Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Efrîn parçeyek ji me ye û dê qut nebe’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Meşî û nûnerê eşîra El Neyîm şêx Hemed Şêx Şihadê da zanîn ku dewleta tirk dixwaze herêmeke tampon ava bike lê ev nepêkane. El Meşî û Şihadê got ku dewleta tirk dixwaze Efrînê tevî axa xwe bike lê dê gelê Sûriyeyê rê nede vê dagirkeriyê

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Meşî û nûnerê eşîra El Neyîm a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şêx Hemed Şêx Şihadê têkildarî dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li Efrînê bi ANHA’yê re axivîn. El Meşî û Şihadê da zanîn ku dê dagirkeriya dewleta tirk a li Sûriyeyê bi tu awayî qebûl nekin.

Îbrahîm El Meşî di serî de bal kişand ser herêma ‘ewle’ ya ku dewleta tirk dixwaze ava bike û wiha got: “Dewleta tirk dibêje ku ji xeynî wê tu kes nikare bikeve vê herêmê. Ger ku Tirkiye bikare 5 km derbasî xaka Sûriyeyê bibe, wê demê hêzên navdewletî jî dikarin bi 5 km derbasî xaka Tirkiyeyê bibin. Bi vê sedemê ye ku Erdogan herêma tampon red dike û banga avakirina herêma ‘ewle’ dike. Weke hincet jî parastina xwe nîşan didin.”

Şantaja dewleta tirk

El Meşî destnîşan kir ku heta niha HSD’ê guleyek jî ber bi Tirkiyeyê ve neavêtiye û wiha dom kir: “Em xaka xwe di nava sînorên xwe de diparêzin. Lê Erdogan sînoran derbas dike û êrîşî me dike. Dewleta tirk bi rêya şantaja siyasî hewl dide HSD’ê hêrs bike û bi rêya bertekên wê jî êrîşa li dijî herêmê rewa nîşan bide. Dewleta tirk ji bo ku herêma ‘ewle’ bi DYA’yê bide qebûlkirin, DYA’yê bi vekişîna ji NATO’yê re tehdît dike.”

Lihevkirina Rûsya û dewleta tirk

Di berdewamê de jî El Meşî daxuyand ku dibe ku dewleta tirk rê bide Rûsyayê ku bikeve Idlibê û wiha derbirî: “Li hemberî vê jî dê Rûsya di civînên navdewletî de piştgiriyê bide herêma ‘ewle’. Gelek zehmet e ku herêma ‘ewle’ li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ava bibe. Gelê Sûriyeyê hebûna dewleta tirk a li ser xaka xwe qebûl nake. Siyaseta dagirkerî, guhertina demografyayê û siyaseta pişaftinê gelek xeter e.”

Bang li rejîm û cîhanê kir

Şêx Hemed Şêx Şihadê jî da zanîn ku hemû nûnerên eşîrên li herêmê û gel binpêkirinên dewleta tirk ên li Efrînê red dikin û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze bi lêkirina dîwar re Efrînê ji Sûriyeyê qut bike. Dixwaza heman tişta li Lîwa Îskenderûnê (Hatay) dubare bike. Em dixwazin rejîm jî li dijî vê dagirkeriyê xwedî helwest be. Em ji hemû dewletan û rêxistinên mafparêz dixwazin ku destwerdana lezgîn bikin û lêkirina dîwar a li Efrînê rawestînin.”

‘Tirkiye avakarê DAIŞ’ê ye’

Şihadê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke nûnerên eşîran û gelê herêmê, destdirêjiya dewleta tirk red dikin. Efrîn xaka Sûriyeyê ye û bajarekî bi ewle ye. Efrîn parçeyek ji me ye û dê qut nebe. Erdogan avakarê DAIŞ’ê ye. Divê cîhan ji vê rewşê re bibêje bes e. Tirkiyeyê komên çete şandin Sûriyeyê û em ê destûrê nedin ku axa me dagir bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar