Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Efsaneya Zîlan li xaka Kurdistanê bi hezaran Zîlan afirand’

Gerîlayên YJA Starê Rûken Feraşîn û Zemyan Denîz diyarkirin ku Zîlan xeta fedaîtî û azadiyê ye û gotin: “Hem di dîroka PKK'ê de hem jî di dîroka gelê kurd de mîrateyeke dîrokî ya xweser hişt. Zîlan jinûve şînbûn e.”

-Gerîlaya YJA Starê Zemyan Denîz diyar kir ku Zîlan tê wateya jinûve şînbûnê û got, “Hevala Zîlan mîna wateya navê xwe hêviyên nû zîl da.”

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê bi çalakiya fedaî şehîd bû, li qadên gerîla tê bîranîn. Gerîlayên YJA Starê Rûken Feraşîn û Zemyan Denîz ji ANF’ê re qala Zîlan û fedaîtiyê kirin.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Feraşîn diyar kir ku Zîlan xeta azadiyê ya jinê ye û got: “Hîn ez şervaneke nû bûm min hevala Zîlan nas kir. Bala her kesî dikişand. Kesayetiya wê bandor li her kesî dikir. Zîlan tevî ku şervaneke ji salekê bû, Rêbertî nas kiribû û ji dil pejirandibû. Jin a kurd a ku Rêber Apo herî baş nas kir, hevala Zîlan bû. Kûrahiya dîrokî ya hevala Zîlan gelekî xurt bû. Di her kêliya jiyanê de fedaî bû. Kûrahiya wê ya hest û fêhmkirinê gelekî li pêş bû.”

Xeta hevala Zîlan xeta fedaîtî û azadiyê ye’

Feraşîn destnîşan kir ku Zîlan temsîla xeta fedaîtiyê ye û got: “Bûyerên ku heta niha qewimîn û yên niha diqewimin nîşan didin ku hevalên xwe bi ruhê hevala Zîlan amade dikin, berxwedaneke mezin nîşan didin. Çalakiya ku hevalên Sara û Rûken li Mersînê pêk anîn nîşan dide ku ruhê hevala Zîlan xurt e û dijî. Li tunelên şer berxwedana ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û teknîkê tê nîşandan, îradeyeke ji pola ye. Li tunelan heta kêliya dawî ya jiyanê berxwedan hate kirin. Bi vî ruhê jiyanê û xeta hevala Zîlan bi ser dijmin ve meşiyan. Xeta hevala Zîlan ji bo me xeta fedaîtî û azadiyê ye.”

Efsaneya Zîlan li xaka Kurdistanê bi hezaran Zîlan afirand’

Gerîlaya YJA Starê Zemyan Denîz jî anî ziman ku wê Zîlan weke jineke ji Geliyê Zîlan nas dikir û qala bandora Zîlan a li ser xwe kir: “Beriya ku ez tevlî nava PKK’ê bibim min hevala Zîlan tenê bi nav nas dikir. Bi çalakiya xwe ya fedaî ji xwe yeka dihate naskirin bû. Hem di dîroka PKK’ê de hem jî di dîroka gelê kurd de mîrateyeke dîrokî ya xweser hişt. Zîlan jinûve şînbûn e, navekî rast li xwe kiriye. Xwedî li wateya navê xwe derket. Çawa ku tiştekî nû zîl dide, divê mirov hevala Zîlan jî bi wî rengî binirxîne. Di nava Tevgera Jinên Kurd de mîna YJA Star û PAJK’ê di dilê her yekî ji me de şitlên nû şîn dibin. Hevala Zîlan mîna wateya navê xwe hêviyên nû zîl da. Efsaneya Zîlan li xaka Kurdistanê bi hezaran Zîlan afirand. Weke gerîlayeke YJA Starê çi dibe bila bibe em ê vê alê her li ba bidin, bilind bikin û têkoşîna xwe jî bi van tecrûbeyan hîn bêhtir xurt bikin. Niha li çiyayên Kurdistanê di berxwedanên li Zap, Avaşîn û Metînayê de, li tunelên şer tî û birçî dimînin, lê dîsa jî li ber xwe didin. Wezîfeya me hemûyan e ku xwedî li vê têkoşînê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar