Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir

Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê ku di nava avahiya sendîkayê de ‘Quncikê Zimanê Dayikê’ ava kir, dest bi dayîna dersa zaravayê kurmancî yê kurdî kir

Egîtîm Sen ku beriya niha ji ber di rêziknameya xwe de cih dabû ‘hînbûna bi zimanê dayikê’ doza girtinê lê hatibû vekirin, di serî de kurdî ji bo gelek zimanan têkoşîna zimanê dayikê dide. Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê di avahiya sendîkayê de bi navê ‘Quncikê Zimanê Dayikê’ pirtûkxaneya zimanê dayikê ava kir. Di serî de hefteyê carekê dê bi zaravayê kurmancî yê kurdî ders werin dayîn. Sendîkaya ku endamên wê yên zimanê dayika wan tirkî û erebî ne hînî dersa kurdî dibin, wê di demên pêş de bi zaravayê zazakî yê kurdî û erebî jî ders werin dayîn.

Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrsînê Mahmût Sumbul da zanîn ku hem di asta destpêkê hem jî di asta pêşketî de perwerdehiyên bi zaravayê kurmancî yê kurdî dest pê kir. Sumbul diyar kir ku ji bo xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê li sendîkayan û saziyên din zindî bibin, divê xebatên bi vî rengî werin meşandin û wiha got: “Ji bo belavkirin û dewlemendkirina zimanên tên windakirin, divê mirov têbikoşe.”

Bi hinceta mamoste tune ye dersên olî didin bijartin

Di axaftina xwe de Sumbul bi bîr xist ku Wezareta Perwerdehiyê bi ser pergala e-dibistanê dest bi kirariyên hilbijartina dersên bijarte yên sala 2022 û 2023’yan kiriye û destnîşan kir ku mafê zimanê dayikê mafekî girîng û bingehîn e ku dersên bijarte têra nekin.

Sumbul anî ziman ku rêveberiyên dibistanan bi hinceta tunebûna mamosteyan, hewl didin dersên olî bidin bijartin û wiha berdewam kir: “Di serî de dersên bijarte divê di çarçoveya pêdiviyên xwendekar û dê û bavên wan de bi awayekî azad werin bijartin. Kîjan ders hewce bike divê wê hilbijêrin. Rêveberiyên dibistanê û Wezareta Perwerdehiyê mecbur e bingehekê bide avakirin.”

Broşur amade kirin

Her wiha Sumbul destnîşan kir ku di mijara dersên bijarte de amadekarî kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berhemên broşur û dîtbariyê yên atolyeyên me yên zimanê zikmakî çêkirine hene. Bi van xebatên ku me weke şaxekê kir re, me destnîşan kir ku divê di hilbijartina zimanê dayikê de çi bê nirxandin an jî çi were kirin. Me dest pê kir ku van ragihînin beşên têkildar.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar