Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Ekîn Wan rûmeta hemû jinan e

Ekînê Wan qalibên pergalê yên lê dihatin ferzkirin red dike û ji xwe re mîsyoneke nû dipejirîne. Hewl dide ku jiyana xwe bi rengekî cuda watedar bike

Navenda Nûçeyan

Kevser Elturk ango Ekîn Wan li Gimgima Mûşê di 10’ê tebaxa 2015’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê ji aliyê leşkerên tirk ve hat teşhîrkirin. Bi taybetî li herêmê û li gelek bajarên Tirkiyeyê jin daketin kolanan û gotin “Ekîn Wan ji bo me rûmet e”. Bedena tazî ya Ekînê bû sîmgeya têkoşîna jinan.

Ekîn Wan di 1986’an li gundê Navreyê yê navçeya Ebexa Wanê tê dine û zaroka malê ya herî biçûk e. Malbata wê ji ber pirsigrêkên aborîyê koçî Wanê dike. Zarokatiya wê li Wanê derbas dibe. Hêj di biçûktiya xwe de zilma li hemberî gelê kurd dibîne. Ji malbata xwe re tim behsa zilmê dikir,  hêvî û xeyalek wê hebû ku tevlî têkoşîna azadiyê bibe.

Ekîn Wan xewn û xeyalên xwe di sala 2008’an de pêk anî û tev li têkoşîna azadiyê dibe, li çiyayên welatê xwe li dijî hemû rolên li jinan tê ferzkirin red dike û li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîneke bêhempa dide meşandin.

Ekînê Wan di nav têkoşînê de dibe kesayeteke ku mînak tê nîşandin . Ekînê Wan qalibên pergalê yên lê dihatin ferzkirin red dike û ji xwe re mîsyoneke nû dipejirîne. Hewl dide ku jiyana xwe bi rengekî cuda watedar bike. Di çar û pênc salan li Zagrosê dimîne. Bi her awayî li hember zihniyeta mêran têdikoşiya û têkoşîna bi zihniyeta mêran re qet nedikir karê duyemîn.  Sekna wê ya li hemberî zîhniyeta serdest ku ked û aqlê jinan biçûk dibîne, zelal bû. Kedkara welat û gelê xwe bû. Jidilbûna wê, pakbûn û durustiya wê gelekî bala derdorê dikişand. Ekîn Wan evqas evîndarê têkoşînê bû ku di şer û jiyanê de tu astengî û zehmetî nas nedikir.

Di 10’ê tebaxa 2015’an de li Gimgima Muşê di pevçûna ku derket de jiyana xwe ji dest da. Piştî îşkence li cenazeyê wê hat kirin cilên li ser hatin derxistin, wêneyên wê hatin kişand û parvekirin.  Li dijî vê yekê li bajarên herêmê bi hezaran jin daketin kolanan û gotin “Ev ne li Ekînê li hemû jinan hatiye kirin”. Hêrsa xwe li hemberî desthilatdariyê anîn ziman û xwedî li têkoşîna Ekîn Wan derketin. Bedena tazî ya Ekîn Wan bû sîmgeya têkoşînê. Ekîn Wan ji hêla bi hezaran jinan ve hat oxirkirin.

Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK’ê hat girtin derbarê îşkencekirin û teşîrkirina cenaz de serlêdana sûc kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de hat gotin ku nasnameya 24 kesên li ser cenazê poz dane hatiye tespîtkirin û telefonên wan hatine desteserkirin û di telefonên van kesan de wêneyên bi vî rengî hatine dîtin. Lê belê kesên ku sûcê îşkenceyê pêk anîn nehatin darizandin û ji peywirê nehatiye dûrxistin.

Xwedîderketina bi hezaran jinan a li Ekîn Wan jî ji êrişkar, tecawizkar û desthilatdariyê re bû bersiveke xurt. Ekîn Wan bû rûmeta hemû jinan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar