Artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li hemberî êrîşan berxwedaneke 58 her rojan hat kirin û zêdeyî 300 hezar kes neçar man ji bajêr koç bikin û derbasî Şehba û Helebê bibin. Ji bo koçberên Efrînê kampên Berxwedan, Serdem û Şehbayê hatin avakirin. Lê êrişên li ser kampan di demên pêş de jî bênavber dewam kirin. Tirkiye hê jî her tim kampên Veger û Şehbayê dike hedef. Şehba, di sala 2017’an de ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve ji El Nûsra û DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Bajarê herî mezin ê herêma Şehbayê ku ji gelek gund û bajarokên di navbera Kantona Efrînê û bajarê Helebê de pêk tê, Til Rifet e.
Dema em îro nûçeyên li ser Efrînê dixwînin, êrişên hovane yên wê serdemê tên ber çavên me. Piştî berxwedana 58 rojan a li dijî bi hezaran komên paramîlîter, balafirên şer û çekên giran, ronahiya hêviyê ji nişka ve veguherî tariyê. Piştî 58 rojên ku bi baweriya min derbasî dîrokê bûn û em jê re dibêjin “Berxwedana Serdemê” jiyana gelê Efrînê bi tevahî guherî. Rêwîtiya dijwar a kesên ku li Efrînê man û koçberiyê ya ber bi Şehba, Heleb û herêmên din ên Rojavatê dest pê kir.
“Mayîna li Efrînê zehmet e yan jî koçberî?” Yekane bersiva vê pirsê “Hemû têkoşîna me ji bo Efrînê ye” ye. Bê şik di sohbetên min de yên bi jinên têkoşer re, jin diyar dikin ku jiyana li Efrînê di bin siya komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ji dojehê xerabtir e û ev 2 sal in nikarin derkevin ber derî jî.
Di wan rojên ku Sûriye veguheriye gola xwînê û kavaileke giran, Efrîn bûbû mîna qada azadî û demokrasiyê. Yek ji herêmên yekemîn bû ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî herî şênber lê hat pêkanîn. Ji Efrînê tu êriş li dijî Tirkiyeyê pêk nehatin. Tu niyet û haziriya şer û pevçûna bi Tirkiyê re tune bû. Tirkiye bi tevahî yekalî û di çarçoveya “dijminatiya kurdan” de êrişî Efrînê kir. Erdogan biryar dabû ku ew ê her tiştî bikin da ku kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu.
Piştî dagirkirina Efrînê, Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê sûcên giran ên li dijî mirovahiyê û şer didomînin. Tenê di meha adara borî de zêdetirî 35 welatiyên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn hatin revandin, rastî îşkenceyê hatin û fidye ji wan hat xwestin. Her wiha di meha yekem a sala 2024’an de li Efrîn û herêmên dagirkirî sûcên wekî kuştin, revandin, destavêtin, destdirêjiya zayendî, binçavkirin, îşkencekirin û desteserkirina mal û milkên gel hatin kirin. Di mehên çile û sibatê de 8 welatiyên kurd hatin qetilkirin û 80 welatiyên Efrînê ku ji wan 11 jin û 8 zarok bûn, hatin revandin. Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê tenê di destpêka îsal de zêdetirî 2 hezar û 400 darên Efrînê birîn.
Helbet sûcên şer û mirovahiyê yên Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê, tenê bi van re sînordar nîn e. Her wiha polîtîkayeke sîstematîk a qirkirina çandî û êrişên dijwar ên bi armanca guhertina demografyaya Efrînê jî tê meşandin. Li gor lêkolînên me; Tirkiye heta niha bi avakirina zêdeyî 35 “xaniyên kolonyal” guhertina demografîk pêk tîne. Ew komên paramîlîter û malbatên wan, li van xaniyên kolonyal bi cih dike. Ev pêngaveke stratejîk e ji bo guhertina pêkhateya demografîk û çêkirina kembereke erebî li dijî hebûna kurdan.
Hejmara malbatên komên paramîlîter ku ew ji çar aliyê Sûriyeyê anîne û li Efrînê bi cih kirine, gihaştiye 9 hezarî. Beriya êrişan nifûsa kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû, lê niha ji ber koçberkirina bi darê zorê û sûcên li herêmê tên kirin, ev rêje daketiye ji sedî 20’î. Tevî hemû sûcan jî Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî Tirkiyeyê biryareke zelal negirtiye. Lê sûcên ku li Efrînê tên kirin, wekî guhertina pêkhateya demografî, tevn û dîroka herêmê, bi awayekî eşkere li dijş xala 56’an a Peymana Laheyê ya sala 1907’an e. Sûcên li Efrînê tên kirin bi eşkere li dijî hiqûqa navneteweyî ne.
Tevî van hemûyan jî gelê Efrînê yê ku ji cih û warên xwe koçber bûye û ev 6 sal in di kampan de ye, her tim têkoşîna xwe ya li dijî Tirkiyeyê û komên girêdayî wê û hêviya vegera ji bo warê xwe zindî dihêle. Bê îstîsna her sohbeteke hêja bi gotina “Em ê teqez vegerin Efrîna xwe” bi dawî dibe. Kampa Şehbayê, mirov di çavên bi sedan zarokên ku di kampan de çavên xwe li cîhanê vekirine, xemgîniya dûrbûna ji axa xwe û hêviya vegeria li Efrînê dibîne.
Rengvedana herî zindî ya hêviya vegera li Efrînê di Newroza Heleb û Şehbayê de derket pêş. Agirê Newrozê ku bi beşdariya deh hezaran kesî hat pêxistn bû agirê têkoşînê li dijî Dehaqan. Ciwanên dînamîk ên Efrînê ku pêşengiya vê têkoşînê kirin, di Newrozê de careke din soza mezinkirina berxwedanê dan.
MA / Zeynep Boran