Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin

Du ekîbên televîzyona NRT û gelek endamên Nifşê Nû ku ji bo şopandina doza Serokê Newaya Nû Şasiwar Ebduwehîd çûbûn ber avahiya Dadgeha Silêmniyê, ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin

Serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd duh li ser gilîyekî ji aliyê Dadgeha Silêmaniyê ve ji bo îfade bide, hatibû vexwendin. Şasiwar li ser daxwaza Dadgeha Silêmaniyê ji aliyê hêzên ewlekariya bajar ve hatibû binçavkirin. Şasiwar Ebdulwehîd ku derbarê wî de 2 giliyên bi hinceta “heqaret li karmend û saziyên fermî kiriye” hatine kirin, piştre îfade dabû dadgehê. Şawiswar duh li ser giliyekê îfade dabû û derbarê wî de li gorî qanûna cezayê ya Iraqê ya benda 229’an ku dibêje, “Herkesek ku heqaret li karmendek, berpirsek, yan jî dezgeheke fermî bike ceza digire” bi kefalet serbest hatibû berdan. Lê ji ber ku derbarê wî de giliyek din a bi heman hincetê hebû, nehatibû berdan. Li gorî biryara dadgehê divê îro saet 12.00’an de Şasiwar Ebdulwehîd îfade bide.

Ji bo şopandina mijarê 2 ekîbên televîzyona NRT û gelek endamên Nifşê Nû jî çûn ber Dadgeha Silêmaniyê. Lê hêzên asayîşê mudaxeleyî wan kirin û li gel 2 ekîbên NRT, gelek kesên din jî binçav kirin.

Li gorî televîzyona NRT, derdora 30 kesan hatin binçavkirin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar