Di 26’ê mijdarê de li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çopan pêk hat. Di danişînê de dema Îsmaîl Çopan pirsên dadgehê bi kurdî bersivand, serokê dadgehê got ‘Hat dîtin ku bersûc pirsên tirkî yên serokê dadgehê, bi zimanekî nayê famkirin bersiv daye’ û ev yek derbasî girtekan kir. Dema doza siyasetmedarên kurd ên ji dosya KCK’ê dihatin darizandin jî Dadgeha Amedê gotibû ‘Zimane nayê zanîn.’ Eger ziman amûra parastinê be û dadgeh ziman wekî ‘zimanê nayê zanîn’ û ‘Zimanê nayê famkirin’ pênase bike, ev nîşan dide ku dadgeh parastina wî milletî qebûl nake. Yan jî nas nake.
Li gorî pîvan û pênaseya gerdûnî, dadgehê cih û warên edalet û hiqûqê ne. Cihê parastina mafên mirovan in. Li dijî neheqî û bê edaletiyê ye. Li dijî zilm, tundî û binpêkirina mafan in. Cihê parastina heq e û neheqan ceza dike. Rastiyê diparêze, edaletê diparêze, wekhevî û mafên mirovan diparêze. Mafê ziman, çand, bawerî û nasnameyan diparêze. Cudahiyê naxe nava bawerî, ziman, çand û nasnameyan. Serbixwe ye. Ne girêdayî tu hêzan e. Organên qanûndanîn û birêvebirinê divê li gorî biryarên dadgehê tevbigerin. Cudahiyê naxe nava milletan û rengan. Li pêş zagonan her kes wekhev e. Dadgeh li gorî vê rêgez û hişyariyê gavan davêje û tev digere. Eger dadgeh van rol û mîsyona xwe pêk nîne, nabe cihê edalet, heq û hiqûqê. Tu kes jî baweriya xwe pê nîne. Dadger û dozger jî divê li gorî vê hişyarî û baweriyê xwe îkna bikin û nebin alî. Eger dozger û dadger li gorî fikrên xwe yên birdozî û tekakesî tev bigerin nikarin biryarên bi edalet bidin. Nikarin li gorî heqiyê tev bigerin. Eger dozger û dadger li gorî edaletê tev negerin, wê demê dadgeh jî nabin cihê edaletê.
Li hemû cîhanê her dewlet xwedî daraz, qanûndanîn û rêvebiriyê ye. Amûrên Destûra Bingehîn daraz e. Eger li welatekî daraz ne serbixwe be edalet pêş nakeve. Eger ku li welatekî edalet pêk neyê dê li wî welatî zilm, tundî, kuştin, talankirin, wêrankirin û kaos hebe. Dê li wî welatî mafê demokrasî û azadiyê tune be. Dê li wî welatî serdest û bindest hebin.
Dema em li rewşa daraza Tirkiyeyê dinêrin gelek geşedan nîşanî me didin ku daraz ji warê edaletê dûr ketiye. Hej hefteya borî kujerê Kemal Kurkut beraet kir. Kujerê Îpek Er serbest digere. Kujerê gelek zarok û jinan, bi zagona înfazê tahliye bûn û dîsa sûc dikin. Ev nîşan dide ku daraz êdi ji sedî sed hatiye girêdan. Eger amûra edaletê daraz têkeve sîwana dewletê binpêkirina mafan zêde dibe. Eger daraz serxwebûna xwe winda bike edalet têk diçe, mafên mirovan têk diçe, kuştin, tacîz, tecawiz, talan, wêrankirin, dizî, bê sincî pêş dikeve. Li wî welati kaos dest pê dike. Aramî û îstîkrar nabîne. Eger li wî welatî xizanî, betalî jî zêde be û hêz di destê serdest û zordestan de be, mafên mirovan tiştek namîne. Dema ku em li daraza Tirkiyeyê dinêrin em di vî wêneyî de pêşeroja Tirkiyeyê dibînin. Ji niha de ev yek li zengilê hawarê dixe. Lê kesên bi hawara wê bên kêm in parêzer û siyasetmedarên li dijî vê yekê dengê xwe bilind dikin tên binçavkirin û girtin. Ji bo vê yekê jî divê hemû kesên mafên wan ên parastin, çand, nasname û mirovî tê binpêkirin, hemû bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Li dijî neheqiya bi sazîbûn û feraset, divê bertek û nerazibûnên hevpar, bi rêxistin û hevdeng pêş bikeve. Divê tu kes li dijî êrîşa parastina ziman bêdeng nemîne. Her kesek zimanekî wan heye. Her kes mafê wan ê parastinê heye. Ev mafê zagonî û xwezayî ye.