Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da. Ji ber vê yekê mirov dikare wekî Peymana Qirkirinê jî pênase bike. Çima ez vê yekê dibêjim? Ji ber ku piştî peymanê, dewleta tirk êrîşên bi SÎHA’yan da destpêkirin. Ewil di 23’yê tebaxê de li Silêmaniyê êrîşî rojnamegeran kir û 2 rojnameger qetil kirin. Piştre di 28’ê tebaxê de li Qamişlo êrîşî maşîneyek sivîl kir û dayik û kur qetil kirin. Di 3’yê îlonê de li gundê Mêrge Hewş yê li zozanên Sinînê welatiyek qetil kir. Di 4 îlonê de li sînorê navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir. Di êrîşê de bav û 2 kur qetil kirin. Di 5 îlonê de dewleta tirk li gundê Hermêle yê li sînorê navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir û di encamê de sê welatî hatin qetilkirin. Di 8’ê Îlonê de li Kobanê bi SÎHA êrîş kir û welatiyek birîndar kir. Herî dawî di 10’ê îlonê de bi SÎHA’yê êrîşî Mexmûrê kir û 3 dayik birîndar kirin.
Balkêş e piştî peymana Enqere-Bexda ji 23’yê tebaxê heta niha bi SÎHA’yan 7 caran êrîş kirin. Ji Silêmaniyê heta Mexmûr, Qamişlo û heta Kobanê, ji Kobanê heta Bagok, Cûdî, Gabar, Metîna, Zap û Avaşînê êrîş kirin. Di van êrîşan de zêdeyî 10 welatî hatin kuştin û zêdeyî 10 welatî jî birîndar bûn. Dîsa di êrîşên balafirên şer ên F-16 û helîkopteran de gelek endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Di van êrîşan de yên jiyana xwe ji dest dane; jin, zarok, kal, pîr û şervanên kurdan hene. Êrîşek bi giştî ye.
Ewil li dijî rojnamegeran êrîş dan destpêkirin. Çima? Ji ber ku xwestin ewil ronahiyê bitemirînin. Ji ber ku rojnameger civakê ronî dikin û agahdar dikin. Ewil xwestin çavê civakê kor bikin û guhê civakê ker bikin. Bi êrîşa li dijî rojnamegeran xwestin civakê ker û kor bikin. Êrîşî gundiyan dikin. Dixwazin gundî gundên xwe vala bikin. Gund çavkaniya ziman, çand, debar û jiyanê ye. Dixwazin bi her awayî çavkaniya jiyanê qut bikin. Êrîşî şervanên kurd dikin. Dixwazin civaka kurd bê parastin bihêlin. Zarokên kurdan direvînin û cenazeyên wan di torbeyan de tê dîtin. Eger gelek aliyê vê meseleyê hebe jî aliyekî wê zaroka 8 salî kurd e, jin e, zarok e. Di şexsê wê de dixwazin zarokên kurdan tune bikin. Dixwazin vîna jinê tune bikin. Dixwazin kurdan tune bikin. Aliyê din ên tarî ku li benda ronîbûnê ne gelek in.
Êrîşî Mexmûrê dikin. Mexmûr keleha berxwedanê ye. Navenda jiyana komînal e. Navenda pergala Modernîteya Demokratîk e. Li vir modela rêveberiya xweser û jiyana demokratîk heye. Di şexsê Mexmûrê de êrîşî hemû gelê kurd dikin. Êrîşî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hemû gelê kurd ê azad e. Eger rastî wisa be, divê ne tenê gelê Mexmurê, hemû gelê kurd derkeve kolanê. Tenî gelê Mexmûrê derkeve kolanan û êrîşê şermezar bike têrê nake.
Ji ber van sedeman em bi hêsanî dikarin vê Peymana Enqere-Bexdayê wekî Peymana Qirkirinê pênase bikin. Li pişt vê peymanê tenê Iraq û Tirkiye tune. Tenê PDK tune. Bi qasî PDK’ê destê Huda Parê jî tê de heye. Bi qasî Iraqê welatên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) jî heye. Dixwazin peymana Lozanê li Enqereyê bi qirkirina kurdan temam bikin. Dibe ku ev peyman di navbera Enqere û Bexdayê de xuya bike. Lê çawa ku 100 sal berê li dijî kurdan û Kurdistanê Peymana Lozanê îmze kirin û Kurdistan kirin çar parçe. Niha jî bi peymana Enqere-Bexdayê dixwazin li çar parçeyan komkujiyê pêk bînin. Geşedan û hewldanên dawî yên li dijî gelê kurd vê rastiyê radixe pêş çavan. Eger mesele hemû gelê kurd bin, wê demê divê hemû gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê li dijî van komkujyan rabin ser piyan. Eger mesele ne tenê Mexmûr be, divê ne tenê gelê Mexmûr, divê hemû gelê kurd û dostên kurdan dakevin qadan. Piştî cenazeyê zaroka 8 salî Narîn Guran hat dîtin çalakî zêde bûn. Ji Wanê heta Amedê, Ji Amedê heta Edene û Stenbolê gel daketin qadan. Ev gavek erênî ye. Lê divê çalakî tenê ji bo kuştina zarokekê neyê destgirtin. Ji ber ku îro li dijî hemû gelê kurd plana komkujiyê xistine meriyetê. Divê gelê kurd bi giştî li meseleyê binerin û li gorî wê bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Di navde rojnamevan, parazvan, zarok, jin û ciwan hene. Di nava vê komkujiyê de xwezaya Kurdistanê jî heye. Loma bi şîrketên taybet dest bi talankirin û wêrankirina xwezayê dikin. Li aliyekî mirovan qetil dikin, li aliyê din xwezayê talan û wêran dikin û qetil dikin. Eger qetilkirin topyekûn be, divê bertek, nerazîbûn, berxwedan û serhildan jî topyekun be. Ev hêz û mafdariya gelê kurd û kurdistaniyan heye. Ku mirov heq û mafdar be, xwedî hêz e jî. Eger îro em mafdar bin, hêza me jî heye. Lê hêz ku neherike û nekeve tevgerê bandora wê hêzê tune. Ku ew hêz têkeve tevgerê dê bi xwe re enerjî, ruh, coş û moralekî ava bike. Niha tam dema vê tevgerê ye.