Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Efrîn li ber çavê mirovahiyê dişewite

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li gel bêdengiya navdewletî û rêxistinên hawîrdorê daristanên Efrînê dişewitînin. Zeviyên ku zirar dîtine bi qasî 11 hezar hektarî ye.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji 20`ê Çileya 2018`an ve rêzebinpêkirinên xwe li Efrînê didomînin. Dagirkeran şêniyên Efrînê yên resen dan koçberkirin, milkên şêniyan talan dikin û bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan demografiya Efrînê diguherînin û bi awayeke hovane dartistanên Efrînê dişewitînin.

Ji sala borî ve derdora bi qasî 11 hezar hektarî daristanên Efrînê ji gund û navçeyên Efrînê hatine qutkirin û şewitandin. Daristanên ku hatine şewitandin ev in: Çiyayên Sari Sînê, Xirabê Simaq, Kurê, Kumreşê, Sûrkê, Cirqa yên navçeya Reco. Her wiha derdora nîvê daristanên çiyayên Bafiranê, keleha Hawarê û Rişa Isiyê, çiyayên gundên Rûta (çiyayên Geliyê Cehnimê), Remedana, Gurda yên navçeya Mabatayê. Daristanên gundên Tetera, Hec Hesna, Qaziqli, Şêx Mihemed û Çûlaqa yên navçeya Cindirêsê. Daristana navenda gola Meydankî, daristanên Tetera, Qesîrî û Qaziqli yên navçeya Cindirêsê û rûbera di navbera gundên Gûbeka û Sêwiya li navçeya Mabatayê.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Desteya Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Norşan Hisên got “dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin demografiya kantonê ji tevahiya aliyan ve biguherin, ji koçberkirina şêniyan, kuştin û gelek binpêkirinên ku di eniya mirovahiyê de lekeyek in”.

Norşan wiha domand: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dizanin ku şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin bi berxwedanê ve girêdayî ne û dê li dijî terorê bi ser bikevin. Ji ber wê ye ku dagirkeriya Tirk hawîrdora Efrînê talan dike û daristanan dişewitîne.”

Di dawiyê de Norşan bang li rêxistinên têkildarî hawîrdorê kir ku li dijî talan û wêrankeriya Tirkiyê bilivin û nehêlin daristanên Efrînê tune bibin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar