Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Efrîniyên ku bi îşkenceyê hatin girtin nehatin berdan

Komên çete yên OSO’yê di 22’yê îlona 2018’an de li Efrînê 11 sivîl revandibûn û piştî îşkenceyê radestî dewleta tirk kiribûn. 11 kesên ku ji hêla leşkeran ve jî hatin îşkencekirin, îro 3’yemîn danişîna doza wan li Hatayê hate dîtin. Şandeya dadgehê biryara domandina rewşa girtî da û doz taloqî 27’ê hezîranê kir

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê piştî ku Efrîn dagir kir, li dijî gelê Efrînê dest bi girtin, binçavkirin, revandin, îşkence û gelek pêkanînên din ên derveyî mirovahiyê kir. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker di 22’yê îlona sala 2018’an de 11 welatiyên Efrînê binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin derbasî Tirkiyeyê hatin kirin û der barê van de bi îdiaya ‘xirabkirina yekitî û yekpareyiya dewletê û kuştina bi qesdî’ doz hate vekirin. 3’yemîn danişîna doza 11 efrîniyan îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê hate dîtin.

Di danişînê de tevî 11 sivîlên efrînî, parêzerên wan jî amade bûn. Danişîn piştî danasînê dest pê kir. Welatiyan parastina xwe kir û îdiayên der barê wan de red kirin. Di parastina xwe de sivîlan diyar kir ku çeteyên OSO’yê li Efrînê 12 rojan îşkence li wan kiriye û piştre jî radestî leşkerên tirk kirine. Sivîlan di berdewamê de jî daxuyand ku li Qereqola Cendirmeyan a Hatayê jî rastî îşkenceyên giran hatine û leşkeran ew bi zarok, hevjîn û dayikên wan tehdît kirine. Welatiyan got ku di bin îşkenceyê de îfade bi wan dane îmzekirin û daxwaza berdana xwe kirin.

Parêzeran parastin kir

Parêzeran jî daxuyand ku sûcdariyên ku li welatiyan kirin li derveyî hiqûqê ne û ev tişt gotin: “Şeş meh piştî kuştina leşkeran, muwekîlên min ji hêla OSO’yê ve hatine binçavkirin, îşkencekirin û radestî Tirkiyeyê hatine kirin. Leşkeran di bin îşkenceyê de îfadeya wan girtiye û pê daye îmzekirin. Îşkence bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) jî hatiye piştrastkirin. Ev rapor di dosyayê de heye. Em dixwazin ev bêhiqûqiye bi dawî bibe û muwekîlên me bên berdan.”

Dozger dûre mutalaya xwe da û xwestin girtina 11 kesên sivîl dewam bike. Şandeya dadgehê jî biryar da ku girtina 11 sivîlan dewam bike û danişîn taloqî 27’ê hezîranê kir. HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar