Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Efrînî: Divê edî dawî li xiyaneta ENKS û PDK’ê bê anîn

Koçberên ji Efrîna dagirkirî diyar kirin ku siyasetên ENKS û PDK'ê yên rewakirina dagirkeriya tirk êdî divê bên bi dawî kirin û wiha gotin: "Berxwedana gel dê siyasetên ENKS û PDK'ê têk bibe."

Koçberên ji Efrînê hevkariya ENKS û PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re şermezar kir û xwestin dawî li xiyaneta ENKS û PDK’ê bê.

Emîne Osman diyar kir ku ENKS fermanên mala Barzanî û partiya wê PDK’ê pêk tîne û wiha got: “PDK li gel dewleta tirk li dijî projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser disekine û planên dewleta tirk pêk tîne. Serdana endamê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar bo Efrîna dagirkirî bi armanca rewakirina dagirkeriya tirk a li Efrînê ye da ku dagirker kiryarên çewsîner li dijî gelê kurd ê li Efrînê zêdetir bike, wêneyê komên leşkerî yên çete yên terorîst xweşik nîşan bide, her wiha guhertina demografî ya plankirin û polîtîkayên tirkkirinê xurt bike.”

Her wiha Mistefa Şêrewî wiha got: “Saziya Barzanî ku îdia dike saziyeke xêrxwaziyê ye, bi xwe saziyeke îstîxbaratî ya girêdayî PDK’ê ye. Ev sazî xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê yên guhertina demografî, avakirina mêtingehan û koçberkirina kurdan dike. Lê belê gel wê tevahî siyaseta wan têk bibe.”

Osman Ebdo wiha anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker dijminê gelê kurd e, ji ber ku dijminê bav û kalan nabe û dostê lawan, lê ENKS’ê kurd e, lê xayîntiya xwe ya li dijî kurdan re berdewam e. Edî bes, bila xiyanetiyê neke, lê nikare dest ji xayîntiya xwe berde, ji ber ku di xwîna wan de tê meşandin. Bila dawî li xeta xiyanetiyê bê.”

Her wiha Edul Ehmed wiha got: “Xiyaneta ENKS’ê, em şermezar dikin. Êdî diyare ku destê ENKS’ê di kuştina gelê kurd de heye. Êdî bes e ji xiyaneta te re, êdî destê te di kuştina gelê kurd û talankirina malên Efriniyan de jî heye. Êdî nebe hevkarê dewleta tirkan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar