Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Efrîn…Hêvî…Veger

Ne sûc radiwestin, ne jî dawiya wan tê. Sûcdar û qatil dewleta tirk a dagirker e. 3 sal di ser êrîşên li ser Efrînê re derbas dibin û hîn derheqê xelkê Efrînê de kuştin, revandin, tecawiz û qirkirin didome. Beriya vê dîrokê Efrînê bi rengê xwe yê rengîn dihat naskirin û navê wê jî Efrîna rengîn bû. Sazî, kar, xebat, aramî, lihevkirin û rêxistinbûyîn hebû. Xelkê Efrînê hembêza xwe jî ji hezaran koçberên Sûriyeyê yên ji ber şer reviya bûn re vekiribû û ew pêşwazî kiribûn. Li Efrînê kesî nedigot tu kurdî yan erebî yan jî tirkmenî û her kesê ku li wir bi cih biba bi çanda xwe dijiya.

Bi destpêka sala 2018`an re û di encama lihevkirinên navneteweyî de ku rûyekî wê yê aşkera Rûsya bû û yê pêk anî jî dewelta tirk bû, herêma Efrînê û gelê wê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû hatin hiştin. Di 20’ê Çileya 2018’an de, bi komkirina hemû qirêjiya dinyayê ji çeteyan, dewleta tirk di êrîşa yekemîn de 72 balafirên şer bi kar anî. Armanc êrîşan dagirkirina herêmê û vala kirina wê ji kurdan bû. Bazara hêzên din çi be jî, armanca dewleta tirk qirkirina kurdan bû.

Li aliyekî din, ji ber ku projeya li Efrînê roj bi roj dibû mînak ji bo çareseriyê û xelkên Sûriyeyê xwe lê digirtin, van hêzên bazirgan, xwestin ji holê rakin. Vê projeyê hemû hesab tevlihev dikirin û rê li ber parastina berjiwendiyên xelkê Sûriyeyê vedikir û li hember wê pêşî li destwerdanên ji derve digirt.

Di pêvajoya 3 salên derbasbûyî de li Efrînê bi her awayî sûc hatin kirin û tên kirin. Ji însanan bigire heta kevirên Efrînê, ji girên wê heta darên zeytûnê bûn hedef û hatin qutkirin, talankirin û hilkişandin. Bi her awayî teror hat meşandin û bi her awayî hovîtî li dar bû.

Xelkê Efrînê 58 rojan li hember van êrîşan di nava Efrînê de li ber xwe dan, parastina herêmê û nirxên xwe kirin. Duyemîn dewleta NATO`yê bû êrîş dikir. Ew dewleta tirk a dagirker bû. Ji lewre ev berxwedan wek Berxwedana Serdemê hat pênaskirin. Gelê Efrînê û şervanên wê li hemberî dewleteke xwedî çekên giran û teknîka herî pêşketi li ber xwe dan.

Ji bo ku bi qirkirineke mezintir e rû bi rû nemînin xelkên Efrînê, rêveberiya wê biryara derketinê di 18’ê Adarê de da. Efrîn roj bi roj dihat dorpêçkirin, her kes bêdeng bû. Tenê kurd li ser pêyan bûn.

Ji wê demê û heta roja îro, bi rengên cûda hovîtî û binpêkirin jî didomin. Heta em dikarin bibêjin keraseta mirovahiyê ye.

Di hundirê Efrînê de kurdên ku mane bi qirkirina komî û etnîkî re tên derbas dikirin û li aliyê din, li dijî Efrîniyên ku ji ber êrîşan koçber bûn û li Şehbayê di kampan de dimînin êrîş û siyaseteke hevpar a rejîm û dewleta tirk tê meşandin.

Rejîmê dor li Şehbayê girtiye û nahêle pêdiviyên jiyanê û derman derbas bibin û dewlta tirk jî bi erêkirina Rûsyayê topbarana li ser herêmê didomîne. Yek ji armancan, teslîmgirtina xelkê Efrînê û dûrxistina wan ji cih û warê wan e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, bi dîmen û belgeyan van hemû binpêkirina û sûcên şer ên ku dewelta tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, derdixe holê. Lê hêzên navdewletî li hember van sûcan ji destpêka êrîşan heta roja îro ku 3 sal derbas dibin, bêdeng e û rola sê meymûnan dilîze. ker, kor û lal…

Xelkê Efrînê niha li nava şert û mercên zehmet ên koçberiyê de rojan dihijmêrin. Hêviya wan ne ji hêzên navdewletî ye, tenê hêviya wan zarokên wan in. Hêzên rizgariya Efrînê ne. Gerîlayên çiyayê Kurmêc jî hêviya wan mezin dike ku ew ê vegerin Efrînê. Ew ê nehêlin dagirker û çete bi rihetî li ser axa wan, cihê bav û kalên wan rûnên.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi boneya salvegera êrîşan bîlançoya çalakiyên xwe aşkera kir û got ew kêliyekê jî ranawestin.  Di her 3 salên derbasbûyî de, zêdeyî 400 çalakiyan li dijî dagirkeran pêk anîne û zêdeyî 900 dagirker û çete kuştine û gelek birîndar kirine.

Sal nû ye û soza vegera li Efrînê û hêviya wê mezintir e.

Nûçeyên Têkildar