştin.

Gava me cenazeyên çar ciwanan rakirin, çeteyan li ser motosikletan bi awayekî rûyê wan pêçayî em dişopandin û gef li me dixwarin.

Jina Kurd li ber ekranên tv. yê fişekên di destê xwe de nîşan dida û digot: Bi van fişekan ciwanên me qetil kirin.

Tehemûl nekirin ku ciwanên me Newroza xwe pîroz bikin.

Pîrozkirina Newrozê jî, ji bo gelê Efrînê sedema kuştinê ye. Agirê Newrozê di nava dilê me de vêxistin û dilê me şewitandin.

Şehîdên me bi destê zilmê hatin qetilkirin.

Ev zilm bi awayekî aşkere li pêşberî çavê dinyayê tê kirin. Çima dinya vê zilmê nabîne.

Li Efrînê Ewlehiya jiyana me tuneye. Ji sala 2018 an heta niha bi sedan kes hatin revandin, îşkencekirin û kuştin.

Bila hemû dinya dengê me bibihîze û vê zilmê bibîne.

Em dixwazin jiyana me ji aliyê hezên navneteweyî yên bêalî ve were parastin”.

Ev zilm, zor û dagirkerî dê heta kengê wiha bidome?

Pêwiste êdî dawî li vê dagirkeriyê were, gelê Efrîn, Serêkaniyê û Girê sipî ji vê zilmê rizgar bibin.

Ev daxwazeke însanî û mafekî herî rewa û gerdûnî  ye.

Pêwiste gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya hevpar hevgirtî yekîtiya xwe pêk bîne.

Hilbijartina 14 ê  Gulanê ji bo yekîtî û hevgirtina gelê Kurd û hêzên azadîxwaz fersend, derfet û siûdeke mezin e.

Gelê kurd, hêz û tevgerên ku guherîna demokratîk dixwazin, bi pêkanîna yekîtî û hevgirtinê, bi hêza xwe ya yekbûyî, bi tifaka Ked û azadiyê, bi helwesteke hevpar û hevgirtî, bi feraseta demokratîk û azadîxwaz, bi hev re xebateke xurt  bimeşînin û bi vê têkoşîna hevpar û hevgirtî di hilbijartina 14 ê Gulanê  de pergala faşîst a Akp-Mhp ê hilweşînin û têkoşîna gelan bi aştî, aramî û azadiya gelan  tacîdar bikin.

Nûçeyên Têkildar